Êrişî paytexta Ûkraynayê hat kirin: 13 kes mirin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişên Rûsyayê yên li ser paytexta Ûkraynayê de herî kêm 13 kes mirin û zêdetirî 30 kes jî birîndar bûn. 

 
Rûsyayê, bi şev bi fuzeyan û amûrên hewayê yên bêmirov êrişî paytexta Rûsyayê Kîevê kir. Li gor rayedarên Ûkraynayê, di êrişan de herî kêm 13 kes mirine û zêdetirî 30 kes jî birîndar bûne. Zarok jî di nav de gelek sivîl ji êrişan tesir girtin. 
 
Rayedaran diyar kir ku heya niha 34 kes ji bin kavilan bi saxî hatine derxistin û xebatên lêgerînê yên di bin kavilên avahiyan de didomin.