Di bombebarana li Tebrîzê de 13 endamên Besîcê hatin kuştin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişa DYA-Îsraîlê ya li dijî noqteyee li bajarê Tebrîzê de ji hêza milîsan (besîc) ên rejîma Îranê 13 jê hatin kuştin. 

 
Êrişên DYA-Îsraîlê yên li dijî Îranê ji 28’ê Sibatê heta niha didomin. Şevê din jî gelek herêm hatin bombebarankirin. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Karkeran a Îranê, Walîtiya Azerbaycana Rojhilat (Tebrîz) têkilarî mijarê daxuyanî da. 
 
Hat ragihandin ku di encama bombebarana li dijî noqteyeke li herêma Karamelkê de 13 endamên hêza milîsan (besîc) ku girêdayî Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê ne hatin kuştin û 18 jî birîndar bûn. 
 
Hat zanîn ku êrişên bi ÎHA’yan ên DYA û Îsraîlê yên li dijî noqteyên hêzên emniyetê zêde bûne. 
Nûçeyên Têkildar
Trump: Naxwazim agirbestê bikim
Trump: Naxwazim agirbestê bikim

Serokê DYA’yê Donald Trump îdia kir ku Îran serûbin kirine û got: “Naxwazim agirbestê bikim.”

Pisporê Rojhilata Navîn: Li Îranê konfederalîzma demokratîk dikare bibe rêya sêyemîn
Pisporê Rojhilata Navîn: Li Îranê konfederalîzma demokratîk dikare bibe rêya sêyemîn

Pisporê Rojhilata Navîn Îslam Ozkan diyar kir ku êrişên DYA-Îsraîlê yên li ser Îranê dê ji bo gelê Îranê aştî û demokrasiyê neynin û got: “Ji bo gelê Îranê çareserî ne destwerdana DYA’yê ye, li ser bingeha konfederalîzma demokratîk rêya sêyemîn dikare bibe alternatîf.”

Li dijî Bexda û Kerkûkê êriş hate kirin
Li dijî Bexda û Kerkûkê êriş hate kirin

Tabûra Heşdî Şebî ya li navçeya Dubizê ya Kerkûkê hate bombebarankirin. Li Bexdayê jî Konsolosxaneya DYA’yê bi dron û moşekan hedef hate girtin.

Li dijî baregehên leşkerî yên Iraqê êriş hate kirin
Li dijî baregehên leşkerî yên Iraqê êriş hate kirin

Li dijî baregeha leşkerî ya artêşa Iraqê ya li navçeya Mexmûrê ya Mûsilê êriş hate kirin.

Îsraîlê êrişî Lubnanê kir: 7 kes hatin kuştin
Îsraîlê êrişî Lubnanê kir: 7 kes hatin kuştin

Îsraîlê li dijî paytexta Lubnanê Beyrûdê êrişên hewayî kir û di êrişan de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 21 kes jî birîndar bûn.