Çîgdem Kiliçgun Uçar: Heta deriyê Îmraliyê venebe dê çareserî çênebe

  • rojane
  • 15:59 12 Cotmeh 2025
  • |
img

ÊLIH -  Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di mitînga “Azadiyê” ya li Êlihê de got: “Heta deriyên Îmraliyê neyên vekirin dê ev pêvajoya dîrokî nekare bi çareseriyê biencam bibe.” 

 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, li Êlihê di mitînga “Civaka Demokratîk û Azadiyê” de axivî. Çîgdem Kiliçgun Uçar, bal kişand ser zarok û jinên li Kurdistanê hatine qetilkirin. Çîgdem Kiliçgun Uçarê Helîn Hasret Şen a di dema qedexeya derketina kolanan de li Sûrê hatibû qetilkirin û qetilkirina xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîşê bi bîr xist û got: “Zarok û ciwanên li Kurdistanê bi heman xetereyan rû bi rû ne. Tu mirineke li Kurdistanê rasthatî nîne û qetilkirina jinan polîtîk e. Em soz didin ku heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
Dema Çîgdem Kiliçgun Uçarê bal kişandî ser qetilkirina jinan, girseyê dirûşma "Jin, jiyan, azadî" berz kir. Çîgdem Kiliçgun Uçarê wiha bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: “Divê bîra gelê Kurd, têkoşîna me teşe bide karektera serdema nû. Partiyên siyasî ji bo serdema nû gotinan dikin. Devlet Bahçelî dibêje ‘çûk bi yek baskê nafire.’ Nûman Kurtulmuş dibêje ‘duçerxe bi tekerekê naçe.’ Em li aliyekî teraziyê binêrin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de bang kir. Piştî bangê jî fesix pêk hat, di Tîrmehê de 30 PKK’iyan çek berdan. Ew jî bes nekir, birêz Ocalan rêya ku pêşiya komîsyonê vedike nîşan da. Ev teraziya Kurdan e. Li aliyê din çi heye? Tu tiştek nîne. Em mecbûr in vê bêhevsengiya di teraziyê de sererast bikin. Komîsyonek heye. Bi israr û îradeya birêz Ocalan hate avakirin. Baş e lê di komîsyonê de çi kêm e? Cisaret kêm e. Nexşerêya çareseriyê kêm e. Kêmasiya herî mezin a komîsyonê ew e ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guhdarî nake. Hûn çima guhdar nakin? Dibêjin ‘hesasiyetên civakî.’ Berpirsyartiya we ye ku hûn hesasetiyên gelê Tirk û gelê Kurd nêzî hev bikin ku rêzê ji hev re bigirin. Sedema van hesasiyetên hûn xwe li pişt wan vedişêrin, hûn in. Yên bi sedan sala ye Kurdî qedexe kirin hûn in. Yên bi destê darazê mafên Kurdan veguherandin goristanê hûn in. Hûn dê wan hesasiyetan sererast bikin. Hinek bi cisaret bin; bi qasî Rêberê Gelê Kurd, biqasî hevalên me yên girtî bi cisaret bin.” 
 
'GELÊ KURD Û BIRÊZ OCALAN ZELAL IN’  
 
Di berdewamê de Çîgdem Kiliçgun Uçarê da zanîn ku gelê Kurd û Abdullah Ocalan di mijara çareseriyê de zelal in û wiha pê de çû: “Divê hûn TMK’ê rakin. Gelê Kurd bi îradeya xwe nîşan da ku dikare xwe bi xwe birêve bibe. Divê bi zimanê dayika xwe were perwerdekirin. Dixwazin bi hemû nirxên xwe yên bi têkoşînê bi dest xistî bijî. Lê ji ber tirsê, nahêlin gelên Tirkiyeyê li dora çareserî û aştiyê bên gel hev. Li vî welatî kesên bi heqaretkirina Kurdan pereyan qezenc dikin hene. Divê gotin j bo aştî û çareseriyê be. Li vî welatî kî dibêje li cihê Tirk lê dijîn cihê Kurdan tune ye? Kî dibêje li cihê Tirkî lê tê axaftin cihê Kurdî tune ye? Gelê Tirk kirin dijminê gelê Kurd. Em nikarin pêşeroja xwe bi qurbanî îktîdar hin kesan bikin. Werin em bi hev re vê pêvajoyê ava bikin.” 
 
