ŞIRNEX - Dengbêjên Botanê, li dijî êrişên li ser Rojavayê hevgirtina xwe nîşan dan û gotin: "Em ê ji bo Kobanê û Rojava stranên xwe yên azadiyê bibêjin."
Êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin li ser Rojavayê didomînin. Li dijî van êrişan bertek û berxwedana gel jî zêde dibe. Piştgirî û hevgirtina ji bo Rojavayê ji çar aliyên cîhanê û ji her qadên jiyanê tê û ev hevgirtin roj bi roj mezin dibe. Dengbêjên Botanê bi gotina "Serkeftin dê ya me be, dem nêzîk e ku em stranên xwe yên yên li ser Rojavayê bibêjin" bertek nîşanî êrişan dan.
‘EM Ê KILAMÊN XWE JI BO AZADIYA ROJAVAYÊ BIBÊJÎN’
Dengbêj Kurdê diyar kir ku divê ku her kes di vê pêvajoyê de berpirsyariya xwe ya li dijî Rojavayê pêk bîne û wiha axivî: "Divê ku her kes destê xwe dirêjî xwişk û biratiyê bike. Her kes divê ku ji bo aştiyê û wekheviyê tekoşîn bike. Dema ku mesele dibe kurdbûyin Kurd hemû dibin yek. Em ji bo Rojavayê gelek xemgîn in. Em dûrî hev in û destê me ji hev nagire. Me pir bedelên giran dan û em dîsa jî ji bo bedeldayinê amade ne. Daxwaza me ew e ku Xwedê avekî li vî agirî de bike û dinya xweş bibe. Bi destûra Xwedê em ê bi ser bikevin. Dema ku em dîmenên wan zarokan dibînin, wê rewşa wan a bêavî, bêceyranî dibînin dilê me dişewite. Ew ne bêxwedî ne. Bi destûra Xwedê dê yêkitiya gelê Kurd çêbibe û dê bi ser bikeve. Serkeftin ya gelê Kurd e. Heke ku di dema xwe de em bübûna yek dibe ku em îro rewş ne wiha bûya. Lêbelê îro her ferdeke/î Kurd ê ku êrişên li ser Rojavayê dibîne helwesta xwe ya neteweyî nîşan dide. Em bang li hemû dewletên serbixwe dikin bila xwe bêdeng nekin, ker nekin. Li dijî vê zilmê deng derxînin. Hêviya me xurt e û em bawer dikin ku em ê kilamên xwe yên azadiyê careke din li ser Kobanê û Rojavayê bibêjin."
‘EM Ê DÎSA BI SER BIKEVIN’
Dengbêj Henîfeyê jî bi lêv kir ku li şûna keziyeke ku hatiye jêkirin bi hezaran keziyan cih girt û wiha got: "Em naxwazin ku ev şer li ser şervanên me, zarokên me çêbibe. Keziyên keçikên me dibirin wisa difikirin ku em ê tune bibin. Bi mîlyonan keziyên me hene. Bila nebêjin ku Kurd nînin û Kurd bêxwedî ne. Dinya hemû li ser me ye. Bila Kurd bibin yek û ber bi Rojavayê ve biçin û li dijî van êrişan bibin mertal. Çi hunermend û dengbêjên vê civakê li dijî van êrişan xwe bedeng nake. Wekî dengbêjekê derfetê min hebûya ez yek deqîqeyê li vir nedisekînim, ez ê biçûma Rojavayê. Kuştin, girtin, mirin ez mil bi milê wan re bûma. Divê hemû dengbêj û hunermend rabin ser pêyan. Ev êriş, ne tenê li ser Rojavayê, li ser tevahiya gelê Kurd e. Bang, li gelê Kurd dikim yekîtiya xwe xurt bikin. Dibêjin, pîvaza sor, ya spî her pîvaz e. Kurd jî, her Kurd e, ha Başûr, ha Bakur. Bila dijmin jî bizanibe ku Başûr û Bakur dê milên xwe bidin hev du, em ê pişta dijmin bişikînin. Em Kurd, wekî serkeftinên milyon caran em dîsa Kobanê bistînin. Milyonan keziyên me ber ba dikevin, li ber şer û cengê dikevin. Em bi wan jinan serbilind û serfiraz in ê ku keziyên wan hatin birin. Em ê keziyên xwe danîn li ser wan keziyan û bikin bi milyonan kezî."
‘ROJAVA HEBÛN Û ÇANDA ME YE’
Dengbêj Hekim Kilinç jî bertek nîşanî êrişên li ser Rojavayê da û got ku divê her hunermendeke Kurd helwesta xwe ya neteweyî di vê pêvajoyê de diyar bike û ev tişt anîn ziman: "Em wekî dengbêjên herêma Botanê van êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin. Ev êriş, ne tenê li ser Rojavayê, li ser tevahiya gelê Kurd ê Bakur, Başûr û Rojhilat e. Çi ciwan bin, çi kal bin divê ku em Kurd destê xwe bidin hev û Rojavayê rizgar bikin. Îro Rojava ne tenê ya gelê Kurd e, ya tevahiya cîhanê ye. Îro Rojava nebe, em nînin, em nebin Rojava nabe. Rojava hebûna me ye, çand û zimanê me ye. Ne Sûriye, ne DAIŞ û ne jî dewletê din nikarin vîna Rojavayê. Li ser medyayê gelek şaşitî tên belavkirin. Divê ku kesek ji wan bawer neke, divê em bi şervanên xwe û gelê xwe yê Rojavayê bawer bin. Em vê carê kilamên xwe ji bo azadî û serkeftina Rojavayê bibêjîn. Em her û her serkeftî ne û em ê dîsa bi ser bikevîn."
MA / Zeynep Dûrgût