Ji NATO’yê der barê îdîayên êrişên Îranê yên li ser hedefên DYE’yê yên li Ewropayê de

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Financial Timesê îdîa kir ku ger Donald Trump şerî gur bike wê Îran êrîşî hedefên leşkerî yên DYE’yê yên li Ewropayê bike. NATO’yê jî diyar kir ku ew li dijî her cure gefan amade ye.
 
Hate îdîakirin ku ger Serokê DYE’yê Donald Trump şerê li gel Îranê gur bike dibe ku Îran jî êrîşî hedefên DYE’ê yên li Ewropayê bike.
 
Rayedarekî NATO’yê pirsên têkildarî nûçeya Financial Timesê bersivandin, diyar kir ku tifaq li hemberî her cure gefan amade ye û got ku "ew ê ji bo parastina hemû hevalbendên xwe çi hewce bike, bikin."
 
Li gorî Reutersê rayedarê NATO’yê bi bîr xist ku tifaqê beriya niha kapasîteya parastina hewayî li dijî gefa moşekên Îranê ceribandiye. Li gorî vê yekê pergalên parastina hewayî ya NATO’yê di destpêka salê de çar caran moşekên ku ji aliyê Îranê ve avêtin û berê xwe dabûn Tirkiyeyê bê bandor kiribûn.
 
Rayedarê NATO’yê anî ziman ku van bûyeran nîşan dan ku pergalên NATO’yê yên parastin û bersivdayînê "bi hêz û bi bandor in."
 
Îdîaya Financial Timesê di dema zêdebûna fikarên têkildarî jinûvegurbûna şerî de hate kirin.