'JI GIRAVA ÎMRALIYÊ AŞTÎ DERKET’  
 
Çîgdem Kiliçgun Uçarê axaftina xwe wiha qedand: “Birêz Ocalan, rêberê gelê Kurd e û sermuzakerevanê vê pêvajoyê ye. Heta tecrîd ranebe, heta mafê hêviyê neyê cîbicîkirin dê têkoşîna me ya bi hiqûqê qesl bimîne. Gelê Kurd li dora paradîgmaya birêz Ocalan dicive. Silav ji Îmraliyê re, ji Êlihê re. Me bersiveke pir baş da kesên dibêjin demokrasî nabe, yên hêzên ewlekariyê dixin pêşiya têkoşîna jinan, yên dixwazin bi tiryakê pêşeroja ciwanan tune bikin. Jinan got ‘Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin’. Ji ber ku heta deriyên Îmraliyê venebin, mimkûn nîne ev pêvajoya dîrokî bi çareseriyê tacîdar bibe. Xwestin Girava Îmraliyê veguherînin girava şer û navenda neçareseriya pirsgirêka Kurd. Lê çi bû? Ji Girava Îmraliyê aştî derket ku dewletê cesaret nedikir. Azadî derket. Niha dema wê ya ka dê kî xwedî li vê aştî û azadiyê derkeve. Bi jin û ciwanên xwe, bi Êlih û Ameda xwe bi Kobanê û Rojavayê xwe gelê Kurd yek parçe ye û hûn nikarin ji hev parçe bikin. Gelê Kurd îro nûnertiya demokrasî, azadiyê dike. Nûnertiya komara demokratîk, neteweya demokratîk dike.” 
 
Di dema axaftina Çîgdem Kiliçgun Uçarê de gelek caran dirûşma "Bijî Serok Apo" hate berzkirin. Mitîng, bi konsera Xêro Abbas domiya. 
 

