WAN - Pirtûka helbestvana Kurd Yildiz Çakar a bi navê “Mohra Reş / Dunkles Siegel”, ket lîsteya Lyrik-Empfehlungen 2026’an ku yek ji bijarteyên helbestan baş ên Almanyayê ye û di qada navneteweyî de deng veda. Ev berhema ku bi pirzimaniya xwe tê nasîn, bi vegotina xwe ya li ser bîr, nasname û tecrubeyên jinan, helbestê wekî qadeke şahidî, berxwedan û îfadeya estetîkê dinirxîne.
Li Almanyayê, pirtûka helbestvana Kurd Yildiz Çakar a bi navê “Mohra Reş / Dunkles Siegel” ket lîsteya Lyrik-Empfehlungen 2026’an ku yek ji bijarteyên herî girîng ên helbesta hevçerx e. Berhema Yildiz Çakar, di navbera Almanî û Kurdî de pirayek zimanî û estetîk ava kiriye û bi şêwaza hûnandina mijarên wekî bîr, nasname û aîdiyetê balê dikişîne. Ev pirtûka ku di nav berhemên bijarte de cih girt, ji bo xuyabûna wêjeya Kurdî di qada navneteweyî de wekî geşedaneke girîng tê nirxandin û di heman demê de tevkariyê li xurtkirina pirzimanî û cihêrengiya çandî ya di helbesta Ewropayê de dike. Helbestvan Yildiz Çakar der barê xebatên xwe de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
PIRA NAVBERA ZIMANAN
Yildiz Çakarê diyar kir ku cihgirtina pirtûka 'Mohra Reş / Dunkles Siegel' di lîsteya Lyrik-Empfehlungen 2026’an de, ji bo xuyabûna Kurdî li seranserê cîhanê girîng e û ev got: "Ev ji bo min tê wateya xuyabûneke hem ferdî hem jî kolektîf. Cihgirtina berhemeke ku bi Kurdî hatiye nivîsandin û bi wergera Almanî hatiye weşandin di lîsteyeke wiha de, ne tenê serkeftineke edebî ye, di heman demê de naskirina hewildana avakirina pireke di navbera zimanan de ye. Ev bijarteya ku ji aliyê jûriya Akademiya Ziman û Wêjeyê ya Almanî, Mala Helbestê, Weqfa Helbestê, Fona Wêjeya ya Almanî û Yekitiya Pirtûkxaneyên Almanyayê ve bi hev re tê amadekirin, her sal di 21’ê Adarê Roja Helbestê ya Cîhanê de tê aşkerakirin. Îsal 21’ê Adarê ji bo min ne tenê Roja Helbestê ya Cîhanê û Newrozê bû, di heman demê de bû rojeke taybet. Ev nûçe ji bo xuyabûna zimanê min ê dayikê Kurdî û helbestên min, ez pir kêfxweş bûm. Lewre pirtûka Mohra Reş di gelek pirtûkxane, malên edebiyatê û pirtûkfiroşan de bi taybetî tê nîşandan û danasîn."
HELBEST REWŞA JINÊN ÊZIDÎ RAVE DIKE
Yildiz Çakarê destnîşan kir ku pirtûka Mohra Reş behsa jinên Êzidî yên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve di bazaran de hatine firotin dike û wiha axaftina berdewam kir: “Di ‘Mohra Reş’ de nasname ji cîhekî sabît neaxive, bêtir di nav hebûna xwe ya piralî de bi dengê xwe diaxive. Rastiyeke me ya gel heye ku xwedî ol û taybetmendiyên çandî yên cuda ye. Mînak helbesta Mohra Reş a ku bûye navê pirtûkê, bi temamî behsa Kurmancê Reş dike. Helbesta Mohra Reş / Dunkles Siegel, behsa jinên Êzidî dike yên ku di êrişa DAIŞ’ê ya li ser Şengalê de hatin qetilkirin û yên din jî wekî xenîmet di bazarên Mûsil û Reqayê de wekî kelûpelan hatin firotin. Di serî de ji bo civaka Êzidî û gelê Kurd, bi giştî jî ji bo hemû jinên cîhanê mînakeke bîrê ye ku şahidiyê ji serdemekê re dike. Helbestên min helbestên dirêj û xwedî çîrok in û hemû formeke piralî vedibêjin.”
HESTÊN DEWLEMEND ÊN KURDÎ Û RÎTMA XURT A ALMANÎ
Yildiz Çakarê bal kişand ser dijwariya wergera helbestê û wiha pê de çû: "Tişta ku wergera wê herî zehmet helbest e. Ji ber vê yekê hinek dibêjin 'helbest nayê wergerandin, bi wergerê ji nû ve tê nivîsandin'. Me jî di her du wateyan de helbest hem wergerand hem jî ji nû ve nivîsand. Ji bo ku peywendiya bi werger û zimanê orjînal re xurt bin, di dema xebata wergerê de me helbestan wergerand zimanê sêyemîn û me berawird kir. Ji ber ku me xebatekî pir birêkûpêk kir, ez dikarim bibêjim ku ji aliyê wateyê ve bandora xwe parastiye. Xwendina cîhana hestên dewlemend ên Kurdî bi rîtma xurt a Almanî re, tê wateya dîtina cewhera helbestê bi gelek şêweyan. Ev jî tê wateya piralîbûn û zêdebûnê. 'Mohra Reş’ razek e, mohrek e. Ji bo min ev mohr hem nîşana bêdengiyê hem jî nîşana berxwedanê ye. Tarîtî li vir ne navê tirsê, navê kûrahiyê ye"
‘HELBEST ŞÊWAZEKÊ TÊKOŞÎNÊ YE’
Yildiz Çakarê destnîşan kir ku helbest di cîhana xwe de li ser xaçerêya sê qadên cuda yên wekî şahidî, berxwedan û stargeha hundirîn disekine û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Helbest ji bo min li cîhê ku ev her sê şêwaz digihîjin hev disekine. Carnan şahidî, carnan berxwedan, piranî jî stargeheke hundirîn e. Rewşên zext û şikestinê yên li cîhanê ne şêwaza helbestê, rîtma wê diguherînin. Îro nivîsandina risteyekî jî dikare bibe çalakiyeke polîtîk, lê ez dîsa jî helbestê wekî şêwazekê têkoşînê û qadeke nefes girtinê dibînim."
MA / Zeynep Durgut