Li ser rêya Colemêrg-Wanê hezaz çêbû
Li Guzeldere Geçîdiyê ya li navçeya Payîzava ya Wanê hezaz çêbû. Ji ber hezazê rêya Colemêrg-Wanê ji çûnhatinê re hat girtin.
Bermayiyên OSB'ê Çemê Belkîsê jehrî dikin
Çemê Belkîsê li Dîlokê ku bermahiyên pîşesaziyê lê tên rijandin, hem gefê li tenduristiya welatiyên li 35 gundan dixwe û hem jî bi sedan hezar dekar zeviyên çandiniyê jehrî dike.
Şêniyên Malê Salayê li dijî GES'ê ne: Em ê rênedin talanê
Niştecihên gundê Mala Salê ku tê xwestin projeya GES'ê lê bê çêkirin, destnîşan kirin ku dê projeya navborî qadên wan ên jiyanê tune bike û gotin ku ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin.
Nobeda JES’ê gundê Qûlanê dewr girt
Li gundê Xwarikê yê Gimgimê nobeda ku li dijî projeya JES’ê hatîl destpêkirin, gundê Qûlan dewr girt.
Şîrketên petrolê bi gilêşê Gabarê qirêj dikin
Li Çiyayê Gabarê ku bi salan e talana xwezayê lê tê kirin, şîrketên petrolê bi gilêşan qadên xwezayî qirêj dikin.
Li gundê ku bi salan e çandinî lê nedihat kirin dest bi çandiniyê kir
Endazyarê Çandiniyê Hasan Turhan diyar kir ku ew dixwaze gundiyên Qûrçikê yên li Gimgimê yên ku bi salan e li şûna çandiniyê berê xwe dane sewalvaniyê teşwîq bike ku bi çandina cureyên curbicur ên berheman, dest bi hilberînê bikin.
Hevşaredarên Amedê serdana nobeda JES’ê ya li Gimgimê kirin
Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun serdana nobeda li dijî JES’ê ya li Gimgimê kirin û bertek nîşanê rapora “Pêwistî bi ÇED’ê nîn e” da û peyama “Ev biryar tenê li ser kaxiz dê werk şermek di dîrokê de cih bigire.” da.
Şeftiya Daristanan a Pasûrê birîna darên li Dorşînê parast
Şeftiya Daristanan a Pasûrê, parast ku birîna darên li Pasûrê li gor mewzûatê ye û armanc ciwanîkirina xwezayî ye.
Li dijî Lûtkeya COP31'ê Lûtkeya Avhewayê ya Gelan: Em li benda hemû têkoşeran in
Cîgirê Hevserokatiya DEM Partiyê yê ji Ekolojî û Çandiniyê berpirsiyar Îbrahîm Akin, diyar kir ku Lûtkeya COP31'ê ku dê li Antalyayê were lidarxistin, ne ji bo gel û xwezayê, ji bo kapîtalîstan e. Akin bang li gel kir ku li hemberî wê, "Lûtkeya Alternatîf a Avhewayê ya Gelan" bê lidarxistin.