MÛŞ – Dengbêjên ciwan Berken Zer (23) û Abuzer Toplu (22) yên ku di temenê biçûk de dane ser rêya kevneşopiya dengbêjiyê, ji bo parastina vê kevneşopiya ku di çanda Kurdî de xwedî cihekî girîng e banga xedîderketinê kirin.
Kevneşopiya dengbêjiyê ya ku bingeha wêjeya devkî ya Kurdî pêk tîne û xwe dispêre vegotinê, bû sedema veguhestina bûyerên dîrokî yên Kurdistanê ji nifşekî bo nifşê din. Dengbêjên ku dibin sedem ku peyv bi aheng were pêşkêşkirin, dîrok birin bajar, gund û malên ku lê dibûn mêvan.
Dengbêjên ciwan Berken Zer û Abuzer Toplu yên ku ev kevneşopiya li Herêma Serhedê hîn berdewam dike di temenê zarokatiyê de hîn bûne, ji bo ku ev çand winda nebe bang kirin.
DI ZAROKATIYÊ DE DEST PÊ KIR
Abuzer Toplu yê ku li gundê Kizilxeçê yê girêdayî navenda Mûşê ji dayik bûye, diyar kir ku ew ji zarokatiya xwe ve bi muzîkê re mijûl dibe, lê piştî ku eleqeya wî zêde bûye tercîha wî bûye dengbêjî û ev tişt got: “Dengbêjî xweş e û her kilam ji bo me wekî dersekê bû. Min dengbêjî li gundê xwe hîn kir. Di malbatê de jî dengbêj hebûn. Min li wan nêrî û hîn bûm. Dema min şivantî dikir min kilam digotin. Ji zarokatiya xwe ve min her tim dengbêjî kir.”
BANGA PIŞTGIRIYÊ
Toplu yê ku li gelek bajarên mîna Amed û Mûşê beşdarî çalakiyan bûye, anî ziman ku ji ber pirsgirêkên aborî ew neçar maye ku bêtir li dawetan bistirê û wiha pê de çû: “Bi salan ji bo parastina çanda dengbêjiyê xebateke cidî tune bû. Lêbelê em dibînin ku bi xebatên di demên dawî de hatine kirin, tovên ku wê di pêşerojê de şîn bibin hatine reşandin. Em ê jî tiştê ku dikeve ser milê me bikin. Em dixwazin ev çand bijî. Berê kamera û televîzyon tune bûn. Dengbêjan agahî dibirin mal û gundan. Em her çend ne bi qasî wan bin jî, em îlhama li dû şopa wan dihweînin. Em nikarin bi tenê desteki çepikê lê bidin. Ji bo parastina vê çandê divê em piştgiriyê bidin hev. Divê rê li ber ciwanên dil dane dengbêjiyê were vekirin û her kes berpirsiyariyê li xwe bigire.”
JI LORÎKAN BER BI STRANÊN DENGBÊJIYÊ VE
Berken Zer ê ku li Mûşê ji dayik bûye diyar kir ku wî di temenê zarokatiyê de dest bi dengbêjiyê kiriye. Zer bal kişand ser xwedîderketina li vê çandê tê wateya xwedîderketina li dîroka Kurd û Kurdistanê û wiha got: “Pêşî lorîkên dayikan bala min kişand. Min ji wan dest pê kir û ber bi dengbêjiyê ve gav avêt. Em wekî dengbêj dikarin di nav civakê de cihekî bi dest bixin. Qedr û qîmeta vê heye.”
'DIVÊ AKADEMÎ WERIN AVAKIRIN'
Zer behsa çalakiyên Şaredariya Mûşê yên der barê çanda dengbêjiyê de kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ji bo ku ev çand bijî, divê şaredariyên din jî xwedî heman helwest bin. Gelek dengbêj di nav pirsgirêk û zehmetiyên aborî de ne. Di vî warî de em dixwazin rê li ber pirsgirêkên aborî were girtin. Heke wisa bibe, rê li ber vê çandê jî vedibe. Ji ber ku mirovên bi pirsgirêkên aborî re rû bi rû ne, dev ji vê çandê ber didin û di dawetan de dest bi stranbêjiyê dikin û ji çanda xwe dûr dikevin. Projeya şaredariyê ya avakirina Mala Dengbêjan ji bo dema pêş heye. Heke ev bibe wê pir xweş bibe. Ez hêvî dikim ku li bajarên din jî akademî werin avakirin. Divê tenê bi Malên Dengbêjan neyê sînordarkirin, divê akademî jî werin avakirin. Tenê gelê Kurd li cîhanê xwediyê vê çandê ye. Divê mirov vê zanibe û ji bo ku vê çandê li gorî wê bide jiyîn hewl bide.”
MA / Ceylan Şahînlî