Îsraîlê êrişî Lubnanê kir: 7 kes hatin kuştin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Îsraîlê li dijî paytexta Lubnanê Beyrûdê êrişên hewayî kir û di êrişan de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 21 kes jî birîndar bûn. 
 
Êrişên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê berdewam in. Îsraîlê, bi balafirên şer êrişî herêmên Dahiye û Remle Beyda yên paytext Lubnanê. Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê da zanîn ku di encama êrişên ser herêma Remle Beydayê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dane û 21 kes jî birîndar bûne. 
 
Li gorî çapemeniya Lubnanê, artêşa Îsraîlê di saetên şevê de êrişî maleke li herêma Armunê ya li başûrê Beyrûdê kir. 
 
Îsraîlê, di 2’yê Adarê de bi daxuyaniyekê ragihand ku wan tesbît kirine ku ji Lubnanê moşek hatiye avêtin û piştre jî êrişên hewayî ragihandibû. Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, da zanîn ku ji 2’yê Adarê heta niha di êrişên Îsraîlê de 634 kesan jiyana xwe ji dest dane û hezar û 586 kes jî birîndar bûne. 
 
Nûçeyên Têkildar
Trump: Naxwazim agirbestê bikim
Trump: Naxwazim agirbestê bikim

Serokê DYA’yê Donald Trump îdia kir ku Îran serûbin kirine û got: “Naxwazim agirbestê bikim.”

Di bombebarana li Tebrîzê de 13 endamên Besîcê hatin kuştin
Di bombebarana li Tebrîzê de 13 endamên Besîcê hatin kuştin

Di encama êrişa DYA-Îsraîlê ya li dijî noqteyee li bajarê Tebrîzê de ji hêza milîsan (besîc) ên rejîma Îranê 13 jê hatin kuştin.

Pisporê Rojhilata Navîn: Li Îranê konfederalîzma demokratîk dikare bibe rêya sêyemîn
Pisporê Rojhilata Navîn: Li Îranê konfederalîzma demokratîk dikare bibe rêya sêyemîn

Pisporê Rojhilata Navîn Îslam Ozkan diyar kir ku êrişên DYA-Îsraîlê yên li ser Îranê dê ji bo gelê Îranê aştî û demokrasiyê neynin û got: “Ji bo gelê Îranê çareserî ne destwerdana DYA’yê ye, li ser bingeha konfederalîzma demokratîk rêya sêyemîn dikare bibe alternatîf.”

Li dijî Bexda û Kerkûkê êriş hate kirin
Li dijî Bexda û Kerkûkê êriş hate kirin

Tabûra Heşdî Şebî ya li navçeya Dubizê ya Kerkûkê hate bombebarankirin. Li Bexdayê jî Konsolosxaneya DYA’yê bi dron û moşekan hedef hate girtin.

Li dijî baregehên leşkerî yên Iraqê êriş hate kirin
Li dijî baregehên leşkerî yên Iraqê êriş hate kirin

Li dijî baregeha leşkerî ya artêşa Iraqê ya li navçeya Mexmûrê ya Mûsilê êriş hate kirin.