Çareserî ne teşhîr û etîketkirin e, di ziman û têkiliyê de ye

img

AMED - Kesên ku li ser tiryakkêşiyê dixebitin, li hember etîketkirina bajaran, teşhîrkirina şexs/malbatan an jî nîşandana tiryakê wekî tiştekî ku tenê xasê hinek kesan e, nerazî ne. Dêrûnnas Murat Burtakuçîn got: "Pirsgirêkên civakî têkoşîna civakî hewce dikin. Divê em bi wan re têkiliyê deynin."

Tiryakkêşî, wekî li tevahiya cîhanê, li Tirkiye û Kurdistanê jî her ku diçe zêde dibe. Tiryakkêşî, pirsgirêkek pir alî ye û encamên wê bandorê li hemû civakê dikin; ji be vê yekê zimanê ku tê bikaranîn pir girîng e. Dêrûnnas û pisporên ku derheqê vê mijarê de dixebitin, hin pêşniyar û hişyariyên wan hene. Dêrûnnas û pispor balê dikişînin ser wê yekê ku zimanê ku di kampanyayên li dijî tiryakkêşiyê de, nêzîkatiya li hember tiryakkêşiyê û zimanê di medyayê de tê bikaranîn, dikare pirsgirêkê biçûk jî bike û kûr jî bike.
 
Hin taxên girêdayî navçeyên Sûr û Rezan ên Amedê, bi salan e ku dema behsa tiryakkêşiyê tê kirin, yekem cihên tên bîra mirov in. Yek ji taybetmendiyên hevpar ên van taxan ew e ku malbatên ku di salên 1990'î de di dema şewitandin û valakirina gundan de neçar man koç bikin û rewşa wan a aborî xirab e, li vir dijîn.
 
'EM SÛRÊ ETÎKET NEKIN'
 
Li gorî dêrûnnas Murat Burtakuçîn ê ku yek ji dêrûnnasên Navenda Şêwirmendî û Perwerdehiyê ya Tiryakkêşiyê ya ku di Mijdara sala 2024'an de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatiye damezrandin, ev taxên navborî dema bi domdarî tên rojevê, ev yek alîkariya çareseriya pirsgirêkê nake.
 
 
Burtakuçin nerazîbûna xwe li hember vê rewşê wiha rave dike:
 
"Gelek pispor an jî welatî vê têgehê bi kar tînin; dibêjin li Sûr, Rezan, Cizîr, Amed/Şehîtlikê (taxek) tiryakkêşî pir zêde ye. Lê ev ji aliyê zanistî ve ne rast e. Lêkolîn jî vê yekê pir nîşan nadin. A rast tiryakkêşî li her derê ye; li hemû tax, navçe û kolanan e.
 
Deverên mîna Sûr, Rezan, Cizîr tax an jî navçeyên rewşa wan a aborî xirabtir e. Ji ber vê yekê tiryakkêşiya li van deran zêdetir xuya dibe. Di hişmendiya me de, em tiştên xirab bi mirov an herêmên ku rewşa wan a sosyo-ekeonomîk xirab ve girêdidin.
 
Rexmê ku li cihên rewşa wan a sosyo-ekonomîk baş e tiryakkêşî zede ye, lê rewşa tiryakkêşiya li wan deran an tê paşguhkirin an jî zêdetir tolerekirin. Ger em ji bo Amedê biaxivin, li her derê bajêr heye. Wê demê em ê Sûr, Rezan an jî Şehîtlikê etîket bikin."
 
NE TÊKOŞÎN, PIŞTGIRÎ
 
Li gorî Burtakuçîn, bikaranîna têgeha "têkoşîn" a li dijî tiryakkêşan, pirgirêkê çareser nake.
 
Burtakuçîn destnîşan kir ku têgeha navborî ji aliyê teknîkî ve şaş nîne lê ji aliyê dêrûnî ve bandoekeneyînî çêdike û ev tişt got: "Kesên tiryakkêş, dikarin vê yekê wekî; têkoşînek li dijî xwe fam bikin. Encameke wiha derdikeve holê; ev alî kesên tiryakkêş in. Aliyê din jî kesên ku bi kar naynin in. Ev yek wekî têkoşîna kesên ku bi kar naynin li dijî wan tê dîtin. Ji ber vê yekê em dema li vir dixebitin, hewl didin piştgiriyê bidin tiryakkêşan. Ji ber vê yekê em girîngiyê didin têgeha 'piştgirîyê'."
 
