AMED - Hevserokê MED-DER’ê Remzî Azîzoglû, bertek nîşanî cezayên li ser saziyên perwerdehiya Kurdî da û got: “Heke ziman nebe zimanê fermî û perwerdehiyê, dê winda bibe. Bi nêzîkatiya ‘li malê biaxivin’ ziman nayê parastin.”
Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB), bi hinceta ku di 30'ê Adarê de li Wanê xebatên perwerdehiyê yên bêdestûr kirine, 400 hezar TL cezayê pereyan li Komeleya Lêkolînên Ziman Çand û Hunerê ya ARSÎSA’yê ya ku perwerdehiya Kurdî dide, birî. Bertekên li dijî cezayan berdewam dikin. Hevserokê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER) Remzî Azîzoglû, polîtîkayên ceza û ziman nirxand.
POLÎTÎKAYA ZIMAN NAGUHERE
Azîzoglû diyar kir ku nêzîkatiya dewletê ya di mijara zimên de neguheriye û anî ziman ku tevî ku di pêvajoyên borî de hin gav hatibin avêtin jî, ev yek di polîtîkayên ziman de pêk nehatiye û ev tiş got: "Ji bo sekinandina şerê çekdarî û destpêkirina pêvajoyeke demokratîk gelek hewldan çêbûn. Di parlamentoyê de komîsyon hatin avakirin, xebat hatin kirin. Lêbelê helwesta li ser zimên dîsa neguherî. Heke ziman nebe zimanê fermî û perwerdehiyê, dê winda bibe."
Azîzoglî anî ziman ku saziyên zimanê Kurdî bi zexteke sîstematîk re rû bi rû ne û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Li Îzmîr, Tekîrdag û Erdîşê cezayên giran li saziyên me hatin birîn, kontrol hatin kirin. Ev ceza êdî gihîştine asteke wiha ku sazî nikaribin li ser pêyan bimînin. Tehamula dewletê li hemberî Kurdî tune ye."
‘ZIMANÊ SERDEST, ZIMANÊ BINDEST TUNE DIKE’
Azîzoglû rave kir ku parastina zimên tenê bi statuya fermî û perwerdehiyê pêkan e û got: "Heke perwerde nebe û ziman ne fermî be, zimanê serdest bi demê re zimanê bindest tune dike. Di cîhanê de mînakên vê gelek in. Zimanên ku ne fermî ne, bi demê re winda bûne."
‘LI DIJÎ BIŞAFTINÊ ŞOREŞA ZIMAN PÊWÎST E’
Azîzoglû nêzîkatiya dewletê ya "Kurdî li mala xwe biaxivin" rexne kir û diyar kir ku ev yek têrê nake û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Zêdetirî sedsalekê ye polîtîkayên bişaftinê tên sepandin, lê ziman li ber xwe dide. Êdî li dijî vê rastiyê divê şoreşeke ziman bê destpêkirin. Em bi Kurdî biaxivin, pirtûkên xwe yên Kurdî bixwînin, fêrî zarokên xwe bikin. Ziman nasnameya me ye. Heke tu bi zimanê xwe berhemên xwe neafirînî, tu nikarî nasnameyeke resen ava bikî. Heke tu bi ziman, çand û folklora xwe biafirînî, wê demê tu dikarî cihekî birûmet bigirî.”