AGIRÎ - Welatiyên ku li dijî projeya GES'ê ya tê xwestin li deverên çêrgehê yên gundê Bazirgan ê Giyadînê bê avakirin nerazîbûn nîşan dan, diyar kirin ku çavkaniyên wan ên debarê tên wêrankirin û gotin ku ev polîtîkayeke koçberkirina bi darê zorê ye.
Li gundê Bazirgan ê navçeya Giyadîn a Agiriyê, tê plankirin ku li ser çêrgehên ku çavkaniya sereke ya debara şêniyên herêmê ne, santrala enerjiya rojê (GES) were çêkirin. Gundî dibêjin ku di çarçoveya projeyê de erdên berhemdar û rêyên gund bên wêrankirin û gotin ku ev proje di bin navê "sûda cemaweriyê" de rê li ber rantê vedikin. Welatiyan diyar dikin ku ev proje ji sala 2025'an pê ve bi zext û gefan tê ferzkirin û gotin ku girtina çêrgehan sewalvaniyê aniye ber qedandinê.
Sadik Yuce ku berê keyayê gund bû, diyar kir ku projeya ku di demên berê de ji ber îradeya gel hatibû betalkirin, niha bi hinceta "talîmatên Serokkomar" bi zorê tê ferzkirin. Yuce got ku xebata li gund bi gefên wekî "Pêşniyaza Serokkomar heye; heke hûn li ber xwe bidin, dê tundî were bikaranîn û hûn ê werin girtin" dest pê kiriye. Yuce got: "Sewalvanî jî ji bo gel bi qasî elektrîkê sûdmend e. Ji aliyekî ve dibêjin ku piştgiriya sewalvaniyê tê kirin û ji aliyê din ve jî çêrgehên me tên girtin. Ev nakokiyeke mezin e."
'HEKE ÇÊREGEH NEMÎNIN JIYAN JÎ NAMÎNE'
Bariş Tokmak diyar kir ku mudaxile li rêyên herî qerebalix ên gund tê gkirin û got: "Li seranserê çêregeha me panelên rojeyê hatine bicihkirin û her tişt, tevî rêyan, xera bûye. Rêya xam ya gund rast li kêleka me derbas dibe û rêyên gundê me jî ji ber vê santrala enerjiya rojê xera bûne. Em naxwazin ev sîstem bêyî agahdariya me û bêyî şêwirîna bi tu saziyekê re were sazkirin. Bila li cîhekî din, ne rast li kêleka gund, saz bikin, em ne li dijî vê yekê ne."
Azayê keyatiya gund Samet Altindag destnîşan kir ku motîvasyona sereke ya li pişt projeyê "rant" e. Altindag got: "Wekî azayê gund, ez vê dibêjim: rant li vir keda gelek kesan paşguh dike û rasterast tune dike. Wêrankirina eraziyan û girtina rêyan nayê qebûlkirin. Mirov êdî nikarin bigihîjin zeviyên xwe jî. Ev tenê çavbirçîtiya pereyan e. Em ne li dû qezenca şîrketan in, lê debara vî gundî bi çandinî û xwedîkirina heywanan ve girêdayî ye. Çêregeh tune hatıne hesıbandın ku ev rasterast zirarê dide mirovan."
Kemal Kurtoglû anî ziman ku xwedîkirina heywanan li ber qedandinê ye û got ku proje li ser qadeke 600 metrekareyî ye û got: "Em nikarin heywanên xwe derxin. Em ê neçar bimînin ku wan bifroşin. Ger li gund heywan tune bin, jiyan ji bo me ne mumkin e; ji bilî koçkirinê tu çareyek menamîne."
Evrezak Bozdemîr ku tenê debara xwe bi bi xwedîkirina heywanan dike, diyar kir ku çavkaniyeke din a dahatê wan tune ye û got: "Ger ev proje were bicîhanîn, em ê neçar bimînin ku gund biterikînin û radestî şîrketê bikin. Em ê bêyî xwedîkirina heywanan çawa debara xwe bikin? Em van panelan qebûl nakin. Em bêyî xwedîkirina heywanan nikarin bijîn. Ne mûçeyê me, ne pereyên me hene; ji bilî koçberiyê tu çareyeke me ya din tune ye."
Mûrat Yaşar bilêv kir ku şîrket zirarê dide jiyana gund û rêyan xera dike û heywanên wan bi makîneyên înşaetê dieciqîne.
Bulent Yuce diyar kir ku tenê daxwaza gundiyan ew e ku mudaxileyî çêregehên wan neyê kirin û got: "Em şîrketê li vir naxwazin."