Li dijî JES’ê 66 roj in di nobedê de ne

Parve bike:

MÛŞ - Li Gimgimê nobeda ku li dijî projeya JES’ê ya ku tê xwestin li gundê Xwarikê bê çêkirin, di roja 66’emîn der berdewam dike.  

 
Nobeda ku Meclisa Ekolojiyê ya Gimgimê li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) ku ji aliyê Şîrketa IGNIS H2 ya Amerîkî ve tê xwestin li gundê Xwarik ê navçeya Gimgim a Mûşê bê çêkirin, berdewam dike. Di roja 66’emîn a nobeda konan de pankarta “Dayika me hemûyan heye. Ew jî ax e. Li Gimgimê em ê destûrê nedin ku dest bidin axa me. Jinên Gimgimî vê talanê red dikin” hat daliqandin. 
 
Çalakiya nobedê di roja 66’emîn de berdewam dike. Nobed ji aliyê gelek welatiyên dilsoz ve dewr hat girtin.