Li Japonyayê erdhej pêk hat û hişyariya tsunamiyê hat kirin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Japonyayê bi pîleya 7, 1 erdhej rû da û piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê hat kirin.  

 
Erdhej li peravên Girava Kyushu ya Japonyayê pêk hat. Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê ragihand ku navenda erdhejê li nêzî Kumamoto Prefecture ye.  Piştî erdhejê, weşana giştî ya Japonî NHK hişyarî da ku pêlên tsunamî yên bi qasî 1 metre bilind dibe ku li ser peravê çêbibin.  
 
Hikûmeta japonî ji bo heşt parêzgehan hişyariya awarte weşand, di nav de Kumamoto, Nagazaki, Kagoshima, Fukuoka, Saga, Oita û Miyazaki jî hene.  
 
Hêj tu agahî li ser ziyanên erdhejê nehatine dayîn.