WAN - Welatiyên Wanê ku ji bo Kobanê dibêjin “sembola têkoşînê”, peyama ku li dijî dijminên Kurdan serkeftin nêz e dan.
Li dijî êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser Rojava, berxwedana gel her ku diçe zêde dibe. Welatiyên ku li Wanê beşdarî civîna gel a der barê Rojavayê de bûn, diyar kirin ku ew bawer dikin jin û mêrên Kurd bi vê berxwedanê dê serkeftinekî mezin bi dest bixin.
Kerem Abo bi bîr xist ku Kobanê di sala 2014’an de jî bi êrişên mezin re rû bi rû maye, berxwedan nîşan daye û li hemû cîhanê veguheriye sembola berxwedanê û wiha axivî: “Divê hemû gelê me li dijî êrişên ser Rojava hişyar be. Gelê Kurd ev çend roj in li eniyan li dijî zîhniyeta hov a DAIŞ’ê têdikoşin. Divê gelê me Rojava bi tenê nehêle. Kobanê bi salan e sembola têkoşînê ye. Em dizanin ku yê van êrişan birêve dibe, bi piştgiriya Tirkiyeyê ye. Tirkiye piştgiriyê dide DAIŞ a hov. Ne tenê dewleta Tirk, hemû dewletên Ewropayê jî piştgiriyê didin vê hişmendiyê. Bila vê baş bizanibin ku tu kes nikare Kurdan têk bibe.”
Cengiz Akin ê ku li dijî êrişên li ser Rojava bi hêrs e, diyar kir ku li dijî gelê Kurd şerekî qirêj tê meşandin û wiha got: “Li Rojava jin, ciwan û zarok tên qetilkirin. Ez êrişên li ser Rojavayê şermezar dikim. Serkeftin a me ye û Rojava ne bi tenê ye. Em hemû pir baş dizanin bê ka kî piştgiriyê dide çeteyên HTŞ’ê. Divê gelê Bakur li dijî êrişên ser Rojava bibe yekdeng û bibe yek.”
'HAKAN FÎDAN DIXWAZE KURDAN BIQEDÎNE'
Mehmet Şîrîn Gezîcî diyar kir Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan dijminê Kurdan e, destnîşan kir ku ew ê li Rojava dîsa bi ser kevin û ev tişt got: “Her çar parçeyên Kurdistanê bûn yek. Hakan Fîdan dixwaze gelê Kurd biqedîne lê ev ne hedê wî ye. Kurd tu carî naqedin. Heke em li wir yekî winda bikin, 45 neviyên min hene ku cihê wan tije bikin. Bêguman dê berdêlên me hebin, ji ber ku Kurdistan bêberdel nabe. Erdogan, Bahçelî û yên din werin ba hev û bixwazin gelê Kurd biqedînin jî, Kurd naqedin. Çiqas windahiyên me hebin jî moralê me xera nabe. Her çar parçeyên Kurdistanê dê bibin yek û em ê bi ser kevin. Em wekî Kurd mafê xwe, axa xwe û zimanê xwe diparêzin. Çeteyên HTŞ û DAIŞ’ê bi tena serê xwe nikarin vî qirkirinê bikin û tiştekî wan ê ku bikin jî nîn e. Ew vê piştgiriyê ji Amerîka û Tirkiyeyê digirin. Banga me ew e ku tavilê dawî li van êrişan bê. Ew tu carî bi ser neketine, bi dehan caran ev êriş û qirkirin li dijî Kurdan berdewam kirin lê her carê jî ev êrişên wan vala derketiye.”
'ÊRIŞ BI DESTÊ NETEW DEWLETÊ PEK HATIN'
Enver Orgu diyar kir ku ev çend roj in li ser Rojavayê şerê tunekirinê tê meşandin û ev êriş bi destê netew dewletê tên kirin û wiha axivî: “Kiryarên wan ên bêexlaq ên li hemberî cenazeyan û helwestên li dijî rûmeta mirovahiyê nayên qebûlkirin. Tu kes nikare gelê Kurd bixapîne û gelê Kurd dê çarenûsa xwe bi xwe binivîsîne. Divê her çar parçeyên Kurdistanê piştgiriyê bidin vê û di nav yekitiyê de bin. Em ev çend roj in ji bo protestokirina êrişan li qadan e, heta êriş bisekinin em ê li qadan bin. Dixwazin bi komployekê plana tunekirina gelê Kurd bikin, lê tu carî nikarin bi me têk bibin. Em ê tu carî serî netewînin. Çawa ku di raboriyê de gelê Kurd li ber vê zilmê û van zaliman serî netewandiye, îro jî dê bi heman rengî xwedî li Rojavayê derkeve.”
'EM Ê KIRYARÊN WAN TU CARÎ JI BÎR NEKIN'
Elvan Solbudakê diyar kir ku êrişên li Rojava bandorekî kûr li jin û zarokan dike û ev tişt got: “Kurdan tu carî li tu kesî zilm nekiriye. Hemû dewlet bûne yek û dixwazin gelê Kurd tune bikin. Kurdan tenê mafê xwe parastiye. Ji ber ku jina Kurd pir bi hêz û bi qudret e, ev komkujî li dijî jinên Kurd tê kirin. Li Rojava keziyên jinan tê jêkirin. Ev heqaretekî li dijî me hemûyan e. Ez ne tenê bang li jinên Kurd, bang li hemû jinan dikim; keziyên jinan tê jêkirin, ev li dijî hemû jinan hatiye kirin. Li dijî jinê şer tê meşandin. Em ê van tu carî qebûl nekin. Em ê heta dawiyê têbikoşin û ji bîr nekin.”