Şeftiya Daristanan a Pasûrê birîna darên li Dorşînê parast 2026-07-14 11:35:36 AMED - Şeftiya Daristanan a Pasûrê, parast ku birîna darên li Pasûrê li gor mewzûatê ye û armanc ciwanîkirina xwezayî ye.    Li gundê Eskar û Beyrokê yên Pasûr a Amedê yên li quntarên Çiyayê Dorşînê, bênavber dar tên birin. Ji bo agahdarîkirinê Meclisa Ekolojiyê ya Amedê û Komîsyona Bajêr û Jîngehê ya Baroya Amedê, serî li Midûriyeta Daristanan a Pasûrê dan.    Şeftiya daristanan ku serlêdanê bersivand, birîna fdaran parast û îdia kir ku dar bi armanca ciwanîkirina xwezayî tên birin.    Şeftiya daristanan parast ku dar li gor Qanûna Daristanê ya bi hejmara 6831'ê tên birin û îdia kir ku tiştên li qada navborî tên kirin ne birîneke nelirê ye û got ku ya tê kirin ew e ku darberû zindî bibin. Her wiha hat parastin ku piraniya dsarên li herêmê bêenerjî bûne, dejenre bûne û temenê xwe yê ekonomik û biyolojik temam kirine.    Di bersivê de hat gotin ku li qadê xebatên parastinê yên pêwîst tên kirin û bi vî awayî armanc ciwanîkirina xwezayî ye.    Di bersivê de hat diyarkirin ku ger tu sûc bê tespîtkirin çi hewce be wê bê kirin.