Hejmara nû ya Kovara Jinê derçû 2026-07-12 12:13:34 STENBOL - Hejmara 176’an a Kovara Jinê bi berga ‘‘Rêgezên Damezrîner ên Aştî û Hiqûqa Azadiyê’ derket pêşberî xwînerên xwe.   Kovar li ser bingehên yasayî, civakî û dîrokî yên aştiyê disekine, di heman demê de mijarên wek rola yasayê di avakirina civakek demokratîk de, nîqaşa li ser naskirina yasayî û mafên kolektîf di pirsgirêka Kurd de, pozîsyona damezrîner a jinan di pêvajoyên aştî û destûra bingehîn de, û hevrûbûna bi raboriyê û bîra kolektîf re digre dest.   Sernavên di hejmara dawî de wiha ne:   “Qanûna Aştiyê: Qanûn di Avakirina Civakek Demokratîk de çi dibêje? / Atiye Arikan   * Hevkêşeyeke Nû û Bingehîn; Diyardeya Kurd a Qanûnî / Suzan Akîpa   * Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de Daxwazên Jinan ên di Çarçove Qanûn û Destûra Bingehîn de / Sevda Çelîk Ozbîngol   * Qêrîna Bêdeng a Çiya: Ji nû ve Bîranîna Zarîfe Xanim/ Çîdem Goksoy   * Ji Hypatia heta Nagîhan Akarsel: Şerekî Hezar Salî li Dijî Rastiya Jinan / Gulîzar Îpek”