MÛŞ - Nûnerên rêxistinên ekolojiyê û olî ku serdana çalakiya konê ya li dijî projeya JES'ê ya li Gimgimê kirin, diyar kirin ku ew ê piştgiriyê bidin berxwedana gelê Gimgimê ya li dijî wêrankirina xwezayê.
Berxwedana gel li gundên navçeya Gimgimê ya Mûşê û Kanîreş a Çewligê li dijî Santrala Enerjiya Jeotermal a ku ji hêla IGNIS H2 Inc. ya Amerîkî ve tê plankirin, berdewam dike. Bi kêmî 22 gund dê ji vê projeyê ku dê gundên sînor ên her du navçeyan bigire nav xwe, bandoreke neyînî bibînin. Projeya ku çandinî û xwedîkirina heywanan, çavkaniyên sereke yên debara her du navçeyan, tehdît dike, welatiyan jî ji ber îhtîmala derketina xeta fayê ya ku di Gimgim û Kanîreşê re derbas dibe, dixe nava fikaran. Çalakiya konê ku ji hêla Meclisa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê ve li cihê sondajê yê plansazkirî ji bo projeyê hat destpêkirin, roja xwe ya 41'emîn temam kir.
Her çend piştgiriya çalakiya konê bênavber berdewam dike jî, nûnerên rêxistinên ekolojîk û saziyên olî yên ku serdana qada çalakiyê dikin, diyar dikin ku ew li gel gelê Gimgimê ne ku li dijî projeyê li ber xwe dide.
'NAYÊ QEBÛLKIRIN'
Rêvebera Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) a Mûşê Oya Yildirimê, bi bîr xist ku wê berê ji bo hevgirtinê serdana berxwedana li Gimgimê ya li dijî projeya santrala jeotermal kiriye û got: "Ev êrişek li ser xwezayê ye, nayê qebûlkirin. Dema ku hûn darekê ji kokê ve radikin, çiqas dijî? Najî. Xelk ji ber valakirinê ji gundên xwe koç kirine. Yên ku mane bi vê xweza, av û hewaya paqij re bûne aşîna. Em li vir in da ku pêşî li van tiştan bigirin. Divê em rêzê li baweriyên mirovan bigirin, çi dibe bila bibe. Ma li tevahiya cîhanê heman baweriyê heye? Na. Îro li vir berxwedanek heye. Em li vir in ku vê berxwedanê silav bikin û diyar bikin ku em ê bi wan re bin."
'EM Ê JI BO XWEZAYA XWE Û BAWERIYA XWE CANÊ XWE BIDIN'
Rêvebera Şaxa Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) a Stenbolê Sutiye Dapakliyê diyar kir ku erdnîgariya wan ji bo wêrankirinê tê hedefgirtin û ew êrişên li ser bawerî û xwezaya wan qebûl nakin û bal kişand ser hebûna navendên olî yên li herêmê. Sutiye Dapakliyê diyar kir ku polîtîkayên asîmîlasyonê bi salan e li dijî baweriya wan tên meşandin û got "Gireboa ji ber bombebaran û çekan gelek zirar dîtiye. Gireboa ji bo me cihekî ziyaretê ye. Îro, em dibînin ku cihên me yên pîroz dîsa bi rêbazên cuda tên wêrankirin. Hewl didin ku wê ji me bistînin. Cîhan jî were, ew ê nikaribin baweriya me ji me bistînin. Em bi vê baweriyê hene. Baweriya me xwezayê diparêze. Divê ew destwerdanê li baweriya me nekin. Em ê ji bo xwezaya xwe, ava xwe û axa xwe canê xwe bidin."
'EM Ê IGNIS'Ê DERXÎNIN'
Endamê Platforma Xwezayê ya Çermeyê Mehmet Dinler got: "Em wekî Platforma Xwezayê ya Kanîreş, Geliyê Perî û Çermeyê li vir in. Em hatine ku piştgiriyê bidin hevalên xwe. Gimgim di berxwedanê de dengekî pir xurt da. Em tevlî wî dengî dibin û piştgiriyê didin wan. Em ê li dijî wêrankirina xwezayê bitêkoşin. Heta IGNIS neçe, em ê xebatên xwe bidomînin."