MÛŞ - Dikandarên Gimgimê ku ji ber krîza aborî zehmetiyan dikişînin, diyar kirin ku di bin pergala heyî de tu pêşveçûn çênabe û gotin: "Polîtîkayeke sîstematîk a zext û zordariyê heye. Gel tenê bi girtina helwesteke 'Kurdistanî' dikare ji heqê vê yekê derkeve."
Krîza aborî ya kûr bandoreke mezin li ser hem dikandaran û hem jî welatiyan dike. Daketina berdewam a nirxa TL li hember dowîzan, bi taybetî bilindbûna rêjeya kûra dolar, ji nan bigire heya bi avê dibe sedema bihabûna bihayê her tiştî.
Lêbelê, li bajarên Kurdistanê, krîza aborî bandoreke mezintir li ser welatiyan dike. Li gorî daneyên herî dawî yên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), ew bajarên ku rêjeya bêkariyê lê herî bilind e, li Kurdistanê ne. Colemêrg bi rêjeya bêkariyê ya ji sedî 18,3 di rêza yekem de cih digire, bajarên wekî Agirî û Mûş jî bi bêkariyeke mezin re rû bi rû ne. Dema ku mirov li rewşa bêkarî û koça girseyî ya ciwanan li Mûşê dinêre, navçeya Gimgimê bi awayekî berbiçav derdikeve pêş. Li gorî daneyên Walîtiya Mûşê, nifûsa navenda navçeya Gimgimê 10 hezar û 900 kes e; heger gund jî bên hejmartin, ev hejmar digihîje 28 hezar û 804 kesan. Piştî zêdebûna pevçûnan a piştî têkçûna pêvajoya diyalogê ya sala 2015'an, gelek kes ji navçeyê koç kirin.
Li Gimgimê ku krîza aborî kûrtir dibe, dikandar li ser bandora krîzê axivîn.
Erdal Ozer ku diyar kir li Gimgimê kelûpelên cihêzan difiroşe û karê wî demsalî ye, destnîşan kir ku lêçûna jiyanê ya bilind dikandar û xerîdaran xistiye nav fikaran. Ozer got: "Em di mehên zivistanê de pir zehmetiyan dikişînin. Sotemenî biha ye û hewa jî sar e. Ez pereyê ku havînê qezenc dikim tenê ji bo ku di zivistanê de germ bibim xerc dikim; ez salê 25 ton komir bi kar tînim. Pêşî, pêdivî ye ku pergal were sererastkirin. Hejmarên ku ji hêla TUÎK'ê ve têne ragihandin ne rast in. Bila werin û li Gimgimê bijîn. Pirsgirêkeke mezin heye. Ez bi salan e li Gimgimê dikandar im; em roj bi roj dihelin."
'XELK NIKARE GOŞT BIKIRE'
Bayram Deger ku di beşa goşt a supermarketekê de kar dike, diyar kir ku ji ber krîza aborî xelk nikare goşt bixwe. Deger da zanîn ku li Gimgimê ji sedî 90'ê gel bi mûçeyê herî kêm kar dike û wiha pirsî: "Kiloyek goşt di navbera 800 û 1000 TL'yî de ye. Em rojane 1000 TL qezenc dikin. Her wiha, xwedîkirina heywanan li herêmê nemaye. Gelo malbateke ji çar kesan pêk tê, çawa dikare bi mûçeyê herî kêm debara xwe bike?"
KOMUN
Terzî Eylem Karaduman Vuralê diyar kir ku ew di mehên zivistanê de nikare li Gimgimê kar bike û destnîşan kir ku dikandarên herêmî hewl didin ku bi xebata havînê zehmetiyên aborî yên zivistanê telafî bikin. Eylem Karaduman Vuralê bilêv kir ku dewlet ji bo çareserkirina bêkariyê li Kurdistanê polîtîkayek xwe tune ye û diyar kir ku lêçûnên kirê pir zêde bûne. Eylem Karaduman Vuralê got: "Dema ku min li fîrmaya tekstîlê dest pê kir, mûçeya herî kêm li dora 18 hezarî bû, lê karker li dora 5 hezat 6 hezarî distandin. Pêdivî ye ku gelê herêmê helwesteke 'Kurdistanî' biparêzin û şertên jiyana hevbeş bicîh bînin. Polîtîkayek zilm û şer a sîstematîk heye, lê gel dikare ji heq vê yekê derkeve."
Dogan Yilmaz ku heft sal in li Gimgimê dikandariyê dike, diyar kir ku ew krîz niha ji berê bi awayekî dijwartir tê hîskirin û got: "Rêjeyên faîzê karsaz û dikandaran wêran kirine. Kirêyên dikanan zêde ne û her diçe zêdetir dibin. Dema min dest pê kir, firotina min gelek baş bû. Sala borî xirab bû. Îsal jî rewş karesat e. Bi dîtina min, divê hikûmet biguhere."
'DIVÊ PERGAL BIGUHERE'
Ajovanê texsiyê Orhan Ukan destnîşan kir ku lêçûna jiyanê ya zêde bandor li ser her karê wan jî kiriye û diyar kir ku lêçûnên wî li gorî dahata wî deh qat zêde bûne. Ukan ku bal kişand ser ku heqê siwarbûn-daketinê ya li texsiyê herî kêm 150 TL ye, got: "Her çend em niha bi kapasîteya ji sedî 80 dixebitin jî, ev hejmar di zivistanê de dadikeve ji sedî 10. Divê mirov berê xwe bidin çandiniyê û xwedîkirina heywanan. Ji bo vê yekê piştgiriya dewletê hewce ye. Di bin pergala heyî de kes nikare bigihîje tu derê; divê ew biguhere."
MA / Can Kirbaş