Piştî Peymana Parîsê di êrişan de roj bi roj çi qewimî?

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Bi erêkirina DYA û Îsraîlê, bi êrişên hatine destpêkirin "teslîmiyet" li ser Rêveberiya Xweser tê ferzkirin. KCK'ê vê pêvajoyê wekî "komployekî li dijî tevahiya Kurdan" pênase kir. Kurdên li çar parçeyan jî li dijî êrişan bûn yek. Me geşedanên roj bi roj qewimîne bi awayekî kronolojîk berhev kirin.

Ji sala 2011’an ve, dema şerê navxweyî li Sûriyeyê dest pê kir, bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn navenda gel û baweriyên cihêreng. Lê niha ev herêm bi erêkirina hêzên navneteweyî re rû bi rûyê pêlekî nû ya êrişan tê. HTŞ ku ji bermayiyên DAIŞ’ê pêk tê, ligel komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê, ev çend roj in êrişên giran pêk tîne.
 
Yekemîn êrişa mezin a HTŞ’ê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê pêk hat ku piraniya şêniyên wan Kurd in. Van koman di 6’ê Çileyê de bi çekên giran û bi qêrîna tekbîran êriş kirin. Di şerê ku 6 rojan dewam kir de, cenazeyê şervaneka jin a jiyana xwe ji dest dabû ji avahiyê avêtin xwarê. Herwiha bi deh hezaran kes neçarî koçberiyê bûn, bi sedan kes hatin revandin, gelek kes hatin îşkencekirin an jî hatin qetilkirin. Mal hatin talankirin, nexweşxane hatin bombekirin û hinek kes hatin înfazkirin. Aqûbeta zêdetirî 200 kesan hîn jî nayê zanîn.
 
Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, hebûna hêzên asayîşê ya li taxan wekî hinceta êrişên xwe nîşan da. Lêbelê asayîşa taxan, li gorî peymana ku Şam û Rêveberiya Xweser di 1’ê Nîsana 2025’an de li ser li hev kiribûn, li taxan bûn.
 
Li gorî Peymana 1’ê Nîsanê dê HSD'ê vekişiya û Wezareta Karên Hundir bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundir berpirsyarê parastina şêniyên taxan û pêşîlêgirtina her cure binpêkirin an êrişan ba. HSD’ê li gorî peymanê tevgeriya û vekişiya. Lê di vê pêvajoyê de yê ku ambargo ranekir û êrişên xwe domandin, rêveberiya Şamê bû.
 
'OTUBUS VALA VEGERIYAN'  
 
Hêzên Ewlekariya Hundir ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dijî gefên komkujiyê biryara "parastinê" dan û berxwedanekî mezin nîşan dan. Otobusên ku Şamê ji bo "tehliyeyê" şandibûn, vala vegeriyan.
 
Ev hemû bûyer di dema ku nîqaşên li ser "Peymana 10’ê Adarê" dihatin kirin de qewimîn. Ev yek piştî hevdîtina Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, endamên Fermandariya Giştî Sozdar Dêrik û Sîpan Hamo ligel rayedarên Hikûmeta Demkî ya li Şamê pêk hat. Sîpan Hamo daxuyand ku rayedarekî dewletê yê ku navê wî neda, mudaxileyî civîna ku dihat hêvîkirin erênî derbas bibe kiriye, piştî vê yekê pêvajo hatiye rawestandin û êriş hatine destpêkirin.
 
Derket holê ku kesê ku Hamo qal kiribû, Wezîrê Karên Derva yê Hikûmeta Demkî Esad Hasan Şeybanî ye.
 
Êriş piştî hevdîtina şandeyekî hikûmeta Îsraîlê bi rêveberiya Şamê re ya di 5’ê Çileyê de, bi navbeynkariya DYA û piştgiriya Fransayê dest pê kirin. Şamê jî piştî vê peymanê hêz girt û dest bi êrişan kir. Li gorî hin derdoran, ji bo dîzayna başûrê Sûriyeyê li ser daxwazên Îsraîlê, li hemberî van êrişan bêdengî hat tercîhkirin.
 
YEKEM HEDEF DÊR HAFIR BÛ 
 
Piştî her du taxan, bi rêzê ve Dêr Hafir, Tebqa, Reqqa, Dêrazor, Kobanê û Hesekê bûn hedef. Kobanê ev çend roj in di bin dorpêçê de ye. Komên paramîlîter li Hesekê û Kobanê rastî berxwedana şervanên HSD û YPJ’ê hatin.
 
Kronolojiya êriş û geşedanan ji Kanûnê heya Çileyê me bi aweyekî kronolojîk berhev kir:
 
22’YÊ KANÛNÊ
 
* Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serokê MÎT’ê Îbrahim Kalin, li Şamê bi Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ahmed Şara û rayedarên Sûrî re hevdîtin kirin.
 
* Fîdan û Esad Hasan Şeybanî civînekî çapemeniyê li dar xistin. Fidan got: "Em wekî Tirkiye dixwazin hevdîtinên di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de bi encam bibin." Fidan îdia kir ku HSD ligel Îsraîlê tevdigere û ev yek di hevdîtinên bi Şamê re dibe asteng.
 
* Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê êrişî Hêzên Ewlekariya Hundir hat kirin û şer giran bû.
 
* HSD’ê ragihand ku êriş li dijî Peymana 1’ê Nîsanê ne.
 
25’Ê KANÛNÊ 
 
* Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî bal kişand ser hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de û diyar kir ku lihevkirinek hevpar çêbûye û got: "Li ser entegrasyona hêzên leşkerî li hev kirinek pêk hatiye."
 