Burtakuçîn anî ziman ku tiryakkêş ji aliyê gelek beşan ve tên dûrxistin û pêwîst e di vê mijarê de "rexnedayîn" bê dayîn û destnîşan kir ku bêyî danîna têkiliyê bi tirakkêşan re îqnakirina wan ji bo pêvajoya tedawiyê an jî devjêberdana tiryakê ne pêkan e.
 
'BÊYÎ GUHDARÎKIRINA WAN EM NIKARIN ÇARESER BIKIN'
 
Burtakuçîn rexneyên xwe yên derbarê vê mijarê de wiha rêz kir:
 
"Fêmkirina sedema bikaranîna ciwan, zarok an jî mezinan, hîskirina hestên wan û guhdarîkirina wan gelek bi qîmet e. Ji ber vê yekê ziman jî pir bi nirx e. Em wekî Kurd bi salan e dibêjin ku em di warê mafên çandî, siyasî û civakî de hatine înkarkirin. Pêwîst e ev mînak li ser ciwan û zarokan jî were dîtin. Di vê mijarê de pêwîst e rexnedayîn jî were kirin. Di mijarên wiha mirov bi xwe jî mexdûr be û heman tiştî li hember komên biçûk bike, ev dibe nakokî.
 
Ger zarok an jî ciwan di tax, dibistan an jî di nava malbatê de bên paşguhkirin, hestên wan bên paşguhkirin, daxwazên wan neyên guhdarîkirin, heke nikaribin qadeke ku xwe tê de bi cih bikin bibînin, di dema nûkamilbûnê de dikevin nava lêgerîna nasnameyê. Em wan paşguh bikin, dê ber bi qadên ku bikaribin xwe îsbat bikin ve biçin. Mixabin tiryakkêşî ji bo kesên ku hatine paşguhkirin, dûrxistin û nehatie guhdarîkirin wekî rêbazek şaş derdikeve pêşiya me. Bêyî ku fêmkirin û guhdarîkirina wan bêyî ku em guh bidin daxwazên wan, em nikarin çareserbikin."
 
MIJARÊN DIVÊ MIROV BI BALDARÎ NÊZ BE 
 
Burtakuçîn û pispor û dêrûnnasên din, mijarên din ên ku divê mirov bi baldarî nêz be wiha rêz kirin:
 
Divê peyamên ku vê pirsgirêkê wek a komeke çanda bindest nişan dide, bê terikandin.
 
Di bernameyan de cihdayîna bandorên sexte û demkî yên bikaranîna tiryakê li ser kesan, dikare mirovan ber bi bikaranîna tiryakê ve bibe. Mînak, îdiakirin ku di navbera bikaranîna tiryakê û têkiliya zayendî de têkiliyeke rast heye.
 
Tiryakkêşiyê wekî azwerî an jî hînbûnê binavkirin, şaş e.
 
Tedawiya tiryakkêşiyê mimkun e. Ji ber vê yekê, vegotina tedawiyê wekî "pir zehmet e- pir hêsan e" dikare bibe sedema bêhêvîtî an bêhestbûnê.
 
Gelemperîkirina pirsgirêkek çavdêrkirî, tevkariya çareseriya pirsgirêkê nake.
 
Divê gotin û dîmenên ku rûmeta tiryakkêşan dişikînin neyên bikaranîn. Ev rewş sûdwergirtinê tedawiyê zehmet dike. Divê navdêrên ku gelek caran tên bikaranîn neyên bikaranîn, dîmenên tevgerên bêhiş ên tiryakkêşan neyên nîşandan.
 
Nîşandana qaçaxcîtiya tiryakê wekî karekî ku qezencek zêde tîne, pirsgirêkê kûrtir dike.
 
Gotinên magazinî yên mîna "temenê tiryakkêşiyê daket heta X" rewşa girîng vedişêre.
 
Divê gavên ku dê fikarên teşhîra tiryakkêş an jî malbatan ji holê radikin bên avêtin. Di vê mijarê de divê ne ji aliyê xebatên  biçûkxistin an tawanbarkirinê, lê yên piştgiriyê bên kirin.
 
