Encamnameya Konferansa Gel û Baweriyan hate aşkerakirin

  • rojane
  • 12:27 12 Cotmeh 2025
  • |
img

MÊRDÎN - Di encamnameya konferansa Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk a li Mêrdînê hat lidarxistin de hat gotin ku bi polîtîkayên mijûlkirinê û bi zexta çekberdanê ya li Rojava tê kirin re pêvajo tê xitimandin. 

Encamnameya “Konferansa Jiyana Hevpar û Demokratîk a Bawerî û Gelan li Mezopotamyayê” ku ji hêla Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk ve li Mêrdînê hatibû lidarxistin, hat aşkerakirin. Encamname, li Meydana Cumhuriyetê ya Mêrdînê bi daxuyaniyekê hate parvekirin. Hevberdevkên Înîsiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç di daxuyaniyê de spasiya beşdaran kir. 
 
Daxuyaniya bi Kurdî ji hêla Sekreteryaya Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Menîce Rumeysa Gulmez û ya bi Tirkî jî Hîlmî Aydogdu xwend. 
 
‘KONFERANS BI COŞ HAT LIDARXISTIN’
 
Di encamnameyê de hate diyarkirin ku konferans bi beşdariya beşdariya gel, kom bawerî, akademîsyen, siyasetmedar û rêxistinên civakî yên sivîl bi coş hatiye lidarxistin. Bi domdarî di encamnameyê de wiha hate gotin: 
 
“Konferansa me; ji bo tiştên ku ji paşerojê heta roja îroyîn qewimîn cardin di bîra me de cih bigire, bû qada lêhûrbûn û niqaşa mejiyî yên rojane. Konferansa me; di heman demê de tevî bûyerên ku di dîrokê de qewimîne, şert û mercên li cîhanê, bi taybetî li Rojhilata Navîn hatine guhertin, pêwistiyên civakî, bendewarî û daxwazan; ji bo ku em karibin ligel cudahiyên xwe, navendeke demokratîk a bi hêz ava bikin bû platformeke lêhûrbûn û nîqaşan. 
 
Ji sed salî wêdetir e ku li Kurdistan û li ser hemû gelên Kurdistanê, li ser hemû bawerî û çandan qetlîam û polîtîkayên jenosîdê hatin meşandin, gel bi qirkirinên çandî û bawerî re rûbîrû hatin hiştin. Di nava van sed salan de gelên me û komên bawerî rastî polîtîka û pratîkên sirgûn û pişaftinê hatin. Di encama van kiryaran de gelên Mezopotamyayê ku ev der bi saya wan di nava hezar salan de bû warê şaristaniyê, ji axa xwe hatin dûrxistin û bêwelatî kirin para gelan. Bi zext û zordarî, bi pratikên koçberkirinê xwestin ku xaka Kurdistanê bê mirov bihêlin, hişk bikin. Ji ber ev zilm û zordarî, êş û trajediyan di jiyana me ya civakî de birînen giran vebûn, şikestinên mezin çêbûn.  
 
HEMÛ GEL LI SER ESASÊ HEZKIRINÊ DIKARIN BI HEV RE BIJÎN   
 
Konferansa me; tevî bi awayekî zelal binî xêzkirina hemû trajediyên civakî, van wek realîte dipejirîne û bang dike ku xeletî û êşên kûr ên di paşerojê de pêkhatine wek ezmûn werin qebûlkirin. Herwiha hat amajekirin ku hemû gel û bawerî ji berevajiya fanatîzma li ser navê dîn tê kirin, bi bilindkirina ked û hezkirinê dikarin bi piştevanî û yekitiyê bi awayekî azad û wekhev bijîn; dîsa hat amajekirin ku civakeke demokratîk ku hemû gelên Kurdistanê weke parçeyê xwe yê bingeh dibîne, pêkan e û hewcedariya bi heqîqeta zanistî ya ‘dîrok di paşerojê de, siberoj di pêşerojêyê de’ lêhûrbûna sibêrojê hat destnîşankirin. Cihê ku em ê çareserî û sedemên pirsgirêkên civakî û siyasî ku gelên me du sedsal in rûbirû mane, bibînin paşeroja hemû gelên Mezopotamya ye. 
 
