Keştî wergeriya: 250 kes winda bûn 2026-04-15 12:39:39 NAVENDA NÛÇEYAN - NY’ê ragihand ku keştiya ku welatiyên Arakanî û Bangladeşî tê de bûn di Behra Andamanê de wergeriyaye û 250 kes winda bûne.    Ofîsa Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ya Bangladeşê, li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal agahiyek parve kir û got ku keştiyeke welatiyên Arakanî û Bangladeşî tê de bûn, ji ber ba û pêlên behrê di Behra Andamanê de wergeriyaye. Hat ragihandin ku zarok û jin jî di nav de 250 welatî di behrê de winda bûne.