Burtakuçîn rave kir ku ji bilî xebatên parastin û pêşîlêgirtinê yên li dijî tiryakkêşiyê, xebatên wan ên li ser tedawî û rehabîlîtasyonê jî hene û diyar kir ku ew hewl didin piştgiriyê bidin malbatan jî û wiha pê de çû: "Lewra ne tenê kesên tiryakkêş, malbat û xizmên wan jî ji vê rewşê zêde bandor dibin."
 
Burtakuçîn anî ziman ku di nava salekê de 60 serlêdêrên wan çêbûne û ev tişt got: "Piraniya saziyan di 6 mehên destpêkê de, dibe ku di sala yekemîn de, serlêdêran qebûl nakin. Ji ber vê yekê, hebûna 60 serlêdêrên me di vê demê de, hejmareke baş e."
 
'TÊKOŞÎNA CIVAKÎ PÊWÎST E'
 
Herwiha Burtakuçîn destnîşan kir ku xebatên wan li hember pirsgirêkê ne bes in û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li bajarekî ku 2 milyon nifûsa wî heye, tenê 2 dêrûnnas û 2 pisporên xizmetên civakî nikari xizmetê bikin. Di vê çarçoveyê de xebat gelek kêm in. Pêwîst e ev xebat li her navçe, taxa mezin hebe. Mirov hebûnek civakî ye û em di qadeke civakî de dijîn. Ji ber vê yekê rewşên civakî yên wiha jî têkoşîna civakî, xebata civakî jî pêwîst in. Nexwe, tenê kes, rêveberiyên herêmî an jî nexweşxane vê pirsgirêkê nikarin çareser bikin. Divê em hemû bi hev re ji bo çareserkirina pirsgirêkê tiştekî bikin."
 
Burtakuçin bal kişand ser berpirsiyarî hemû beşên civakê û got: "Di serî de divê em wan mirovan fêm bikin û bifikirin ka em çawa dikarin piştgiriyê bidin wan. Piştre heke tedawiya tibî hewce be, pêwîst e îmkanên tedawiya tibî werin xurtkirin. Heke tedawiya psîkolojîk hewce be, pêwîst e îmkanên tedawiya psîkolojîk werin zêdekirin. Berpirsiyarî dikeve ser rêveberiyên herêmî. Zêdekirina qadên çalakiyên çand û hunerê, çalakiyên werzîşê; zêdekirina qadên pîşeyî; afirandina qadên jiyanê ji bo ku ciwan û zarok jiyanek tenduristtir bidomînin gelek bi qîmet e. Ger em bi awayekî kolektîf û sîstematîk bixebitin, em ê di nava demê de encam bigirin."
 
'EM DIKARIN BI HEV RE SER BIKEVIN'
 
Burtakuçîn wiha bangî tiryakkêşan kir: "Heta em li vê civakê bijîn, dê pirsgirêk û zehmetiyên me hebin. Dibe ku hin ji me ji rewşên dijwartir derbas dibin. Hin ji me zêdetir bandor dibin. Lê em dizanin ku kes an jî saziyên ku me fêm dikin û guhdarî dikin hene. Ger mirov bikaranîna tiryakê, hene. Ev ne tenê sûcê wan e. Pirsgirêkek sîstemê jî heye ku wan paşguh dike, tune dihesibîne. Ger em hemû bi hev re bin, em ê bihêztir bin, em bi hev re bixebitim, em dikarin piştgiriyê bidin hev û bihêztir bin. Em dikarin bi vî rengî çareser bikin."
 
