Mazlum Ebdî: Hevdîtinên me bi Tirkiyeyê re hene

  • rojane
  • 09:03 12 Cotmeh 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî diyar kir ku hevdîtinên wan ên bi Tirkiyeyê re berdewam in û got: “Qanalên vekirî hene. Dema hinek fikarên wan çêdibin bi me re parve dikin. Em dixwazin ev hevdîtin bidomin.” 
 
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî di bernameyeke taybet a bi Ronahî TV’yê de, li ser rewşa siyasî û leşkerî, mijarên hevdîtinên dawîn ên bi şandeyên Amerîka û Şamê re, rewşa koçberan û beşdarbûna HSD’ê ya artêşa Sûriyeyê re nirxand. 
 
Mazlum Ebdî di serî de bal kişand ser hevdîtina bi şandeya Amerîkayê re û got: “Serdana birêz Tom Barrack û Fermandarê Giştî yê CENTCOM’ê, serdanek girîng bû. Hem ji bo hevkariya bi HSD’ê û şerê li dijî DAIŞ’ê, hem jî ji bo diyaloga di navbera me û Şamê de tê meşandin, piştgiriya xwe nîşan dan. Rewşa Sûriyeyê, rakirina cezayê Qeyser, pêkanîna tifaqa 10’ê Adarê hatin nîqaşkirin. Her wiha di vê demê dawî de hevdîtinên me û Şamê hinekî rawestiya bûn. Em ê çawa van hevdîtinan xurt û bilez bikin, çawa karibin bi hikûmeta nû ya Sûriyeyê re, şerê li dijî terorê bimeşînin. Di van mijaran de civînek bi encam pêk hat. Bandora vê jî li hevdîtinên me yên roja din bi Şamê re çêbûn û bû bingehek.”
 
‘CIVÎNÊN BI ŞAMÊ RE ENCAMGIR BÛN’
 
Bi domdarî Ebdî bal kişand ser civîna li Şamê û wiha bal kişand ser naveroka civînê: “Em dikarin bêjin rêzecivîn çêbûn. Şande bi Serok Şerî re civiyan, Wezîrê Karê Derve Şeybanî re civînek pêk hat. Me pêvajoya şeş mehên derbasbûyî nirxand, çima heta niha lihevkirin pêş de neçûye? Ya din jî em ê ji niha û pê ve çawa pêvajoya diyalogê pêş bixin. Me bi awayek vekirî bi hev re axivî. Ji ber wê jî encamgir bû. Di gelek mijarên esasî de me li hev kir. Helbet wê niha şandeyên me û wan di aliyê pratîkê de hevdû bibînin.
 
‘BI ŞAMÊ RE LI SER AGIRBESTA EM GIHIŞTIN BIRYARÊ’
 
Di berdewamê de Ebdî diyar kir ku yek ji gavên herî erênî ya civîna li Şamê bi bi wezîrê parastinê û gerînendeyê istixbaratê re bû û wiha domand: “Em gihiştin biryarekî ku agirbesteke giştî û li hemû çeperan pêk bê. Agirbest yek ji benda esasî ya tifaqa 10’ê Adarê ye. Lê mixabin vê dawiyê di vê mijarê de gelek zêdegavî çêbûn. Ev bû sedem ku hêzên derveyî destwerdana mijarên me yên hundir bikin. Ya girîng jî ew e ku em van hevdîtinan di asta herî bilind de bidomînin. Mijarên weke destûrê, leşkerî, ewlekarî de jî nîqaşek çêbû. Her çendî di hinek mijaran de me bi temamî li hev nekiribe jî, me nêrînên hevdû fêm kir. Hinek mijaran de jî hevhatinek mebdeî çêbû, li ser vî esasî hevdîtinên me dikarin bidomin.”
 
