Abdullah Ocalan: Kurd dê bi rêxistinbûna xwe entegre bibin

Parve bike:

ÎZMÎR - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di hevdîtina xwe ya bi komîsyona Meclisê re de der barê serneketina Pêvajoya Civaka Demokratîk û Aştiyê de hişyarî û pêşniyar kir û ji bo serkeftina pêvajoyê bal kişand ser hebûna civaka demokratîk.

Di çarçoveya "Pêvajoya Civaka Demokratîk û Aştiyê" de ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibata 2025’an de dest pê kiribû, komîsyona ku di Meclisê de hatibû avakirin, di 24’ê Mijdara 2025’an de li Îmralî hevdîtinek pêk anî. Zebitnameyên hevdîtina şandeya ku ji Seokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û endama Komîsyona Meclisê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Parlamenterê AK Partiyê yê Hatayê Huseyîn Yayman û Parlamenterê MHP’ê yê Stenbolê Fetî Yildiz pêk dihat, di malpera fermî ya TBMM’ê de hatin weşandin. Abdullah Ocalan nêrînên xwe yên li ser pêvajoya didome pêşkêş kir û destnîşan kir ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêkan e û ev yek dê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bibe model.
 
Abdullah Ocalan diyar kir ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkek hezar salî ye û sê qonaxên wê hene; di vê çarçoveyê de divê pêvajoya konjonkturel bê raçavkirin û destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd ji dewletê derbasî qada siyasî bûye û girîng e ku niha ev pirsgirêka cidî bi siyasetmedaran re tê nîqaşkirin. Ocalan anî ziman ku ew li ser soza xwe ye û heke şert û merc guncav bin, derfetên wî yên teorîk û pratîk ji bo pêkanîna vê yekê amade ne. Herwiha bal kişand ser gotinên Devlet Bahçelî yên wekî "Heke ev pirsgirêk neyê çareserkirin, ji Anadoluyê û ji Tirktiyê tiştek namîne."
 
Li gorî gotinên di zebitnameyan de cih girtine, Abdullah Ocalan wiha dibêje: "Pêvajoya çareseriyê her çend bi rageşî be û bi ezmûnekî mezin re rû bi rû be jî, bi kêmanî di qonaxa ku em gihîştinê de, em ê deriyekî vekin ku ne tenê ji bo niyeteke baş, lê ji bo vekirina deriyê 1000 salên pêşiya me. Em ê deriyê biratî û çareseriyê ne yê 100 salî lê yê 1000 salan, vekin. Tevî gotinên bêwate yên di medyayê de, meseleyekî wiha ya Tirkiyeyê heye û di rewşekî wisa de ye ku nayê paşxistin. Em jî çareseriyeke teqez dixwazin."
 
Herwiha Ocalan anî ziman ku wan (A. Ocalan û PKK) ji serdema Turgut Ozal ango ji sala 1992’yan û vir ve, bi dorê di serdemên Erdal Înonu û Suleyman Demîrel de bi dewletê re têkilî û diyalog danîne, lê "destekî di nav dewletê de" nexwestiye pirsgirêka Kurd bi wan re were çareserkirin û her carê mekanîzmaya darbeyê ketiye dewrê.
 
BALÊ DIKŞÎNE SER MEKANÎZMAYA DERBEYÊ  
 
Piştî ku Huseyin Yayman diyar kir ku ew bi hesasiyeta malbatên leşkeran hatine, Ocalan nirxandinên xwe wiha rave dike: "Heke li Tirkiye û herêmê bi rastî bigihîjin çareseriyê û karibin derî ji cihê rast vekin, dê deriyekî mezin ê şansê vebe û ev yek dê herêmê ji nû ve diyar bike. Heke bi ser nekevin, dibe ku mekanîzmaya darbeyê li dijî birêz Devlet Bahçelî û birêz Serokkomar bikeve dewrê, birêz Bahçelî jî di axaftinên xwe de behsa vê yekê dike.
 