Sibê: 'Planên stratejîk pêwîst in'
 
MA / Azad Altay - Bêrîvan Altan

Sernavên din

16:50 Li Şirnexê starta 25'ê Mijdarê hat dayîn
16:34 Li Stenbolê dê ‘Kursiya aştî û azadiyê’ bê danîn
16:12 Ji bo dermankirina Aykol dest bi dermanên cuda hat kirin: Xetere didome
16:02 ‘Daxwaza tehliyeyê’ ya Mizrakli careke din hate redkirin
15:56 Meclisa Jinan a HDK’ê: Di 25’ê Mijdarê li her dera Tirkiyeyê em ê li qadan bin
15:26 ‘Bila lêçûnên dadgehê yên dozên ekolojiyê ji aliyê dewletê ve bên dayîn'
14:40 Dê Erdogan û Bahçelî bicivin
14:39 Rojnamevan Sevda Perihan Erkilinç hat berdan
14:22 Xelkê Enqereyê li dijî budçeya sala nû bibertek e
13:58 Îmamoglû: Îdiameya we tenê ji derewan pêk tê
13:24 Peyamên hilbijartinên Iraqê çi ne?
13:05 Kalkan: Ji bo pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bibe hewldanek heye
11:35 Jina gef lê dihatin xwarin întîhar kir
10:58 Xwişka karkera ku mir: Zabiteyên ji bo kontrolê dihatin qoliyek parfum digirtin û diçûn
10:57 Li dijî endamên FARC’ê êriş: 25 kes hatin kuştin
10:56 Çareserî ne teşhîr û etîketkirin e, di ziman û têkiliyê de ye
10:56 Şaredarê berê yê Hopayê: Divê xelkê Behra Reş jî di pêvajoyê de aktor be
10:33 Li Aydinê mirineke biguman
10:31 Komun çi ye, li Kurdistanê çawa dikare bê avakirin?
10:03 Tirkiye xwe ji Sûriyeyê venakêşe, baregehên nû ava dike
09:45 Tehliyeya girtiyê ku ferzkirina poşmaniyê qebûl nekir cara sêyemîn hat astengkirin
09:30 Cotkarên Mûşê: Em êdî ber bi îflasê ve diçin
09:13 Wezîr Guler: Di balafira ketî de 20 leşker mirin
09:11 Eren: Divê pêvajo ji aştiya negatîf derbasî aştiya pozîtîf bibe
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2025'AN
11/11/2025
23:38 Salih Muslim: Em dikarin bibêjin ku Tirkiyeyê peymana 10’ê Adarê qebûl kiriye
22:49 Hêzên Şamê bi dronê êrişî Siwêdayê kirin
17:54 Civîna Kurtulmuş bi koordînatorên partiyên siyasî re dest pê kir
16:54 Serdana şîna Lokman Urun hat kirin: Em ê têkoşîna wî bidomînin
16:38 ‘Binpêkirinên sîxurkirinê yên li Wanê bi dawî bikin’
16:08 Wezareta Parastinê: Balafireke me ya kargoyê ket
16:08 Dozgeriyê ji bo girtina CHP’ê serî li Dadgeha Bilind da
15:51 ÎHD: Di 10 mehan de li Mêrdînê 53 bûyerên mirinên biguman rû dane
15:30 Ji bo danişîna rojnameger Perîhan Sevda Erkilinçê bang kirin
15:19 Bi girseyî serdana şîna Hasîbe Karataş hat kirin
14:45 Li Pasûrê hejmara miriyan derket 3'yan
14:05 Li Girtîgeha Sîncanê nahêlin girtî bên tedawîkirin
13:47 Rejîma Îranê 8 girtî darve kir
13:33 Kesên ji ber şewata li Dîlovasiyê hatin binçavkirin birin edliyeyê
13:25 Li Pasûrê îskeleya pirê hilweşiya: 2 karker mirin, 4 jî birîndar bûn
13:02 Şaredariyên DEM Partiyî: Em ê bi pêşengtiya jinê jiyana wekhev ava bikin
12:52 Ji ber mayînê lingê kolberekî Kurd jê bû
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Dive komîsyon tavilê biçe Îmraliyê
11:59 Bahçelî: Pêvajo ber bi dawiyê ve diçe
11:58 Fîdan ê ku bi Şara re çû Qesra Spî: Me helwestên xwe da der
11:31 Nûman Kûrtûlmûş dê hevdîtinê bi serokwekîlan re bike
11:30 Ji Sûriyeyê daxuyanî: Di warê entegrasyona HSD'ê de lihevkirin çêbû
10:13 Îsraîlê pêşnûmeya cezayê 'darvekirinê' ya ji bo filistîniyan da ber dengdayînê
10:09 Hilbijartina li Iraqê dest pê kir
10:01 Bêkarî dibe sedema zêdebûna wê, şaredarî terkexem in: Ma dê wiha pêşî lê were girtin?