‘DI MIJARA SÛRIYEYA NENAVENDÎ DE LIHEVKIRINEK HEYE’
 
Ebdî, destnîşan kir ku wan berê jî gotibû ku ew Sûriyeyekê nenavendî dixwazin û ev tişt anî ziman: “Me ev nîqaş kir. Dibe ku em di mijarên mustelehatan de weke hev nafikirin, lê vînek heye ku em li ser naverokê li hev bikin. Li ser mijara nenavendîbûnê nêzîkbûnek hevbeş heye. Dê şandeyek Rêveberiya Xweser li bajarên Sûriyeyê bigere û pergala nû binêre. Dê nêrînên xwe jî bidin, di aliyê nenavendî û rêveberiyên herêmî de. Dê di mijara çêkirina destûrê de xebatek bê çêkirin. Lê em dixwazin destûra hatiye çêkirin, guhertin çêbin. Hinek bendên di peymana 10’ê Adarê de, di destûra nû de tune ne. Ew jî ne li dijî guhertinan in. Dê ev mijarê de nêzîkbûnek erênî heye, me gavek pêş de avêt.”
 
‘EM LI BENDÊ NE KU DI ROJÊN PÊŞ DE DI MIJARA DESTÛRÊ DE HINEK GUHERTIN ÇÊBIBIN’ 
 
Ebdî, da zanîn ku gelek gav dê bi hev re bên avêtin û got: “Nêzîkatiyek li gel rayedarên Sûriyeyê heye, pêwîste hinek gav bên avêtin. Aliyê leşkerî girîng dibînin. Beşdarbûna HSD’ê ji artêşa Sûriyeyê de weke yekbûna axa Sûriyeyê dibîne. Em jî ne li dijî vê ne. Lê divê liser esasê Sûriyeyek ne navendî çêbibe. Em bawerin di dema pêş de, di mijara guhertina destûrê de hinek pêşketin çêbin.”
 
HSD DÊ ÇAWA ENTEGREYÎ ARTÊŞA SÛRIYEYÊ BIBE? 
 
Di berdewama axaftina xwe de Ebdî bal kişand ser mijara entegrebûna HSD’ê ya nava artêşa Sûriyeyê û ev nirxandin kir: “Dema me peymana 10’ê Adarê îmze kir, mijara herî zêde me li ser nîqaş kir, me wê demê li hev kiribû. Me li ser beşdarbûna HSD’ê di artêşê de li hev kiribû. Me careke din li ser teqez kir. Ahmed Şerî jî ji vê re vekirî bû û ji nêrînên me re vekirî bûn. Me li ser beşdarbûnê li hev kir, lê helbet dê şande hevdîtinan pêk bînin û hûrgiliyan biaxivin. Ji bo me ya esasî ji bo keda hatî dayîn vala neçe, divê cihek layîqî xwe di artêşê de bigire, artêşa Sûriyeyê xurt bike û tirsa gelê me ji holê rake. Her kes jî dixwaze ji vê tecrubeyê sûdê wergire, wezîrê parastinê jî diyar kir ku pêwîstiya wan bi xibreta HSD’ê heye. Di vî alî de lihevkirinek çêbû. Dê di demeke kurt de şandeya me ya leşkerî here gel wezareta parastinê û vê nîqaş bikin.
 
Divê Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî wekî HSD’ê jî beşdarî hêzên ewlekariya hundirîn a Sûriyeyê bibin. Me tecrubeyek ji Şêxmeqsûdê jî girt. Dê ev pêvajo jî dest pê bike. Dê şandeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî li gel HSD’ê here Şamê û vê mijarê nîqaş bikin. Li ser hûrgiliyan nîqaş bikin.”
 
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAIŞ’Ê 
 
Mazlum Ebdî, daxuyand ku koalîsyona navneteweyî ji wan re gotiye “me bi awayekî fermî ji dewleta Sûriyeyê xwest ku beşdarî koalîsyona li dijî DAIŞ’ê bibin” û wiha pê de çû: “Li gorî me fêm kirî Şam erênî lê dinêre. Di civîna Hesekê de jî hinek daxwaz ji me hatin kirin. Me jî guncav dît. Mijara girtîgehan de, kampa Holê, malbatên DAIŞ’ê, bi alîkariya hêzên Amerîkî yekîneyek hevbeş li dijî DAIŞ’ê. Heta niha ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşînek li dijî DAIŞ’ê dihat meşandin, niha dê bibe netewî û li ser asta Sûriyeyê.”
 
