SÊRT - Dêra Derîke ya dîrokî ku li nêzî gundê Eynqesirê yê navçeya Misircê ye, ji ber xemsariyê bi salan û kolandinên defînegeran hatiye texrîbkirin û hatiye terkirin.
Dêra Derîke (Keşîşxaneya Dêra Derîk) ku 3-5 kîlometreyan dûrî gundê Eynqesirê yê navçeya Misircê ya Sêrtê ye, wekî yek ji navendên girîng ên dîrokî û baweriyê yên herêmê tê naskirin. Ev avahiya ku îro beşeke mezin jê hilweşiyaye, ji ber bêxwedîtiyê û kolanên qaçax ên defînegeran roj bi roj bêtir zirarê dibîne. Li derdora dêrê ku bi aşê avê yê li nêzî dêrê û baxçeyên xwe yên fêkî yên ku hîn hişk nebûne bi nav û deng e, zêdetirî kêlegor jî hene.
NAVENDA OLÎ YA KELDANAN
Li gorî çavkaniyên dîrokî, dêr di destpêka salên 1900’î de di xebatên olî û perwerdehiyê yên civaka Keldanan de roleke girîng lîstiye. Tê diyarkirin ku ev avahî, bi girêdayî katedrala Serpiskoposê Keldanan ê wê demê Addai Scher, ligel îbadetê wekî navendeke perwerdehiyê jî hatiye bikaranîn. Tê gotin ku Scher, di pêvajoya qirkirin û koçberkirinê ya ku di salên 1914-1915’an de dest pê kir de neçar maye ji Sêrtê derkeve û paşê li Dihê jiyana xwe ji dest daye.
GORÊN XRÎSTIYANAN HATIN TEXRÎBKIRIN
Avahiya mîmarî ya dêrê ku kêlegorên wê û beşên wê yên saxlem mane jî ji aliyê defînegeran ve hatine texerîbkirin, zerarên mezin çêbûne, nebûna tu xebatên ji bo parastina vê mîrasa çandî dibe sedema bertekan.
Gelên herêmê ku dixwazin Keşîşxaneya Dêra Derîke ku yek ji şopên girîng ên pêkhateya piralî ya çandî ya Mezopotamyayê ye ji bo nifşên paşerojê re bê parastin, daxwaz dikin ku dêr bê restorekirin.
MA / Ozan Bayindir