3 roj in li Dêra Hafir ceryan tune ye
- Rojane
- |
- 15 Çile 2026 20:37
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - HTŞ a ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tê piştgirîkirin, bi êrişan re sê roj in ceryana Dêra Hafirê û gundên wê qut kiriye.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Firaf (ANF), HTŞ sê roj in ceryana Dêra Hafirê û gundên derdora Kantona Tebqayê qut kiriye. Ligel êrişan qutkirina ceryanê pirsgirêkên gel girantir kirine.