VEGERA LI EFRÎN, SERÊKANIYÊ Û GIRÊ SPΠ
 
Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî da zanîn ku wan di civînên dawî de li ser rewşa koçberên Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên din axivîne û got: “Hîna hinek pirsgirêkên ewlehiyê hene. Lê dem hatiye ku vegerek rêxistinî çêbibe, metirsiya gel heye. Civînê de jî hate pejirandin ku êdî veger çêbibe. Di rojên pêşiya me de dê xebatek ji bo vegera gelê me yê Efrînê çêbibe, divê gelê me yê Efrînê jî xwe ji vê re amede bike. Her wiha rewşa Girê Spî û Serêkaniyê jî di rojevê de ye. Heman demê de kesên ji herêmên me jî koçber bûne hene, em mîsogeriyê didin wan jî ku vegerin cihê xwe.” 
 
REWŞA TAXÊN ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ 
 
Ebdî, wiha domand: “Herkes dizane ku herdû tax ji bo Helebê tu caran xeteriyê çênakin. Îdayên di vê mijarê de tên kirin ne rast in. Ji ber wê jî yek ji xala girîng xala agirbestê bû. Hinek hêz li Helebê provakasyonê çêdikin. Raste bi tenê di nava Helebê de ne, lê doza herkesî ye. Çareseriya herî baş pêkanîna hevpeymana Nîsanê ya ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ye. Ez jî berxwedana gelê me yê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pîroz dikim. Ji herkesî re dan nîşan ku dikarin xwe biparêz in.”
 
PEYMANA 10’Ê ADARÊ 
 
Ebdî, diyar kir ku rayedarên Şamê ji wan re dibêjin ku di mijara Kurdî de pirsgirêka wan tune ye û wiha dirêjî da axaftina xwe. “Di peymana 10’ê Adarê de jî hebû, lê hîna neketiye pratîkê. Ya girîng pratîk e. Pêwîste destûr were guhertin, di wir de bê diyarkirin. Dîsa mijara ziman û perwerdeyê heye. Lê bi giştî nêzîkatiyek erênî heye. Ew jî bi rêya şandeya Kurdî çêbibe, şande here Şamê û nîqaş bike. Ew jî amedekariya xwe dikin. Em li ser kar dikin ku demek kurt çêbibe.”
 
‘HEVDÎTINÊN ME BI TIRKIYEYÊ RE HENE’ 
 
Mazlum Ebdî, destnîşan kir ku di hevdîtinên bi Şamê re de li ser rola Tirkiyeyê jî axivîne û got: “Divê Sûrî-Sûrî mijarên xwe çareser bikin. Raste hinek dewlet hene garantorî dikin, lê wisa destwerdan nayê pejirandin. Tirkiye dikare rolek erênî bilîze, bandora wê li ser Sûriyeyê nayê înkarkirin. Berjewendiyên wan jî bên dîqetkirin. Di navbera me û Tirkiyeyê de qanalên vekirî hene û em hêvî dikin demê pêş de zêdetir pêş bikeve.”
 

