DMME dê biryara têkildarî Kavala di 25’ê Tebaxê de eşkere bike

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropyaê, di 25’ê Tebaxê dê di danişîna ji cemaweriyê re vekirî, li Strazburgê biryara têkildarî serlêdana Osman Kavala eşkere bike.  

 
Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan (DMME), biryara têkildarî serlêdana Osman Kavala di 2’yê Tîrmehê de qebûl kir. Daîreya Mezin a DMME’yê, biryara xwe ya têkildarî serlêdana ragirtina Kavala, dê di danişîna 25’ê Tebaxê de saet di 10.00’an de li Avahiya Mafên Mirovan a Strazburgê eşkere bike.