Konferansa me; tevî binî xêzkirina girîngiya civakî û dîrokî ya nirxên ku di nava nîv sedsalê de ji aliyê têkoşîna demokrasî û azadiyê ve, li Kurdistanê ligel pêşveçûneke mezin, azadiya jinê û ekolojîk-demokratîk, pêşketineke civakî ya modern afirandiye. Herwiha ji bo afirandina jiyaneke hevpar a gelên Kurdistanî û komên bawerî serdemeke nû vekiriye. 
 
GELÊN KURDISTANÊ BÛNE HÊVIYA HEMÛ GELÊN ROJHILATA NAVÎN  
 
Konferansa me; ligel rastiya Rojhilata Navîn û geşedanên dawîn ên civakî - polîtîk, binî xêz kir ku gelên Kurdistanê di vê sedsalê de bûnê hêviya hemû gelên Rojhilata Navîn û pêşengiya guhertin û veguherandinê ya li Rojhilata Navîn dikin. Bi têkoşîna demokrasî û azadiyê ku nîv sedsal e didome, tevgera azadiya Kurdistanê di qada neteweyî, herêmî û navneteweyî de deng da û heqîqeta Kurd û Kurdistanê ya birêxistî û modern ava kir. 
 
NETEWEYA DEMOKRATÎK BÛYE ALTERNATÎFA MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST  
 
Heqîqeta Kurd û Kurdistanê ya modern, rêya çareseriya pirsgirêkên civakî, dînî û neteweyî jî nîşan dide. Li Kurdistanê ku gelek ziman, çand, etnîsîte û bawerî lê dijîn, ji bo her komên civakî karibin xwe di nav de bi awayekî wekhev û azad bibînin, jiyankirin û sazkirina paradîgmaya Civaka Demokratîk - Neteweya Demokratîk li hemberî modernîteya kapîtalîst wek modeleka alternatîf û zanistî ya çareseriyê dinirxîne. 
 
YEKPERESTIYÊ BI XWE RE ŞER Û ÊŞ ANÎ
 
Bi bîrdoziya Netewe-dewlet ku li ser mejiyê Îttîhad-Terakkî ava bûye, ji xeynî senteza Tirk - Îslam; gel, ziman, çand û baweriyên din înkar dike, li ser wan bi awayekî berfireh polîtîkayên pişaftinê dimeşîne. Heta ku bi awayekî îronîk wateya mizgeft û cemxaneyan tê tunekirin, ji eslê xwe tên dûrxistin û bi armanca rewakirina polîtîkayên şer tên bi kar anîn. Di konferansa me de binî hat xêzkirin ku kiryarên zihniyeta tekperest ku sed sal e didome, ji bo Tirkiye, Kurdistan û hemû Rojhilata Navîn aştî û aramî neanî. Ji ber vê, konferansa me anî ziman ku dema dev ji berdana pratîkên sedsalî yên netewe-dewleta yekperest ku ji bo hemû gelên Tirkiyeyê bû sedema berdêl û êşên giran, hatiye û divê polîtîkayên ku hemû gel û bawerî jê sûd werbigrin werin destpêkirin. 
 
Konferansa me; nirxand ku li Kurdistanê û di şexsiyeta gelên Kurdistanê de pêkhatina paradîgmaya Civaka Demokratîk - Neteweya Demokratîk, ji derveyî sînorên Kurdistanê jî li ser herêmên din xwediyê hêza demokratîkkirinê ye. Ji ber şer û pevçûnên di navbera Îsraîl - Filistîn, Îsraîl - Hizbullah, HTŞ û hemû gelên din li Sûriyeyê û li seranserê Rojhilata Navîn bidawî bibin û li vir aştî were sazkirin, rêya herî bi bandor qebûlkirina heqîqeta civaka demokratîk e. 
 
