Li Amedê 3’yemîn Forûma Ciwanan hat lidarxistin

Parve bike:

AMED - Di 3’yemîn Forûma Ciwanan a ku ji aliyê NextGen-Kurdî ve hat lidarxistin de, bal hate kişandin ser asta metirsîdar a bikaranîna tiryakê.

 
NextGen Kurdî, li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê 3’yemîn Forûma Ciwanan li dar xist. Forûm bi dirûşma “Tevlî me bibin û dengê xwe bilind bikin” pêk hat û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî beşdar bûn. Di forûmê de bi sernavê “Rev, stargeh, an çareserî? - Ciwanî, tiryakkêşî û neynika civakê” bi zaravaya Kirmanckî gotûbêj hate kirin.
 
Moderatoriya forûmê Gulçîn Şanli kir, Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol, Hevberdevka Komîsyona Çand, Ziman û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Turhalli, endamê Komeleya Derûnnasên Mezopotamyayê (DER-MEZ) Derûnnas Murat Burtakuçîn û ji Navenda Lêkolînên Qadê ya SAMER’ê Serhat Temel wekî axêver beşdar bûn.
 
Derûnnas Murat Burtakuçîn diyar kir ku tedawiya tiryakkêşiyê ne tenê fîzîkî ye, divê piştgiriya derûnî û civakî jî hebe û ev tişt got: “Bikaranîna tiryakê serotonîn û dopamînê derdixe û ev nîşaneya nexweşiyekê ye. Nexasim kesên tiryakkêş, di temenê zarokatiyê de dest pê dikin. Sedema vê jî ew e ku ciwan nikarin di civakê de xwe îfade bikin.”
 
'BIKARANÎNA TIRYAKÊ DAKETIYA 5 SALIYÊ'
 
Cemîle Turhalli destnîşan kir ku li Tirkiyeyê tiryakkêşî wekî nexweşî tê qebûlkirin û wiha axivî: “Bikaranîna tiryakê di nava kesên ku dahata wan a aborî kêm e de zêdetir tê dîtin. Li gorî lêkolînên sala 2025’an, temenê bikaranîna tiryakê heta 5 saliyê daketiye û nêzîkatî û polîtîkayên dewletê vê yekê teşwîq dike.”
 
 
Serhat Temel jî diyar kir ku li Kurdistanê bikaranîna tiryakê li gorî amarên Tirkiyeyê du qat zêdetir e û gihîştina van tiryakan pir erzan û hêsan e ûgot: “Tiryakkêşî ne pirsgirêka îradeyê ye, nexweşiya mejî ye. Ji ber ku di dema bikaranîna tiryakê de dopamîn zêde dibe, kesê ku wê kêfê dijî, dubare bikaranînê didomîne. Heke ciwanek heta 18 saliya xwe ji van tiryakan dûr bimîne, tiryakkêşî çênabe. Temenê 13-15 salî qonaxa herî xeternak e. Temenê bikaranîna cixareyê jî heta 10 saliyê daketiye. Divê em ne tenê ji bo zarokê xwe, ji bo derdora xwe jî têbikoşin, nexwe em nikarin tiştekî biguherînin.”
 
Hevşaredar Fatma Gulan Onkol jî anî ziman ku wek Şaredariya Sûrê, ji bo pêşîgirtina li bikaranîna tiryakê ew dixebitin.