Sernavên din

12/11/2025
16:50 Li Şirnexê starta 25'ê Mijdarê hat dayîn
16:34 Li Stenbolê dê ‘Kursiya aştî û azadiyê’ bê danîn
16:12 Ji bo dermankirina Aykol dest bi dermanên cuda hat kirin: Xetere didome
16:02 ‘Daxwaza tehliyeyê’ ya Mizrakli careke din hate redkirin
15:56 Meclisa Jinan a HDK’ê: Di 25’ê Mijdarê li her dera Tirkiyeyê em ê li qadan bin
15:26 ‘Bila lêçûnên dadgehê yên dozên ekolojiyê ji aliyê dewletê ve bên dayîn'
14:40 Dê Erdogan û Bahçelî bicivin
14:39 Rojnamevan Sevda Perihan Erkilinç hat berdan
14:22 Xelkê Enqereyê li dijî budçeya sala nû bibertek e
13:58 Îmamoglû: Îdiameya we tenê ji derewan pêk tê
13:24 Peyamên hilbijartinên Iraqê çi ne?
13:05 Kalkan: Ji bo pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bibe hewldanek heye
11:35 Jina gef lê dihatin xwarin întîhar kir
10:58 Xwişka karkera ku mir: Zabiteyên ji bo kontrolê dihatin qoliyek parfum digirtin û diçûn
10:57 Li dijî endamên FARC’ê êriş: 25 kes hatin kuştin
10:56 Çareserî ne teşhîr û etîketkirin e, di ziman û têkiliyê de ye
10:56 Şaredarê berê yê Hopayê: Divê xelkê Behra Reş jî di pêvajoyê de aktor be
10:33 Li Aydinê mirineke biguman
10:31 Komun çi ye, li Kurdistanê çawa dikare bê avakirin?
10:03 Tirkiye xwe ji Sûriyeyê venakêşe, baregehên nû ava dike
09:45 Tehliyeya girtiyê ku ferzkirina poşmaniyê qebûl nekir cara sêyemîn hat astengkirin
09:30 Cotkarên Mûşê: Em êdî ber bi îflasê ve diçin
09:13 Wezîr Guler: Di balafira ketî de 20 leşker mirin
09:11 Eren: Divê pêvajo ji aştiya negatîf derbasî aştiya pozîtîf bibe
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2025'AN
11/11/2025
23:38 Salih Muslim: Em dikarin bibêjin ku Tirkiyeyê peymana 10’ê Adarê qebûl kiriye
22:49 Hêzên Şamê bi dronê êrişî Siwêdayê kirin
17:54 Civîna Kurtulmuş bi koordînatorên partiyên siyasî re dest pê kir
16:54 Serdana şîna Lokman Urun hat kirin: Em ê têkoşîna wî bidomînin
16:38 ‘Binpêkirinên sîxurkirinê yên li Wanê bi dawî bikin’
16:08 Wezareta Parastinê: Balafireke me ya kargoyê ket
16:08 Dozgeriyê ji bo girtina CHP’ê serî li Dadgeha Bilind da
15:51 ÎHD: Di 10 mehan de li Mêrdînê 53 bûyerên mirinên biguman rû dane
15:30 Ji bo danişîna rojnameger Perîhan Sevda Erkilinçê bang kirin
15:19 Bi girseyî serdana şîna Hasîbe Karataş hat kirin
14:45 Li Pasûrê hejmara miriyan derket 3'yan
14:05 Li Girtîgeha Sîncanê nahêlin girtî bên tedawîkirin
13:47 Rejîma Îranê 8 girtî darve kir
13:33 Kesên ji ber şewata li Dîlovasiyê hatin binçavkirin birin edliyeyê
13:25 Li Pasûrê îskeleya pirê hilweşiya: 2 karker mirin, 4 jî birîndar bûn
13:02 Şaredariyên DEM Partiyî: Em ê bi pêşengtiya jinê jiyana wekhev ava bikin
12:52 Ji ber mayînê lingê kolberekî Kurd jê bû
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Dive komîsyon tavilê biçe Îmraliyê
11:59 Bahçelî: Pêvajo ber bi dawiyê ve diçe
11:58 Fîdan ê ku bi Şara re çû Qesra Spî: Me helwestên xwe da der
11:31 Nûman Kûrtûlmûş dê hevdîtinê bi serokwekîlan re bike
11:30 Ji Sûriyeyê daxuyanî: Di warê entegrasyona HSD'ê de lihevkirin çêbû
10:13 Îsraîlê pêşnûmeya cezayê 'darvekirinê' ya ji bo filistîniyan da ber dengdayînê
10:09 Hilbijartina li Iraqê dest pê kir
10:01 Bêkarî dibe sedema zêdebûna wê, şaredarî terkexem in: Ma dê wiha pêşî lê were girtin?
09:42 Şîlan Bîngol: Ji bo aştiyeke mayinde bi 'mirinan' re hevrûbûn divê
09:41 'Heta statûya Kurdî neyê qebûlkirin em nikarin qala entegrasyonê bikin'
09:26 Êdî tiryak li ber deriyên dibistanên seretayî ye: Têkoşîn kêm e
09:06 Li Tekîrdagê Kurdî di bin xetereya saziyên dewletê de ye
09:02 Pisporê tenduristiya gel: Ji bo tenduristiyê aştî pêwîst e
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2025'AN
08:52 Tê payin li 22 bajaran baran bibare
08:45 Li Behra Spî bi pileya 4.9 erdhej çêbû
10/11/2025
16:48 Şînên li Amedê bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:40 Li Sêrtê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê hat dayin
16:20 Şaredariya Mûşê avakirina ‘Meclisa Jinan’ ragihand
16:20 Şîna Îshak Tepe bi girseyî hate ziyaretkirin
16:19 Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol didome
15:28 CPT: Tirkiye hejmara baregehên xwe zêde dike
15:10 Dadgeriya Înfazê: Lijneya Çavdêriyê ne ew meqam e ku poşmaniyê binirxîne
14:27 Rêveberiya Amedsporê: Motîvasyona tîma me bilind e
14:22 Hem li dijî zextên hevjînên xwe hem jî yên civakê têdikoşin
13:59 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Aykol name şandin
13:38 Daxwaza sewqa ji bo Îmraliyê kirin hinceta ‘taloqkirina tehliyeyê’
13:18 Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
12:02 Hilbijartina Parlamentoya Iraqê sibê ye
11:58 Bagera Fung-wongê bîlançoyeke giran li pey xwe hişt
11:57 Tevî pêvajoyê jî ferzkirina sîxûriyê didome
11:26 ‘Çareseriya herî rast a li dijî tiryakê, piştevaniya rêxistinkirî ya gel e’
10:44 Vaye rêgeha tiryakê: Serkêşiya wê ‘bajarên biewle’ dikin
09:37 Li Êlihê 2 kes hatin kuştin û 5 kes birîndar bûn
09:21 Xwebûn bi manşeta ‘Jin bajaran ji nû ve saz dikin’ derket
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2025'AN
09/11/2025
16:55 Komên paramîlîter ên Tirkiyeyê 11 kes revandin
14:32 Vê hefteyê dê budçeyên 4 wezaretan bên nîqaşkirin
14:20 DFG’ê xebatkarên Çapemeniya Azad ên hatine qetilkirin bi bîr anî
14:00 Jinan li Erdîşê şitilên berûyê danîn
13:59 Îshak Tepe wefat kir
13:31 TJA’yê starta 25’ê Mijdarê da
12:17 Wezîrê Edaletê: Biryara têkildarî Demîrtaş li ber destê dadgehê ye
12:17 Dengdana taybet a ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dest pê kir
11:59 Kesên nêzî saleke daxwaza aştiyê dikin axivîn
11:30 Sala 20’an a bombekirina Pîrtûkxaneya Ûmûtê: Divê dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe
10:30 Li Îtalyayê ji bo bîranîna Nagihan Akarselê mihrîcan hat lidarxistin
10:26 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:16 Şara li Amerîkayê ye
10:15 Gundê Îbrahîm Kaypakkaya di hedefa sermayê de ye
09:34 Jinên Ocaxa Dêrsimê: Ji bo hêsrên dayikan nebarin divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire
09:32 Di pêvajoya şer de 2 zarokên xwe winda kir: Tekane tişta ku êşên min sivik bike aştî ye
09:30 Welatiyên Wanê: Aştî bi yekalî nabe, divê dewlet gav biavêje
09:02 Li bajarê 24 saetan tê şopandin trafîka madeyên hişbirê
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2025'AN
08/11/2025
18:36 Abdullah Ocalan: Kurd bêyî ku ji hebûna xwe tawîz bidin, divê pêşengiyê bikin
16:23 Li Agiriyê Komeleya Kurdî-Zana Araratê hat vekirin
15:58 Serdana şîna Yakup Tûncer kirin