Çapemeniya Îranê: Tehran hat bombebarankirin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN- Çapemeniya Îranê ragihand ku tevî agirbestê jî Tehran tê bombebarankirin.

 
Li gorî nûçeyên di çapemeniya Îranê de, tevî agirbesta 15 rojî ya di navbera DYA û Îranê de, Tehran demek berê hatiye bombebarankirin. Êriş ku tê gotin tenê çend saet piştî agirbestê hatiye kirin, pergalên parastina hewayî li dora paytextê ketine dewrê û li gelek deveran dengê teqînan hatiye.
 
Heta niha der barê zirar an jî qurbaniyên gengaz ên ji ber êrişê çêbûne de tu daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.