NAVENDA NÛÇEYAN- Ji kesayetên girîng ên şano û sinemaya Îranê Behram Beyzayî ku li DYA'yê jiyana xwe ji dest da, li San Franciscoyê hat veşartin.
Nivîskar, derhêner û lêkolînerê Îranî Behram Beyzayî ku berî gelek salan ji ber polîtîkayên sansurê li Îranê koçî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) kiribû, di roja jidayikbûna xwe de, 27'ê Kanûna 2025'an de koça dawî kir. Berê, hevjîna wî li ser hesabê wî yê medyaya sanal diyar kiribû ku cenazeyê wî nebin Îranê û bang li hezkiriyên wî kiribû ku ji bo bîranîna wî daran biçînin. Di daxuyaniyê de ev tişt hatibûn gotin: "Ji bo kesên ku bi dilsozî dixwazin Beyzayî vegere Îranê. Cenazeyê Behram Beyzayî gotin û ramanên wî ne. Du fîlmên wî yên qedexekirî û fîlmekî wî yê kêmpeyda hene û herî kêm çar pirtûkên wî yên weşandina wan hatine hatine astengkirin hene. Daxwaza neteweyî divê ji bo weşandina pirtûkên wî be. Daxwaza neteweyî divê ji bo nîşandana giştî ya fîlmên wî be. Ez bawer dikim ku ev dê diyariya rojbûna wî ya herî xweşik be.
Eger tu ji Beyzayî hez dikî, darekê bi navê wî biçîne da ku biryardarî û keskbûna wî sembolîze bike; li ser gora Fîrdewsî, li Hafiziyeyê, li herêma Aran a Kaşanê, an li her devereke Îranê ku dilê wî ji bo wê her tim bi evînê lêdida.
Laşê bêdeng ê Beyzayî tenê ji bo wan kesan dikare bibe arezû ku bûn sedema wî ji Îranê derkeve. Behram Beyzayî li ku be, Îran li wir e!"