Çîroka Kurdî ya salên 1930'î: ‘Şewqa Sibê’ û rengvedanên îdeolojîk

Parve bike:

AMED - "Şewqa Sibê" ku di sala 1934'an de li Yêrêvanê hatiye weşandin, bi rêya çîroka "Zelîxê" pêvajoyên perwerde û rêxistinî yên jinan berbiçav dike. Her wiha berhem, rengvedana îdeolojiya Sovyetê ya wê demê jî, di wêjeyê de dide der. 

 
Pirtûka "Şewqa Sibê" ya nivîskarê Ermenî Nûrî Hîzanî ku di sala 1934'an de hatiye weşandin, ji heşt kurteçîrokan pêk tê. Berhem, bi zaravayê Kurmancî yê Kurdî hatiye nivîsandin û di sala 2022'yan de ji aliyê Weşanxaneya Lîsê careke din hat çapkirin. Pirtûk ku di pêvajoya modernîzekirina wêjeya Kurdî de wekî berhemeke girîng tê hesibandin, her wiha rewşa îdeolojîk a wê serdemê jî berbiçav dike.
 
Salên 1930'yî wekî serdema guhertinên radîkal di avaniya civakî û çandî ya Yekîtiya Sovyetê de derdikevin pêş. Polîtîkayên kolektîfkirinê yên Joseph Stalin û pîşesazîkirina bilez, şêwazên jiyana kevneşopî bi tevlîkirina cotkaran di kolxozan (çandiniya kolektîf/kooperatîf) de veguherandin. Di vê serdemê de, nivîskar neçar man ku di berhemên xwe de li gorî îdeolojiya fermî tevbigerin. Yan na ew bi mueyîdeyên wekî zext, rexne û qedexeyên weşanê re rû bi rû diman. Kurteçîroka "Zelîxê" ya Nûrî Hîzanî ku bi Kurmancî hatiye nivîsandin, vê çarçoveya îdeolojîk bi zelalî nîşan dide. Her çend nakokiyên takekesî di paşperdeyê de tên hiştin jî, perwerdehiya karakteran û pêvajoyên xebata kolektîf berbiçav in. Dijraberiya di navbera gund û bajêr de, bi rêya cudahiya di navbera zordariya kevneşopî û modernîzasyonê de tê destnîşankirin. Di vê çarçoveyê de, "Zelîxê" ne tenê wekî vegotineke edebî tê hesibandin, di heman demê de wekî metneke ku rewşa îdeolojîk a cîhana Sovyetê di salên 1930'yî de belge dike jî, tê hesibandin.
 
ZELÎXÊ
 
Zelîxê ku di temenekî ciwan de dê û bavên wê dimirin, bi rêya Komsomolê (rêxistina ciwanan a Yekîtiya Komunîst a Ciwanan a Yekîtiya Sovyetê) bo bajarê Lênînkanê tê şandin. Li wir, ew diçe dibistana êvarê û li kargeheke tekstîlê dixebite. Di hawirdora kargehê de, Zelîxê û hevalên wê bi awayekî xebatkar û berhemdar dixebitin û di heman demê de li ser jiyana bajarî ya nûjen fêr dibin. Di tevahiya çîrokê de, ew vedigerin gundên xwe da ku hişyariya jinan zêde bikin. Zewaca pêşwext, zordariya li ser jinan û astengiyên kevneşopî tên rexnekirin û di heman demê de armancên îdeolojîk ên serdemê bi rêya disîplîna kargehê û çalakiyên Komsomolê tên destnîşankirin.
 
TÎPEKE ÎDEALÎZEKIRÎ
 
Karaktera Zelîxê ne wekî fîgureke psîkolojîk a takekesî an jî wekî nîşaneke ji nakokiyên navxweyî, lê wekî modeleke îdeolojîk tê avakirin. Rêwîtiya wê wekî keçeke gundî ya êtim ber bi bajêr ve, beşdarbûna wê li dibistana êvarê û rola wê ya çalak di avaniyên kolektîf de têgeha îdeolojiya Sovyetê ya "karkera mînak" û "mirova nû" temsîl dike. Zehmetî û fikarên takekesî yên ku ew pê re rû bi rû dimîne hema hema nayên dîtin. Ev yek nîşan dide ku ew wekî semboleke îdeolojîk tê berpêşkirin. Bi vî rengî, Zelîxê ne karaktereke ku jiyana xwe vedibêje. Çîrok, wekî mînakeke vegotineke normatîf, bi avaniyên ku şêwazên tevger û nirxan pêşkêş dikin re paralel e. Destkeftiyên karakterê û xebata dîsîplînkirî kêmtir li ser serkeftina takekesî ne û bêtir li ser sembolîzekirina îdeala kolektîf û "xûypakî" ne ku ji hêla pergalê ve hatine destnîşankirin. 
 
RASTIYA PEVBESTÎ
 
Di çîrokê de, kargeh wekî cîhekî bi awayekî bêkêmasî rêxistinkirî tê nîşandan. Dengên makîneyan wekî muzîkê tên sêwirandin, karker bi ahengî dixebitin û pêvajoya hilberînê bi atmosfereke rîtmîk tê vegotin. Ev vegotin, dîsîplîna kar û xebata kolektîf îdealîze dike. Lêbelê, di çarçoveya dîrokî de, pîşesazîbûna Sovyetê di salên 1930'yî de bi gelemperî bi şert û mercên kar ên giran û monoton, mûçeyên kêm û mekanîzmayên kontrolê yên hişk pêş dikeve. 
 
