Şaredariya Mûşê qursa zimanê Kurdî vekir

Parve bike:
MÛŞ - Di bin sîwana Şaredariya Mûşê de cara ewil qursa zimanê Kurdî hate vekirin. 
 
Di bin sîwana Şaredariya Mûşê de cara ewil bi zaravayê Kurdî Kurmancî qursek hate vekirin. Ji ewil dê kedkarên şaredariyê tev li qursê bibin û piştre jî dê xelkê bajar tev li bibe. Hat zanîn ku bi tevlibûna mamosteyên nû re dê bi qursa zaravayê Dimilkî jî bê destpêkirin.
 
Qurs, dê di her roja înê di saetên navbera 17.00-19.00’ê de li Navenda Perwerde û Çandê ya Jinê ya Porsor Anayê were dayin. Ji mamosteyên qursê Bunyamîn Işik da zanîn ku di qursên ewil de xebatkarên şaredariyê tev li bûn û perwerdeya xwe ya du hefteyan temam kirine. Işik, got ku ji hefteya pêş re dê welatî jî tev li qursan bibin û ev tişt anî ziman: “Tevî ku serlêdanên me qediyane jî daxwaz heye. Di halê hazir de me di bin sîwana şaredariyê de gavekî girîng avêt. Bêguman dê bi awayekî ji daxwazan re bibin bersiv.” 
 
‘EM HER KESÎ VEDIXWÎNIN QURSÊ’ 
 
Işik, diyar kir ku dê bi beşdariya 26 kesan poleke nû vekin û axaftina xwe wiha qedand: “Ez bi tenê me lewma hinek zehmetiyan dikişînim. Di pêvajoya pêş de dema mamosteyên nû hatin em ê hejmara polan zêde bikin. Ji bilî Kurmancî, em dixwazin mamosteyên Dimilkî jî bibînin û tevî wan qursê vekin. Em tevahiya xelkê Mûşê vedixwînin qursên xwe. Asta wan, rewşa wan a xwendinê, temen, zayend û nasnameya wan qet ferq nake. Ji yên dibêjin ‘Ez fêm dikim lê nikarim biaxivim’ heta yên qet nizanin, em amade ne ku vî zimanî hînî herkesî bikin.”