Sernavên din

16:48 Şînên li Amedê bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:40 Li Sêrtê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê hat dayin
16:20 Şaredariya Mûşê avakirina ‘Meclisa Jinan’ ragihand
16:20 Şîna Îshak Tepe bi girseyî hate ziyaretkirin
16:19 Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol didome
15:28 CPT: Tirkiye hejmara baregehên xwe zêde dike
15:10 Dadgeriya Înfazê: Lijneya Çavdêriyê ne ew meqam e ku poşmaniyê binirxîne
14:27 Rêveberiya Amedsporê: Motîvasyona tîma me bilind e
14:22 Hem li dijî zextên hevjînên xwe hem jî yên civakê têdikoşin
13:59 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Aykol name şandin
13:38 Daxwaza sewqa ji bo Îmraliyê kirin hinceta ‘taloqkirina tehliyeyê’
13:18 Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
12:02 Hilbijartina Parlamentoya Iraqê sibê ye
11:58 Bagera Fung-wongê bîlançoyeke giran li pey xwe hişt
11:57 Tevî pêvajoyê jî ferzkirina sîxûriyê didome
11:26 ‘Çareseriya herî rast a li dijî tiryakê, piştevaniya rêxistinkirî ya gel e’
10:44 Vaye rêgeha tiryakê: Serkêşiya wê ‘bajarên biewle’ dikin
09:37 Li Êlihê 2 kes hatin kuştin û 5 kes birîndar bûn
09:21 Xwebûn bi manşeta ‘Jin bajaran ji nû ve saz dikin’ derket
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2025'AN
09/11/2025
16:55 Komên paramîlîter ên Tirkiyeyê 11 kes revandin
14:32 Vê hefteyê dê budçeyên 4 wezaretan bên nîqaşkirin
14:20 DFG’ê xebatkarên Çapemeniya Azad ên hatine qetilkirin bi bîr anî
14:00 Jinan li Erdîşê şitilên berûyê danîn
13:59 Îshak Tepe wefat kir
13:31 TJA’yê starta 25’ê Mijdarê da
12:17 Wezîrê Edaletê: Biryara têkildarî Demîrtaş li ber destê dadgehê ye
12:17 Dengdana taybet a ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dest pê kir
11:59 Kesên nêzî saleke daxwaza aştiyê dikin axivîn
11:30 Sala 20’an a bombekirina Pîrtûkxaneya Ûmûtê: Divê dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe
10:30 Li Îtalyayê ji bo bîranîna Nagihan Akarselê mihrîcan hat lidarxistin
10:26 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:16 Şara li Amerîkayê ye
10:15 Gundê Îbrahîm Kaypakkaya di hedefa sermayê de ye
09:34 Jinên Ocaxa Dêrsimê: Ji bo hêsrên dayikan nebarin divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire
09:32 Di pêvajoya şer de 2 zarokên xwe winda kir: Tekane tişta ku êşên min sivik bike aştî ye
09:30 Welatiyên Wanê: Aştî bi yekalî nabe, divê dewlet gav biavêje
09:02 Li bajarê 24 saetan tê şopandin trafîka madeyên hişbirê
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2025'AN
08/11/2025
18:36 Abdullah Ocalan: Kurd bêyî ku ji hebûna xwe tawîz bidin, divê pêşengiyê bikin
16:23 Li Agiriyê Komeleya Kurdî-Zana Araratê hat vekirin
15:58 Serdana şîna Yakup Tûncer kirin
15:36 Nobeda Edaletê didome
15:33 Ji Îlham Ehmedê piştgirî ji bo 'rakirina mueyîdeyan'
14:59 Ji bijîşkan banga piştevaniyê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:16 Li çar bajaran ji bo windayan çalakî
14:02 Dayikên Şemiyê ji bo Yurtseven, Ozeken û Saritaş edalet xwestin
13:42 Bi girseyî serdana şîna Lokman Çîftçî hat kirin
13:37 Dermankirina Zeynep Celaliyanê tê astengkirin
13:07 Ji bo meşa li Kolnê gel li qadê kom dibe
13:00 Li Şirnexê qeza: 19 kes birîndar bûn