Turgut Ozal ji Birand re gotibû 'te ez şewitandim'. Ozal dixwest piştî vegera Enqereyê bi hemû hêza xwe ji bo çareseriyê bixebite, lê 4 roj piştî hevpeyvînê suîqest li dijî wî hat kirin. Di 17’ê Nîsanê de dema ku wî bi Midurê Nivîsgeha xwe Kaya Toperî re hevdîtinek bikira, ji nişka ve jiyana xwe ji dest da. Ez ji mirina wî bi guman im. Heke ev pêvajo bi ser nekeve, dê ne tenê bi ser birêz Bahçelî, lê bi tevahiya MHP’ê de biçin. Ez dizanim bê ka çawa dê bi ser Erdogan de herin. Muxatabên min dizanin bê ka ez çawa di bin tuhmetan de mam. Êrişên li ser min, êrişên li dijî aştî û hiqûqa biratiyê ne. Hinek jê sixûr bûn bi zenebûn kirin. ji bo min bêyî çareseriya demokratik tu çareserî nîn e"
 
'KESÊN DIXWAZIN PÊVAJOYÊ TÊK BIBIN HENE'  
 
Abdullah Ocalan geşedanên siyasî yên cîhanê jî nirxand û wiha pê de çû: "Ji bo ku hûn hêza MOSSAD’ê fêm bikin ez vê dibêjim; berê digotin balafira ku ez tê de me dê li tu bajarê Ewropayê yê NATO’yê danekeve. Kontrolekî bêhempa hebû. Ya girîng ew bû ku ez bi destê Tirkekî bihatama kuştin, bi vî rengî dê rêxistin biketa bin fermana wan. Dê suîqest û kuştinên bêhempa, rewşekî mîna ya li Xezeyê dest pê bikira. Di wê serdemê de kesên xwe şewitandin hebûn. Divê muxatabên min îro vê girîngiyê fêm bikin. Ji bo îro bê famkirin divê ev bên zanîn. Min xwest ez qala sedemê têkoşîna PKK'ê û bidawîbûna wê û xetereyên mezin bikim. 
 
Bahçelî dewletê herî kêm bi qasî min nas dike. Dibe ku ez zêde dikim, lê divê her îxtîmal were hesabkirin. Tecrubeya min pir mezin e. Amadekarên van lîstikan pir bi hêz in. Ez MHP’ê pir baş nas dikim; heke MHP’yî Bahçelî mafdar nedîtina, dê li pişt wî nesekinîna û piştgirî nedana wî. Biryara dawî ya CHP’ê jî pir baldar e, lê ez vê ne ji bo vederkirina CHP’ê dibêjim."
 
'ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK'  
 
Ocalan di dawiyê de bal kişand ser têkiliyên dîrokî yên Tirk û Kurdan û wiha got: "Wekî encam, divê Civaka Demokratîk û Komar entegre bibin. Ez dixwazim çanda Kurd di nav Komarê de cih bigire, ev dewlemendî ye. Divê ev yek bi awayekî din neyê şîrovekirin. Entegrasyona Kurdan a di nav Komarê de bi rêxistinbûna wan ve pêkan e. Dê karakterê Komarê jî diyar bibe, ez meraq dikim bê ka dê bibe komareke çawa."    
Nûçeyên Têkildar
Li Osmaniyeyê civîna gel: Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nayê
Li Osmaniyeyê civîna gel: Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nayê

DEM Partiyê li Osmaniyeyê bi gel re civîn girt û wiha hate gotin: “Heta Abdullah Ocalan azad nebe, aştî nayê.”

McLaren: Ramanên Ocalan mîna fenerekê ne di korîdorên tarî yên Marksîzmê de
McLaren: Ramanên Ocalan mîna fenerekê ne di korîdorên tarî yên Marksîzmê de

Akademîsyen Peter McLaren ku paradîgmaya Abdullah Ocalan wekî "şikestineke helbestî" bi nav kir, got: "Nêrînên Ocalan mîna fenerekê ne ku di korîdorên tarî yên Marksîzmê de dibiriqe."

Neviyê Şêx Seîd: Gelê Kurd azadiya Abdullah Ocalan dixwaze
Neviyê Şêx Seîd: Gelê Kurd azadiya Abdullah Ocalan dixwaze

Bedrî Firat diyar kir ku pêkanîna "mafê hêviyê" û berdana girtiyên siyasî ji bo pêşveçûna pêvajoyê girîng in û got: "Gelê Kurd dixwaze birêz Ocalan were berdan û divê ev yek pêk were. Berpirsiyariya li ser milê hikûmetê avêtina gavên pratîk e."

Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ket.

Protestoyên komployê: Hûn nikarin milyonan kesan bixin odeyeke biçûk
Protestoyên komployê: Hûn nikarin milyonan kesan bixin odeyeke biçûk

Welatiyên li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê tev li çalakiyên protestoyî bûn, daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kir.