Serlêdanên pêşbirka çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kir

Parve bike:
RIHA - Şaxê Egîtîm Senê ya Rihayê serlêdanên 3’yemîn Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz da destpêkirin.
 
Serlêdanên ji bo 3’yemîn Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz ku ji aliyê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Rihayê ve tê lidarxistin, dest pê kirin. Pêşbirk bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî tê lidarxistin. Di pêşbirkê de ji aliyê naverokê (temayê) ve tu sînor nîn in û divê çîrok herî zêde 10 rûpel bin. Her kes dikare tenê bi berhemekê heta 1’ê Gulanê serlêdanê bike. Berhemên di pêşbirkê hêjayî xelatê bên dîtin, dê di pirtûkekê de werin berhevkirin. Berhemên ku bên şandin divê berê nehatibın weşandin û encama pêşbirkê dê di 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de bê aşkerakirin.
 
ENDAMÊN JURIYA PÊŞBIRKÊ
 
Berhemên bi Kurmancî dê ji aliyê juriya ku ji Dîcle Denîz, A. Haşîm Yetîm, Mehmet Yildiz û Abdurrezak Dag pêk tê ve werin nirxandin. Berhemên bi Kirmanckî jî dê ji aliyê Sefer Bakçî, Şahîn Kukçu û Kafur Seçîlmek ve werin nirxandin. Kesên ku beşdar bibin, divê agahiyên xwe yên peywendiyê tevî çîrokên xwe ji navnîşana urfaegitimsen@hotmail.com re bişînin. Di pêşbirkê de dê xelat ji bo kesên yekemîn, duyemîn û sêyemîn bê dayîn.
 
Sekreterê Şaxa Egîtîm Sen a Rihayê, Sînan Halat, ji bo beşdarbûna pêşbirkê bang kir. Halat diyar kir ku îsal cara 3’yemîn e ku pêşbirka çîrokan li dar dixînin û her kesê ku bixwaze dikare serlêdanê bike. Halat anî ziman ku ew xelatê didin çîrokên serkeftî û çîrokên hatine hilbijartin dê di pirtûkekê de kom dikin. Halat ragihand ku ji bo 2 salên pêşîn du pirtûk hatine çapkirin û îsal li bendê ne ku beşdarî hîn zêdetir bibe.
 
‘EM PARASTINA PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ DIKIN’
 
Halat bal kişand ser girîngiya ziman ji bo neteweyekê û wiha got: “Em dixwazin gelê me zimanê xwe yê dayikê bide jiyîn. Zimanê dayikê hebûna neteweyekê ye, dîrok, çand û nirxên wê vedihewîne.”
 
Halat anî ziman ku ji ber ku Kurdî nabe zimanê perwerdehiyê ew zehmetiyên mezin dikişînin û wiha pê de çû: “Zehmetiyên ku dema me nû dest bi dibistanê kir hîna di bîra me de ne. Ez niha mamostetiya pola 1’ê dikim. Li dibistana me zarokên Sûriyeyî hene. Ev xwendekar di dersên matematîkê de pir serketî ne, lê di dersên bi Tirkî de ne serketî ne. Rewşa xwendekarên Kurd jî heman e. Em wekî Egîtîm Sen, parastina perwerdehiya bi zimanê dayikê dikin.”
 
HUSEYİN DENÎZ KÎ YE?
 
Nûçegihan û nivîskarê rojnameya Ozgur Gundemê, Huseyîn Denîz, di 9’ê Tebaxa 1992’yan de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê hate qetilkirin. Denîz ku biraziyê rewşenbîrê Kurd Apê Mûsa (Musa Anter) bû, bi salan li Sêwereg û Nisêbînê mamostetî kir. Di dema darbeya leşkerî ya 12’yê Îlonê de 3 salan di Girtîgeha Amedê de hate ragirtin. Xebatên wî yên ziman û folklora Kurdî ku di wan salan de dest pê kiribûn, paşê jî berdewam kir. Di sala 1991’ê de pirtûka wî ya bi navê “Gotinên Pêşiyên Kurdan” hat weşandin. Denîz endamê Yekitiya Nivîskarên Navneteweyî (PEN) bû, beriya Ozgur Gundemê di gelek kovar û rojnameyên wekî Yenî Ulke, Cumhuriyet, 2000'e Dogru û Welat de nivîsên wî hatin weşandin. Dema Ozgur Gundem di 31’ê Gulana 1992’yan de dest bi weşanê kir, bû nûçegihanê Serêkaniyê û di rûpela forûmê ya rojnameyê de nivîsand. Di 9’ê Tebaxa 1992’yan de li kolanekê rastî êrişeke çekdarî hat û bi giranî birîndar bû. Ji ber ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê midaxeleya pêwîst nehate kirin, rojek şûnda birin Amedê. Lêbelê Denîz beriya ku bigihîje Amedê, di 10’ê Tebaxê de li ser rê jiyana xwe ji dest da. 33 sal in , Denîz her sal ji aliyê hezkiriyên xwe ve li ser gora xwe tê bibîranîn.
 
MA / Omer Akin
Nûçeyên Têkildar
Rojnameger Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bibîranîn
Rojnameger Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bibîranîn

Rojnameger Volkan Eryîgît, di sala 22’yan a wefata xwe de, li ser gora xwe ji hêla malbat û hempîşeyên xwe ve hate bibîranîn.

Azadiya Welat vê hefteyê bi manşeta ‘Newroza yekitiyê’ derket
Azadiya Welat vê hefteyê bi manşeta ‘Newroza yekitiyê’ derket

Hejmara 10’emîn a Rojnameya Azadiya Welat bi manşeta “Newroza yekitiyê” derket pêşberî xwînerên xwe.

DFG’ê Nazim Babaoglû bi bîr anî
DFG’ê Nazim Babaoglû bi bîr anî

DFG’ê, nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Nazim Babaoglû ku ji bo nûçeyê çû Sêweregê û ji wê rojê ve tu agahî jê nehatin girtin, bi bîr anî.

Serlêdanên ji bo Atolyeya Medyaya Dijîtal dest pê kir
Serlêdanên ji bo Atolyeya Medyaya Dijîtal dest pê kir

Serlêdanên ji bo Atolyeya Medyaya Dijîtal ku ji hêla Konseya Bajar a Amedê û DFG’ê ve tê lidarxistin, dest pê kir.

Nûçegihanê DÎHA’yê yê berê Arslan jiyana xwe ji dest da
Nûçegihanê DÎHA’yê yê berê Arslan jiyana xwe ji dest da

Nûçegihanê DÎHA’yê yê berê Mehmet Arslan, di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da.