09:42 Şîlan Bîngol: Ji bo aştiyeke mayinde bi 'mirinan' re hevrûbûn divê
09:41 'Heta statûya Kurdî neyê qebûlkirin em nikarin qala entegrasyonê bikin'
09:26 Êdî tiryak li ber deriyên dibistanên seretayî ye: Têkoşîn kêm e
09:06 Li Tekîrdagê Kurdî di bin xetereya saziyên dewletê de ye
09:02 Pisporê tenduristiya gel: Ji bo tenduristiyê aştî pêwîst e
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2025'AN
08:52 Tê payin li 22 bajaran baran bibare
08:45 Li Behra Spî bi pileya 4.9 erdhej çêbû
10/11/2025
16:48 Şînên li Amedê bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:40 Li Sêrtê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê hat dayin
16:20 Şaredariya Mûşê avakirina ‘Meclisa Jinan’ ragihand
16:20 Şîna Îshak Tepe bi girseyî hate ziyaretkirin
16:19 Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol didome
15:28 CPT: Tirkiye hejmara baregehên xwe zêde dike
15:10 Dadgeriya Înfazê: Lijneya Çavdêriyê ne ew meqam e ku poşmaniyê binirxîne
14:27 Rêveberiya Amedsporê: Motîvasyona tîma me bilind e
14:22 Hem li dijî zextên hevjînên xwe hem jî yên civakê têdikoşin
13:59 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Aykol name şandin
13:38 Daxwaza sewqa ji bo Îmraliyê kirin hinceta ‘taloqkirina tehliyeyê’
13:18 Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
12:02 Hilbijartina Parlamentoya Iraqê sibê ye
11:58 Bagera Fung-wongê bîlançoyeke giran li pey xwe hişt
11:57 Tevî pêvajoyê jî ferzkirina sîxûriyê didome
11:26 ‘Çareseriya herî rast a li dijî tiryakê, piştevaniya rêxistinkirî ya gel e’
10:44 Vaye rêgeha tiryakê: Serkêşiya wê ‘bajarên biewle’ dikin
09:37 Li Êlihê 2 kes hatin kuştin û 5 kes birîndar bûn
09:21 Xwebûn bi manşeta ‘Jin bajaran ji nû ve saz dikin’ derket
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2025'AN
09/11/2025
16:55 Komên paramîlîter ên Tirkiyeyê 11 kes revandin
14:32 Vê hefteyê dê budçeyên 4 wezaretan bên nîqaşkirin
14:20 DFG’ê xebatkarên Çapemeniya Azad ên hatine qetilkirin bi bîr anî
14:00 Jinan li Erdîşê şitilên berûyê danîn
13:59 Îshak Tepe wefat kir
13:31 TJA’yê starta 25’ê Mijdarê da
12:17 Wezîrê Edaletê: Biryara têkildarî Demîrtaş li ber destê dadgehê ye
12:17 Dengdana taybet a ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dest pê kir
11:59 Kesên nêzî saleke daxwaza aştiyê dikin axivîn
11:30 Sala 20’an a bombekirina Pîrtûkxaneya Ûmûtê: Divê dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe
10:30 Li Îtalyayê ji bo bîranîna Nagihan Akarselê mihrîcan hat lidarxistin
10:26 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:16 Şara li Amerîkayê ye
10:15 Gundê Îbrahîm Kaypakkaya di hedefa sermayê de ye
09:34 Jinên Ocaxa Dêrsimê: Ji bo hêsrên dayikan nebarin divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire
09:32 Di pêvajoya şer de 2 zarokên xwe winda kir: Tekane tişta ku êşên min sivik bike aştî ye
09:30 Welatiyên Wanê: Aştî bi yekalî nabe, divê dewlet gav biavêje
09:02 Li bajarê 24 saetan tê şopandin trafîka madeyên hişbirê
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2025'AN
08/11/2025
18:36 Abdullah Ocalan: Kurd bêyî ku ji hebûna xwe tawîz bidin, divê pêşengiyê bikin
16:23 Li Agiriyê Komeleya Kurdî-Zana Araratê hat vekirin
15:58 Serdana şîna Yakup Tûncer kirin