BANGA ABDULLAH OCALAN GIRÎNG E   
 
Konferansa me; Banga Aştî û Civaka Demokratîk a birêz Abdullah Ocalan ku 27’ê Sibata 2025’an hat deklarekirin, hem ji bo aştiya Tirk û Kurd hem jî ji ber bandora li ser herêmê û cîhanê gelek girîng û bi nirx dibîne. Herwiha paradîgmaya Civaka Demokratîk tenê ne ji aliyê civakî û polîtîk, di heman demê de wek hebûna civakî ya exlaqî û polîtîk dinirxîne. 
 
Konferansa me; di avakirina Civaka Demokratîk de biniyê paradîgmaya azadîxwaz a jinan xêz kir, ji ber bandora wê ya neteweyî, herêmî û global ku xwediyê dînamîzma guhertinê ye, girîngiyeke mezin dide rola pêşengiya tevgera jinê ya Kurdistanê.  
 
ÊRIŞÊN SER ROJAVA HAT ŞERMEZARKIRIN   
 
Li Rojava ku bi şîara ‘cudatiyên me mîsogeriya me ne’ hatiye avakirin, êrişên li ser civaka demokratîk, herî zêde li taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ên bajarê Helebê zêde bûne. Armanca hêzên leşkerî yên HTŞ’ê ku dixwest wek qetlîama li ser gelên Elewî û Durziyan pêk anî, li Rojavayê jî pêk bîne lê pêşiya hewla qetlîamê bi saya gel û hêzên parastinê yên gel hat girtin. Di Konferansa me de van hemû êriş bi tundî hatin şermezar kirin. Herwiha, Konferansa me hilbijartinên ku tê îdîakirin li Sûriyeyê pêk hat, ji ber beşdar nekirina hemû gelên Sûriyeyê û rêbaza ku hat bikaranîn, wek rewa nabîne. 
 
DIVÊ LI SER MAFÊ XWEPARASTINÊ YÊ ROJAVA BAZARÎ NEYÊN KIRIN
 
Banga Aştî û Civaka Demokratîk ku di nava hemû civakê de kelecan û hêviyeke mezin derxist holê, bi taybetî ji ber gav neavêtina dewletê û zexta li ser gelê Rojava ya ji bo çek berdanê wek kiryarên li dijî pêvajoyê dinirxîne. Bang hat kirin ku li ser îradeya xwe ya parastina cewherî ya gelê Rojava bazarî neyê kirin û dev ji mudaxaleyê were berdan. 
 
BANGA YEKITIYA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ
 
Konferansa me; tevî geşedanên li Rojhilata Navîn, nirxand ku ji bo çareseriyeke aştiyane - demokratîk a pirsgirêka Kurd û Kurdistanê firsend û derfetên mezin pêk hatine û banga xwe ya yekitiya neteweyî ya li hemû partiyên Kurdistanî û siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, rûspî, eşiret hwd. dubare dike. 
 
Konferansa me; komploya 9’ê Cotmehê ya di şexsiyeta birêz Abdullah Ocalan de li dijî gelên Kurdistan û Tirkiyeyê pêk hat û qetlîama Gar a 10’ê Cotmehê şermezar dike. 
 
GAVÊN HIQÛQÎ Û YASAYÎ BIAVÊJIN 
 
Konferansa me; ji serî de heta îro pêvajoya aştî û civaka demokratîk nirxand û tevî girîng dîtina komîsyanê ku di TBMM’ê de hatiye avakirin, bêyî avêtina gavên demokratîk bal kişand li ser rîska lawazbûna bendewarî û hêviya civakî. Ji ber vê, bang li dewletê hat kirin ku di serî de ji bo mafê hêviyê, di çarçoveya pêvajoya aştî û demokratîk de gavên yasayî, hiqûqî û siyasî bên avêtin.” 
 

