ANKA-DER'ê salvegera xwe bi vekirina 'Komuna Ziman û Ciwanan' pîroz kir
ANKA-DER'ê di salvegera damezrandina komeleya xwe de 'Komuna Ziman a Ciwanan' vekir.
Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî berdewam dikin
Li Sêrt û Agirîyê bi munasebeta 15'ê Sibatê Cejna Zimanê Kurdî panel û nîşandana stand-upê hatin lidarxistin.
Li Kadikoyê ji bo statuya zimanê Kurdî bang hate kirin
Bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Kadikoyê şahî hat lidarxistin û di şahiyê de daxwaza statuya zimanê Kurdî hate kirin.
Omer Ocalan: Divê gelê me di her qada jiyanê de bi Kurdî biaxive
Wekîlê DEM Partiyê Omer Ocalan di çalakiya Komeleya Zimanê Kurdî Zimangerê de axivî û got: “Divê gelê me di her qada jiyanê de bi Kurdî biaxive.”
Li Wanê Sempozyuma Zimanê Kurdî: Hewcehî bi stratejiyeke radîkal heye
Rewşenbîrên di Sempozyuma Zimanê Kurdî ya Şaxa Egîtîm Sen a Wanê de axivîn, diyar kirin ku ji bo Kurdî hewcehî bi stratejiyeke ziman a radîkal heye û îşaret bi bikaranîna medyaya dijîtal kirin.
Daxwaza sereke ya di çalakiyên 15’ê Gulanê de: Ji Kurdî re statu
Welatiyên tev li çalakiyên 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bûn, daxwaz kirin ku Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û ji bo pêşketina pêvajoyê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe.
‘Divê hunermend bi berhemên xwe piştgiriyê bidin aştiyê'
Hunermendên ku bi berhemên xwe beşdarî pêşangeha li Amedê bûn, hêviyên xwe yên ji bo aştiyê anîn ziman. Beyan Bahmanî ku bi tabloya xwe ya bi rengên rûn a bi navê "Bihara Bêdeng" beşdarî pêşangehê bû, diyar kir ku divê hunermend bi karên xwe piştgiriyê bidin aştiyê.
Li Mêrdînê KOM KURDÎ DER hat vekirin
Li Mêrdînê di Cejna Zimanê Kurdî de Komeleya Zimanê Kurdî ya Mezopotamyayê (KOM KURDÎ DER) hat vekirin.
Li Çewlîgê Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî hate vekirin
Li Çewlîgê Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî hate vekirin.
Daxuyaniyên 15’ê Gulanê: Divê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê
DBP, DEM Partî, TJA û Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî dan û gotin divê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê. Di daxuyaniyan de banga xwedîderketina li Kurdî her kesî hate kirin.
Li Swîsreyê Akademiya Kurd hate avakirin
Li welatê Swîsreyê Akademiya Kurd hate avakirin û akademî dê perwerdeya bi zimanê Kurdî bide.
40 sal in ji bo şanoya Kurdî hildiberîne: Erka hunermendên Kurd ne teqlîd e, divê hilberandin be
Ghotbedîn Sadeghî ku di şanoya Kurdî de kesayetekî girîng e, diyar kir ku Kurd weke gelekî hunermend tê nasîn û got: “Peywira hunermendên Kurd ne teqlîdkirina rojavayiyan e, erka wan ew e ku biafirînin û berhemeke xurt ji nifşê pêşerojê re bihêlin.”
Adîmanê ku li girtîgehê 11 pirtûkên Kurdî nivîsî: Ziman tune be hebûn jî tune ye
Hamît Adîmanê ku dema hatibû girtin xwendin û nivîsandinê nezanîbû, piştî 30 salan bi 11 pirtûkên Kurdî ji girtîgehê derket, têkildarî 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî got: "Ziman nasnameya neteweyekê ye, hebûn tune be ziman tune ye, ziman tune be hebûn jî tune ye."
Pîrozbahî berdewam dikin: Kurdî bi saya dayikan hat parastin
Di çarçoveya Cejna Zimanê Kurdî de çalakî û panel hatin lidarxistin û di panelê de hat gotin: "Ziman û jiyana Kurdistanê heta îro bi saya dayikan hatiye parastin."
Li Kerboranê banga ji bo Kurdî: Zimanê me nasnameya me ye
Welatiyên Kerboranê îşaret bi girîngiya zimanê Kurdî krin û bang li her kesî kirin ku bi Kurdî biaxivin.