Li dijî endamên FARC’ê êriş: 25 kes hatin kuştin 2025-11-12 10:57:50 NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişa li dijî endamên FARC’ê ya li Kolombiyayê de 25 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Li ser fermana Serokkomar Gustavo Petro, li dijî endamên Estado Mayor Centrale (MC) ku ji endamên berê yên Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) pêk dihat, êriş hate kirin. Di êrişê de 25 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Li gorî nûçeyên di çapemeniya neteweyî de hatine parvekirin, leşker û polîsan li ser fermana Petro, li çolterê herêma Guaviareyê êrişî endamên EMC’ê kirin.    Wezîrê Parastinê yê Kolombiyayê Pedro Sanchez, diyar kir ku li dijî herêma Guaviareyê êrişeke leşkerî ya berfireh kirine. Sanchez, got ku êriş li dijî koma çekdar a ji hêla Nestor Gregorio Vera ku weke “Ivan Mordisco” tê zanîn, êrişeke mezin pêk anîne.    DER HEQÊ EMC’Ê DE   EMC ku ji hêla Ivan Mordisco ve tê birêvebirin, tev li peymana aştiyê nebû û weke “Serokatiya Artêşê” ya FARC’ê jî tê zanîn. Li gorî çapemeniya welat, EMC 2 hezar û 180 jê çekdar bi giştî 3 hezar û 500 endam hene.