Sernavên din

16:48 Şînên li Amedê bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:40 Li Sêrtê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê hat dayin
16:20 Şaredariya Mûşê avakirina ‘Meclisa Jinan’ ragihand
16:20 Şîna Îshak Tepe bi girseyî hate ziyaretkirin
16:19 Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol didome
15:28 CPT: Tirkiye hejmara baregehên xwe zêde dike
15:10 Dadgeriya Înfazê: Lijneya Çavdêriyê ne ew meqam e ku poşmaniyê binirxîne
14:27 Rêveberiya Amedsporê: Motîvasyona tîma me bilind e
14:22 Hem li dijî zextên hevjînên xwe hem jî yên civakê têdikoşin
13:59 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Aykol name şandin
13:38 Daxwaza sewqa ji bo Îmraliyê kirin hinceta ‘taloqkirina tehliyeyê’
13:18 Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
12:02 Hilbijartina Parlamentoya Iraqê sibê ye
11:58 Bagera Fung-wongê bîlançoyeke giran li pey xwe hişt
11:57 Tevî pêvajoyê jî ferzkirina sîxûriyê didome
11:26 ‘Çareseriya herî rast a li dijî tiryakê, piştevaniya rêxistinkirî ya gel e’
10:44 Vaye rêgeha tiryakê: Serkêşiya wê ‘bajarên biewle’ dikin
09:37 Li Êlihê 2 kes hatin kuştin û 5 kes birîndar bûn
09:21 Xwebûn bi manşeta ‘Jin bajaran ji nû ve saz dikin’ derket
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2025'AN
09/11/2025
16:55 Komên paramîlîter ên Tirkiyeyê 11 kes revandin
14:32 Vê hefteyê dê budçeyên 4 wezaretan bên nîqaşkirin
14:20 DFG’ê xebatkarên Çapemeniya Azad ên hatine qetilkirin bi bîr anî
14:00 Jinan li Erdîşê şitilên berûyê danîn
13:59 Îshak Tepe wefat kir
13:31 TJA’yê starta 25’ê Mijdarê da
12:17 Wezîrê Edaletê: Biryara têkildarî Demîrtaş li ber destê dadgehê ye
12:17 Dengdana taybet a ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dest pê kir
11:59 Kesên nêzî saleke daxwaza aştiyê dikin axivîn
11:30 Sala 20’an a bombekirina Pîrtûkxaneya Ûmûtê: Divê dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe
10:30 Li Îtalyayê ji bo bîranîna Nagihan Akarselê mihrîcan hat lidarxistin
10:26 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:16 Şara li Amerîkayê ye
10:15 Gundê Îbrahîm Kaypakkaya di hedefa sermayê de ye
09:34 Jinên Ocaxa Dêrsimê: Ji bo hêsrên dayikan nebarin divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire
09:32 Di pêvajoya şer de 2 zarokên xwe winda kir: Tekane tişta ku êşên min sivik bike aştî ye
09:30 Welatiyên Wanê: Aştî bi yekalî nabe, divê dewlet gav biavêje
09:02 Li bajarê 24 saetan tê şopandin trafîka madeyên hişbirê
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2025'AN
08/11/2025
18:36 Abdullah Ocalan: Kurd bêyî ku ji hebûna xwe tawîz bidin, divê pêşengiyê bikin
16:23 Li Agiriyê Komeleya Kurdî-Zana Araratê hat vekirin
15:58 Serdana şîna Yakup Tûncer kirin
15:36 Nobeda Edaletê didome
15:33 Ji Îlham Ehmedê piştgirî ji bo 'rakirina mueyîdeyan'
14:59 Ji bijîşkan banga piştevaniyê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:16 Li çar bajaran ji bo windayan çalakî
14:02 Dayikên Şemiyê ji bo Yurtseven, Ozeken û Saritaş edalet xwestin
13:42 Bi girseyî serdana şîna Lokman Çîftçî hat kirin
13:37 Dermankirina Zeynep Celaliyanê tê astengkirin
13:07 Ji bo meşa li Kolnê gel li qadê kom dibe
13:00 Li Şirnexê qeza: 19 kes birîndar bûn
