Tevî biryara dadgehê jî Sînpaş li Parka Milletê otêlê çêdike

Parve bike:

MÛGLA- Tevî biryarên dadgehê jî, Sinpaş li Parka Milletê ya Marmarîsê avakirina otêlekê didomîne. Ekolojîst Halîme Şamanê destnîşan kir ku ev rewş li dijî hiqûqê ye.

 
Tevî biryarên dadgehê, Sinpaş li herêma Parka Milletê ya li Marmarîsa Mûglayê avakirina otêlê didomîne. Otêla ku qonax bi qonax tê vekirin, bi dozekê re rû bi rû ma ji ber biryara "Nirxandina Bandora Jîngehê (ÇED) ne pêwîst e". Di destpêka 2024'an de, Dadgeha Îdarî ya 3'yemîn a Mûglayê biryara rawestandina pêkanînê û biryara betalkirinê da.
 
Piştî vê biryarê, Şaredariya Marmarîsê şantiyeya avakirinê mohr kir. Lêbelê, şîrketê karê xwe berdewam kir. Konseya Bajêr a Marmarîsê, Platforma Jîngehê ya Mûglayê û niştecihên herêmî ji bo betalkirina 17 ruxsetên avakirinê û belgeyên îmarê doz vekirin. Di 12'ê Mijdara 2024'an de, dadgehê 17 ruxsetên avakirinê bi hinceta ku "li gorî plana îmarê ya pêkanînê, belgeyên Îmarê, aliyên mîmarî û teknîkî yên planê û şert û mercên avahiyê yên ku di qanûna îmarê de hatine destnîşankirin nebûn" betal kir.
 
Ekolojîst Halime Şamanê bal kişand ser ku otêl li ser milkê taybet ê di nav Parka Milletê de tê çêkirin û diyar kir ku şaredara berê ya Şaredariya Marmarîsê li gorî berjewendiya Sinpaşê tevgeriyaye û got: "Şaredariyê 17 rûxset ji bo avakirina otêlê da dema ku doz berdewam dikir. Di doza ku me ji bo betalkirina van 17 ruxsetan vekir de, vekolînek hat kirin. Di encama vekolînê de, rapora pisporan diyar kir ku ev ruxset ne qanûnî ne û divê werin betalkirin. Dadgeha îdarî jî ruxset betal kirin, bi balkişandina ser rapora pisporan. Lêbelê, Sinpaş û Kizilbuk îtîraz kirin. Dadgeha Îdarî ya Herêmî, pir balkêş e, rapora pisporan paşguh kir û biryara ku bi hatibû dayîn betal kir."
 
Halîme Şamanê anî ziman ku dozên tazmînatê yên li ser bingeha reqabeta neheq li dijî wan hatine vekirin da ku berxwedana wan bişkînin û ev doz hîn jî berdewam dikin. Halîme Şamanê destnîşan kir ku hemû ceza û girtinên Sinpaşê hatine rakirin û got: "Her çend divê berjewendiya giştî were berçavgirtin jî, di van biryaran de berjewendiya giştî tune. Ev biryar Sinpaşê diparêzin û jê sûd werdigirin. Ev ne di wijdanê de ne jî di qanûnê de tu hêleke wê ya bê qbeûlkirin tune."
 
Halîme Şamanê destnîşan kir ku ew behsa bi tevahî 17 ruxsetan û qadeke avakirinê ya ku digihîje nêzîkî 202 hezar metrekareyî dikin û got: "Lêbelê, qanûn pir zelal e. Ev qadeke bi xwezayî parastî ye. Hûn nikarin li vir tiştekî bikin. Wekî din, ew qadeke lehiyê ye û her kêliyê dikare rastî erdhejê were. Niştecihên Îçmeler û Marmarîsê gazinan dikin. Ji ber ku ew ne tenê qada ku ji hêla şantiyeya avakirinê ve hatiye nixumandin dibînin. Ew her wiha diyar dikin ku çawa ava qirêj, ji ber nebûna binesaziyê û pergala kanalîzasyonê, kendavekê qirêj dike ku tevgera deryayî lê tune ye."