Dijraberiya di navbera gund û bajêr de yekalî ye. Gund wekî paşverûtî, zordarî û astengiyên kevneşopî tê pêşkêşkirin; bajar jî wekî navendeke pêşkeftin, perwerde û ronakbîriyê. Ev dijraberiya sade bi bêjara (diskursa) îdeolojîk a wê demê re li hev dike û bi zelalî cudahiya di navbera bajar û gund de nîşan dide. Sêwirandina kargeh û bajêr armancên îdeolojîk ên fermî yên wê serdemê nîşan dide; hem bi hilberînê û hem jî bi jiyana civakî.
 
JIN Û ÇARÇOVEYA ÎDEOLOJÎK
 
Çîrok, balê dikişîne ser rewşa civakî ya jinan. Pirsgirêkên wekî tundiya li gundan, zewaca pêşwext, perwerdehiya kêm û zordariya serdest a mêran derdikevin pêş. Lêbelê, çareseriya pêşniyazkirî, yekalî ye. Hewldanên Zelîxê û hevalên wê ji bo hişyarkirina jinên li gundan û arastekirina wan ber bi perwerdehiya li bajêr ne înîsiyatîfa takekesî ye, destwerdana ji jor ber bi jêr ve ya ku ji hêla pergala Sovyetê ve hatiye ferzkirin temsîl dike. Xurtkirina rewşa civakî ya jinan, ne bi rêya maf û ezmûnên takekesî, bi rêya armancên îdeolojîk û avaniyên kolektîf ên dewletê tê veguhastin.
 
REALÎZMA SOSYALÎST
 
Zelîxê, cîhanên hundirîn ên karakteran bi awayekî sînorkirî pêşkêş dike û vegotin li ser xeteke îdeolojîk pêşve diçe. Ev nêzîkatî, taybetiyeke tîpîk a realîzma sosyalîst e; karakterên erênî û mînak tên pêşînkirin, rexneyên li ser pergalê tune ne û rastiya civakî li gorî armancên îdeolojîk tên şekilkirin. Çîrok, li şûna nakokiyên takekesî, li ser veguhestina modeleke îdealîzekirî û peyameke îdeolojîk disekine.
 
Bandora polîtîkayên çandî yên wê serdemê di Zelîxê de bi zelalî xuya dike. Rêxistinên girseyî yên wekî Komsomol û kolxozan ku li her aliyê jiyana rojane belav dibûn, bi awayekî îdeolojîk şikil dan ciwan, karker û cotkaran. Çîrok ne tenê çîroka karakterekê ye, di heman demê de nîşanek e ku çawa awayê jiyana Sovyetê û polîtîkayên çandî yên salên 1930'yî dirûv dane wêjeyê. 
 
BELGEYEKE ÎDEOLOJÎK E?
 
Zelîxê ne tenê vegotineke wêjeyî ye; ew dikare wekî berhemeke ku rewşa îdeolojîk û polîtîkayên çandî yên Yekîtiya Sovyetê di salên 1930'yî de belge dike jî bê xwendin. Jîngehên kargeh û perwerdehiyê tên îdealîzekirin, nakokiyên takekesî an jî dijwarîyên civakî yên karakteran bi piranî tên paşguhkirin û leheng wekî kesên mînak ên pergalê tên pêşkêşkirin. Çîrok, nîşan dide ka wêjeya Sovyetê çawa hatiye rêvebirin, sînordariyên ku nivîskaran berhemên xwe di nav de diafirandin û çawa têgîna civakê di çarçoveyeke îdeolojîk de hatiye avakirin.
 
NÛRÎ HÎZANÎ, JIYANA WÎ Û XEBATÊN WÎ YÊN WÊJEYÎ
 
Nûrî Hîzanî, nivîskarekî bi eslê xwe Ermenî, jiyana xwe bi Kurdan re parve kiriye û berhemên xwe bi Kurdî nivîsandiye. Nûrî Hîzanî ku navê wî yê rastîn Hovakîm Margaryan e, di sala 1896'an de li gundê Xakêvê yê navçeya Hîzanê ya Bedlîsê ji dayik bûye, xwendina xwe ya bilind li Yêrêvanê temam kiriye. Wî mamostetiya Kurdî kiriye, gelek pirtûk wergerandiye Kurdî û nivîs û helbestên xwe di rojnameya Rêya Tezeyê de weşandiye. Du berhemên wî yên wêjeyî bi Kurdî hene: Şewqa Sibê (1934, Yêrêvan) û Hub û Xebat (1962, Yêrêvan). Şewqa Sibê wekî mînaka yekem a cureya kurteçîroka Kurdî ya nûjen derdikeve pêş û berhemên wêjeyî yên Nûrî Hîzanî wekî çavkaniyeke girîng tên hesibandin ku hawirdora çandî ya ku ji hêla çarçoveya îdeolojîk a wê demê ve hatiye şekildan belge dike. Pirtûk ji hêla Îbrahîm Bûlak ve ji bo çapkirinê hatiye amadekirin û di sala 2022'yan de ji hêla Weşanxaneya Lîsê ve ji nû ve hatiye çapkirin.
 
MA / Rêdûr Dîjle