AMED - 3’yemîn Festîvala Fîlman a Amedê ya Navneteweyî, diyarî Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk hat kirin.
3’yemîn Festîvala Fîlman a Amedê ya Navneteweyî ku bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi kordînasyona Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sînebîrê û bi dirûşma "Dinya bi çîrokan tê ba hev" tê lidarxistin, dest pê kir. Tevî gelek hunermendan, hevşaredarên bajar û navçeyan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û bi sedan kes beşdarî festîvala ku li Navenda Çand Amedê hat lidarxistin bûn. Festîval, diyarî Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk hat kirin.
PÊŞANGEHA FÎLMÊ ‘RÊ/YOL’
Di festîvalê de pêşî pêşangeha fîlmê "Rê/Yol" ê Yilmaz Guney hat vekirin. Pêşangeh, bi îlhamgirtina ji pirtûka Çêkerê Fîlman Edi Hubsmidt a bi navê "Rê-Çîrokeke Sirgûnê" hat amadekirin. Di pêşangehê de berhemên hunermendan ên di kategoriyên cuda yên wekî wêne, vîdeo û xêz de hatin nîşandan, her wiha dîmenên fîlm û wêneyên di pirtûka Edi Hubsmidt de jî cih girtin.
‘EM Ê TEQEZ BI SER BIKEVIN’
Piştî pêşangehê konser hat lidarxistin. Sîpan Dagdevîren ê ji Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ku beriya konserê axivî, diyar kir ku festîval çîrokên cîhanê û mirovan tîne ba hev û rê vedike û ev tişt got: "Em îro li Amedê çîrokeke nû dinivîsin. Ev festîval dê ji sînemagerên pêşerojê re rê veke, çîrokan bigihîne pêşerojê." Dagdevîren, navên hunermendên Kurd ên ked dane sînemayê rêz kir û wiha pê de çû got: "Yilmaz Guney çend sal berê gotibû, 'bila dost û dijmin bizanibe ku em ê bi ser bikevin, teqez em ê bi ser bikevin.' Em li vir dixwazin bangî Yilmaz Guney bikin; wekî te got em ê bigihîjin serkeftinê. Bijî sînemaya Kurdî, bijî sînemaya azad, bijî sînemaya şoreşger."
Piştre Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak axivî û diyar kir ku festîval rêwîtiyeke hevpar e. Hevşaredar Dogan Hatun jî diyar kir ku Yilmaz Guney rê li ber sînemaya Kurdî vekiriye, Halîl Dag cesaret dayê, endamê Şandeya Îmraliyê yê jiyana xwe ji dest daye Sirri Sureyya Onder hêz dayê û got: "Em deyndarê keda wan in."
KONSER Û GOVEND
Piştî axaftinan hunermendên Rojhilatî Elî Ekber Moradî û Ezîz Kangarlû bi çepik û coşeke mezin derketin ser dikê. Performansa Moradî û Kangarlû, li ser piyan bi çepik û tilîliyan hat pêşwazîkirin.
Piştre Koma Govendê ya Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED), performansa govendê ya herêma Rihayê pêşkêş kir. Performans bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin.
BELGEFÎLMA ‘KARDEŞ TURKULER’
Piştre belgefîlmê "Kardeş Turkuler" ê ku Çayan Demîrel û Ayşe Çetînbaş derhêneriya wê kirine hat nîşandan. Belgefîlm, li gel vegotina hilberîn û rêwîtiya muzîkal û polîtîk a 30 salan a Kardeş Turkuler; cih dide bûyerên civakî û komkujiyên dîroka nêz ên wekî Newroza Cizîrê, Komkujiya Madimakê, kuştina rojnameger Hrant Dînk, Berxwedana Geziyê, komkujiyên Pirsûs û Enqereyê û erdhejên 6’ê Sibatê.
Festîval dê heta 14'ê Kanûnê dewam bike û sibê jî bi çalakiyên curbecur bidome.