12:56 Li Amedê konferansa ‘Ber bi bajarên jinan ve’
11:11 Sozdar Avesta: Azadiya Rêber Apo bingeha têkoşînê ye
10:44 Li Girtîgeha Tekîrdagê binpêkirinên mafan: Bingeha provakasyonê tê amadekirin
09:48 'Divê jin ji bo bidawîbûna şer bi hemû hêza xwe bitêkoşin'
09:23 'Êdî axatin têr nake, gavên li gor ruhê pêvajoyê divê'
09:09 Ji ber fiyetê kêm bi hezaran berhem di nava zeviyê de man
09:07 Li bajarê ku 2 hezar û 700 nexweşên çolyakê hene beşa Gastroenterolojiyê tune ye!
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2025'AN
07/11/2025
16:21 Di meha Cotmehê de 217 kes li Îranê hatin bidarvekirin
15:47 Girtiyê qeyrana dil derbas kiribû birin girtîgehê
15:40 Xwendekarên Zanîngeha Hacettepeyê: Em kampusên ewle dixwazin
15:34 Doza Delal Gencer a ku di êrişa nîjadeperst de jiyana xwe ji dest dabû taloq bû
14:57 Ji girtîgehan bo Aykol name: Pêdiviya me bi hevrêtiya te heye
13:15 Dîroknasê Îtalî: Gavên PKK’ê hêviya mirovahiyê geş kirin
12:45 Abdullah Ocalan pênûs diyariyê Suryan û Êzidiyan kir
11:39 Bajarê Annecy hemwelatiya rûmetê da Nêrgiz Mihemedî
11:35 Ayşegul Dogan: Niha dema guhdarîkirina li Abdullah Ocalan e
10:54 Fabian Molina: Ji bo serkeftina pêvajoyê verastkirinên qanûnî şert e
10:42 Bagera Kalmaegiyê ji Vîetnamê ber bi Kamboçyayê ve pêş dikeve
09:58 Li Wanê di 2 salan de 28 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
09:44 Li Balikesîrê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
09:29 'Mayindebûn û parastina pêvajoyê bi mîsogerkirinên hiqûqî pêkan e'
09:27 Dê ‘Bajarên Jinan' bên îlankirin
09:19 Dikandarên biçûk ji ber marketên mezin naxebitin
09:15 Rojnamevan Şêx Nûr: Hikûmeta Şamê di neavêtina gavan de israr dike
09:14 Akademîsyena Aştiyê: Divê dewlet bi reformên qanûnî bersiva pêvajoyê bide
09:00 ROJEVA 7’Ê MIJDARA 2025’AN
06/11/2025
19:54 Bi girseyî serdana Bîlgî hat kirin
15:32 Xwendekarên Zanîngeha Bîlkentê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
14:45 Agahî nedan malbata girtiyê ku qeyrana dil derbas kirî
14:45 Dadgehê biyara AYM’ê bi cih neanî: Ji nû ve darizandina Kahraman red kir
14:16 Hevdîtina xwe ya bi Abdullah Ocalan re vegot: Qîmetê dide cihgirtina CHP'ê ya di pêvajoyê de
13:13 Doza mertalên zindî ji ber cezayê zêde hat betalkirin
12:09 Akgok piştî 31 salan tehliye bû
11:56 Qirkirina daran a di bin çavdêriya leşkeran de didome
11:33 MYK'a DEM Partiyê civiya
11:08 Li Amedê dê ‘Bazara Pevguhertinê’ bê danîn
11:07 Çolterê Siwêdayê hate bombebarankirin
11:03 Li Filipînan bager rabû: 114 kes mirin
10:46 Welatî dixwazin li şûna Dibistana Polîsan park were çêkirin
10:35 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: 25 jin hatin qetilkirin
09:56 Li Wanê ji ber zivistanê eleqeyeke zêde ji bo biharatfiroşan heye
09:48 Xwendekar û malbatên wan ji bo serbihurê çalakiyê dikin
09:34 Ji bo îfadeyê bang li 6 rojnamegeran hate kirin
09:32 Tîryakî: Gavavêtin dê rêya entegrasyonê vebike
09:25 Rojnamevan Germiyanî: Ger partiyên Kurd li parlamentoyê bibin yek dê pirsgirêk çareser bibin
09:07 Prof. Dr. Gunerhan: Divê em ji bo pêvajoyê bixebitin
09:06 Dîroka ji nû ve darizandina hevşaredar Akiş diyar bû
09:01 Mediha Yuksel: Divê tevgerên sosyalîst destê tevgera Kurd xurt bikin