HTŞ’ê bi dronên bombebarkirî êrişî Tişrînê kir
- Rojane
- |
- 15 Çile 2026 16:50
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - HTŞ’ê, bi 2 dronên “întîharê” êrişî Hec Hisên û Girê Sîryatêlê yê li nêzî Bendava Tişrînê kir.
Êrişên HTŞ’ê û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Li gorî nûçeya ANHA’yê; HTŞ’ê bi 2 dronên bombebarkirî êrişî gundên Hec Hisên û Girê Sîryatêlê yên li derdora Bendava Tişrînê kir.
Hat zanîn ku di êrişê de tu windahiyên canî çênebûne û liv û tevgera HTŞ’ê ya li herêmê didome.