Ji Dibistana Ma Muzîkê ya Egîdê Cimo çalakiyên dawiya serdemê

Parve bike:

STENBOL - DIbistana Ma Muzîkê ya Egîdê Cimo, bi boneya dawiya serdemê ji bo şagirtên xwe çalakiyên curbicur li dar xistin. 

 
Li Stenbolê Dibistana Ma Muzîkê ya Egîdê Cimo, bi boneya dawiya serdemê ji bo şagirtên xwe çalakiyên curbicur li dar xistin. Gelek şagirt û malbatên wan tevlî çalakiyan bûn. Di çalakiyan de lîstikên curbicur hatin lîstin. Her wiha şagirtan bi hev re stranên Kurdî gotin.
 
Paşê şagirt û malbatên wan li ber stranên Kurdî govend gerandin.