Qedexeya derketina derveyî welat a 19 rojnamevanan nehat rakirin 2026-07-09 11:11:56 AMED - Li Amedê di çarçoveya lêpirsînê de 19 rojnamevanên ku der heqê wan de biryara qedexeya derveyî welat hebû, nehat rakirin.   Danişîna 11’emîn a doza ku tê de 19 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê yên Kurd bi xebatên xwe yên pîşeyî û bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ tên darizandin, li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Dadgehê daxwazên parêzeran ên ji bo rakirina şertên kontrola edlî red kir û dosya ji bo amadekirina mutalaaya dawî şand ji dozger re.   Di danişîna 11’emîn de, parêzerê rojnamevanan Resul Temur û rojnamevan Elîf Ungur beşdar bûn. Her wiha nûnerên Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) jî ji bo piştgiriyê şopandina danişînê kirin.   Şandeya dadgehê piştî guhdarîkirina parastinan, daxwaza rakirina kontrola edlî red kir û biryar da ku qedexeya derketina derve ya li ser rojnamevanan berdewam bike.    Danişîna 12’yemîn a dozê taloqî 10’ê Mijdarê hat kirin.