WAN - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li şûna 223 karkerên ji kar avêtî, 300 karkerên alîgirên xwe bicih kir. Karkeran bertek nîşan dan û gotin: “Em bi awayekî derhiqûqî ji kar derxist û alîgirên xwe girt kar.”
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di Hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî yên 31’ê Adara 2024’an de ji 14 şaredariyên Wanê tevek jî qezenc kir. Li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku ji qeyûm hatibû standin, 11 meh piştre dîsa qeyûm hate tayînkirin. Qeyûm, weke karê ewil 223 karker bi îdiaya “lêpirsîna arşîvê neyînî ye” ji kar derxist. Karkeran li dijî vê serî li dadgehê dan û doz qezenc kirin. Lê qeyûm ev biryar nas nekir û karker negirtin kar. Karkeran li dijî vê bêhiqûqtiyê çalakî dan destpêkirin û çalakî di roja 289’an de didome.
Qeyûmê Wanê ku biryara dadgehê nas nekir, di vê pêvajoyê de 300 alîgirên xwe yên ji Şaredariya Rêya Armûşê ji ber “wergirtina kar a bêusûl” ji kar hatibûn derxistin, li şûna 223 karkerên ji kar derxistibû girt kar. Karkerên ji kar hatin derxistin, têkildarî mijarê axivîn.
‘HIQÛQA DIJMIONATIYÊ’
Ji karkeran Şemsettîn Katildi bertek nîşanî rewşê da û got: “Em bi awayekî derhiqûqî ji kar hatin derxistin. Di sala 2018’an de em ji kar avêtin. Lê rêveberiya nû em dîsa girtin kar. Dema em girtin jî prosedûr pêk anîn. Qeydên arşîvê xwestin, dosyeyên me 45 rojan li emniyetê man û encam erênî derket. Lê qeyûm dîsa em ji kar avêtin. Di nava 223 karkeran de jin hene, astengdar hene. Yên nikarin kirêyên xwe bidin, zarokên xwe bidin xwendin hene. Em dikarin ji vê re bibêjin hiqûqa dijminatiyê.”
‘BIRYAREKE SIYASÎ YE’
Cemalettîn Kutlar jî got tekane sedema derxistina wan a ji kar sedema siyasî ye û ev tişt anî ziman: “Çil salî me, li vê xakê ji dayik bûm, li vir mezin bûm. Ji Elbakê me. Di 2012’an de Şaredariya Bajarê Mezin li ser ÎŞKUR’ê ez girtim kar. Nêzî 7 salan xebitîm. Piştre qeyûm hat û bi hinceta ‘ewraqên kêm’ ji kar avêt. Me doz vekir û dadgehê biryara vegera kar da. Lê negirtin kar. Em dizanin sedema vê, siyasî ye. Tişta li me hatiye kirin derhiqûqî ye. Tişta dikin derwijdanî ye, derhiqûqî ye. Gefa birçîtiyê, xizaniyê li me dixwin. Ma çi guneha van mirovan heye?”
‘SEPANEKE KEYFÎ YE’
Ji karkeran Sînan Yilmaz jî got: “Di sala 2013’an de min di şaredariyê de dest bi kar kir. Di 2016’an de bêyî hincetek were nîşandan ji kar hatim avêtin. Ev, sepanekî bi temamî keyfî û siyasî ye. Alîgirên xwe girtin şûna me. Xizmên xwe, alîgirên xwe yên dewlemend girtin kar. Me dît ku 400 kes girtine kar. Me bihîst ku tevî yên ji şaredariyên din jî anîn dora 300 kes girtine kar. Tevek jî alîgirên wan in. Em vê qebûl nakin.”
'LI ŞÛNA ME GIRTIN KAR’
Elîf Gemîcîoglûyê jî got qeyûm li şûna wan alîgirên xwe girtiye kar û wiha axivî: “Em 14 hevalên jin bûn. 9 heval jî astengdar bûn. Bi sala bû em di şaredariyê de dixebitîn. Tu bingeheke qanûnî ya derxistina me ya ji kar nîne. Anku biryareke siyasî ye. Tişta di hilbijartinê de bi dest naxin dixwazin bi vî awayî bikin. Ji bo rantê, ji bo hilbijartinên pêşiyê ev kes li şûna me girtin kar.”
MA / Lutfu Pala