12:56 Li Amedê konferansa ‘Ber bi bajarên jinan ve’
11:11 Sozdar Avesta: Azadiya Rêber Apo bingeha têkoşînê ye
10:44 Li Girtîgeha Tekîrdagê binpêkirinên mafan: Bingeha provakasyonê tê amadekirin
09:48 'Divê jin ji bo bidawîbûna şer bi hemû hêza xwe bitêkoşin'
09:23 'Êdî axatin têr nake, gavên li gor ruhê pêvajoyê divê'
09:09 Ji ber fiyetê kêm bi hezaran berhem di nava zeviyê de man
09:07 Li bajarê ku 2 hezar û 700 nexweşên çolyakê hene beşa Gastroenterolojiyê tune ye!
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2025'AN
07/11/2025
16:21 Di meha Cotmehê de 217 kes li Îranê hatin bidarvekirin
15:47 Girtiyê qeyrana dil derbas kiribû birin girtîgehê
15:40 Xwendekarên Zanîngeha Hacettepeyê: Em kampusên ewle dixwazin
15:34 Doza Delal Gencer a ku di êrişa nîjadeperst de jiyana xwe ji dest dabû taloq bû
14:57 Ji girtîgehan bo Aykol name: Pêdiviya me bi hevrêtiya te heye
13:15 Dîroknasê Îtalî: Gavên PKK’ê hêviya mirovahiyê geş kirin
12:45 Abdullah Ocalan pênûs diyariyê Suryan û Êzidiyan kir
11:39 Bajarê Annecy hemwelatiya rûmetê da Nêrgiz Mihemedî
11:35 Ayşegul Dogan: Niha dema guhdarîkirina li Abdullah Ocalan e
10:54 Fabian Molina: Ji bo serkeftina pêvajoyê verastkirinên qanûnî şert e
10:42 Bagera Kalmaegiyê ji Vîetnamê ber bi Kamboçyayê ve pêş dikeve
09:58 Li Wanê di 2 salan de 28 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
09:44 Li Balikesîrê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
09:29 'Mayindebûn û parastina pêvajoyê bi mîsogerkirinên hiqûqî pêkan e'
09:27 Dê ‘Bajarên Jinan' bên îlankirin
09:19 Dikandarên biçûk ji ber marketên mezin naxebitin
09:15 Rojnamevan Şêx Nûr: Hikûmeta Şamê di neavêtina gavan de israr dike
09:14 Akademîsyena Aştiyê: Divê dewlet bi reformên qanûnî bersiva pêvajoyê bide
09:00 ROJEVA 7’Ê MIJDARA 2025’AN
06/11/2025
19:54 Bi girseyî serdana Bîlgî hat kirin
15:32 Xwendekarên Zanîngeha Bîlkentê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
14:45 Agahî nedan malbata girtiyê ku qeyrana dil derbas kirî
14:45 Dadgehê biyara AYM’ê bi cih neanî: Ji nû ve darizandina Kahraman red kir
14:16 Hevdîtina xwe ya bi Abdullah Ocalan re vegot: Qîmetê dide cihgirtina CHP'ê ya di pêvajoyê de
13:13 Doza mertalên zindî ji ber cezayê zêde hat betalkirin
12:09 Akgok piştî 31 salan tehliye bû
11:56 Qirkirina daran a di bin çavdêriya leşkeran de didome
11:33 MYK'a DEM Partiyê civiya
11:08 Li Amedê dê ‘Bazara Pevguhertinê’ bê danîn
11:07 Çolterê Siwêdayê hate bombebarankirin
11:03 Li Filipînan bager rabû: 114 kes mirin
10:46 Welatî dixwazin li şûna Dibistana Polîsan park were çêkirin
10:35 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: 25 jin hatin qetilkirin
09:56 Li Wanê ji ber zivistanê eleqeyeke zêde ji bo biharatfiroşan heye
09:48 Xwendekar û malbatên wan ji bo serbihurê çalakiyê dikin
09:34 Ji bo îfadeyê bang li 6 rojnamegeran hate kirin
09:32 Tîryakî: Gavavêtin dê rêya entegrasyonê vebike
09:25 Rojnamevan Germiyanî: Ger partiyên Kurd li parlamentoyê bibin yek dê pirsgirêk çareser bibin
09:07 Prof. Dr. Gunerhan: Divê em ji bo pêvajoyê bixebitin
09:06 Dîroka ji nû ve darizandina hevşaredar Akiş diyar bû
09:01 Mediha Yuksel: Divê tevgerên sosyalîst destê tevgera Kurd xurt bikin