Li Kolombiyayê bilanço giran dibe
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kolombiyayê hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan, bû 281.
Li parêzgeha Chocó, li bajarê San José del Palmarê di 10 Tebaxê de bi pileya 7.4 erdhej çêbû. Li gor nûçeya EL TIEMPO’yê heya niha 281 kesan jiyana xwe ji dest daye, 3 hezar û 971 kes birîndar in û 379 kes jî winda ne.