25-27’Ê KANÛNÊ 
 
* Dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê giran bû.
 
29’Ê KANÛNÊ 
 
* Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê ji ber sedemên "teknîkî" hat paşxistin.
 
* Êrişî Bendava Tişrînê dest pê kir.
 
3’YÊ ÇILEYÊ 
 
* HSD’ê ragihand ku hêzên girêdayî Hikûmeta Demkî, li Heqil El Sewra ya Reqqayê êrişî nuqteyekî kontrolê kirine.
 
4’Ê ÇILEYÊ
 
* Mazlûm Ebdî û endamên Fermandariya Giştî ya HSD'ê Sozdar Dêrik û Sîpan Hamo ji bo nîqaşkirina "Lihevkirina 10’ê Adarê" çûn Şamê.
 
5’Ê ÇILEYÊ
 
* HSD’ê aşkera kir ku bi Şamê re li ser berdewamkirina diyalogê li hev kirine.
 
* Bi navbeynkariya DYA’yê li Parîsê, rayedarên Îsraîl û Şamê peymanek îmze kirin ku mijarên "parvekirina îstîxbaratê, kêmkirina rageşiya leşkerî û hevkariya aborî" dihewand. Reutersê ragihand ku di hevdîtinê de êrişên li dijî HSD’ê hatine rojevê, Îsraîl li dijî vê derneketiye û DYA’yê jî "erê" kiriye.
 
6’Ê ÇILEYÊ
 
* HTŞ’ê êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê da destpêkirin. Di êrişan de tank hatin bikaranîn û komên paramîlîter ên Tirkiyeyê jî beşdar bûn.
 
* Hakan Fîdan li Parîsê bi Şeybanî re civiya. Ev hevdîtin di dema êrişan de pêk hat.
 
7'Ê ÇILEYÊ
 
* Meclisa Gel a Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, li dijî êrişan peyama "berxwedanê" weşand.
 
* Rêveberiya Xweser daxuyand ku rêveberiya Şamê diyalogê red kiriye.
 
* Kesên ku sembolên DAIŞ’ê hilgirtibûn, di weşana zindî de di kamerayan de hatin dîtin.
 
* Hat aşkerakirin ku komên êrişkar di lîsteya mueyîdeyên navneteweyî de ne. Di lîsteyê de ev kom hebûn: Temena 62’yan (Suleyman Şah-El Emşat), Tumena 72’yan (Sultan Murad), Tumena 76’an (El Hamzat), Tumena 80’an (Tevgera Nureddîn Zengî).
 
8'Ê ÇILEYÊ
 
* HSD’ê ragihand ku HTŞ’ê avahiya çandiniyê veguherandiye baregeha leşkerî.
 
* Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê bal kişand ser Peymana 10’ê Adarê û ev bang kir: “Wekî wezîfeyekî welatparêziyê ye ku gelê me li ser esasê yekitiya neteweyî, li her çar parçeyên Kurdistanê û li dervayî welat bi ruhê Kobanê tevlî vê berxwedanê bibe û seferber bibe.”
 
* Wezareta Parastinê (ya Tirkiyeyê) xwedî li êrişên Şamê derket û diyar kir ku heke rêveberiya Şamê daxwaz bike, Tirkiye dikare piştgiriyê bide êrişan.
 
* Hevserokatiya KCK’ê destnîşan kir ku êriş çareseriyekî maqûl sabote dikin.
 
* Li navçeya Pîrsûs a Rihayê ya li ser sînorê Kobanê, bi hezaran kesan meşek li dar xist. Li aliyê din, li Amedê û gelek bajarên din çalakiyên protestoyê dest pê kirin.
 
* HTŞ’ê rêya Asreya-Tebqayê ya ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşên din ên Sûriyeyê ve girê dide, girt.
 
- Mazlûm Ebdî daxuyaniyek da û got: “Bikaranîna zimanê şer û bi nêzîkatiya pevçûnê ferzkirina çareseriyên yekalî, nayê qebûlkirin.”
 
* Li hemberî Dêr Hafira li başûrê Helebê êriş dest pê kirin.
 
* Li Şêxmeqsûdê nexweşxane hat hedefgirtin.
 
9'Ê ÇILEYÊ
 
* Şamê banga "teslîmiyetê" li Hêzên Ewlekariya Hundir kir. Meclisa Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dijî bangên Şamê ragihand ku wan biryara mayîna li taxên xwe û parastinê dane.
 
* Di çarçoveya seferberiya Rêveberiya Xweser de, komên yekem ji Kantona Firatê ber bi Helebê ve bi rê ketin.
 
* Şamê xwest ku heta saet 18.00’an bi ser korîdora hatiye vekirin re tax bên valakirin.
 
* Nexweşxaneya Xalid Fecir a li Şêxmeqsûdê hat hedefgirtin.
 
* Karwana Heyva Sora Kurd ji aliyê Şamê ve hat astengkirin.
 
10'Ê ÇILEYÊ
 
* Serokê KDP’ê Mesûd Barzanî, bi Nûnerê Taybet ê DYA’yê yê Sûriyeyê Tom Barrack û Serokkomarê Demkî ê Sûriyeyê Ahmed Şara re li ser rewşa Helebê bi telefonê axivî.
 
* Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê diyar kir ku di êrişan de "sûcê şer" tê kirin.
 
* Hêzên Ewlekariya Hundir ên Şêxmeqsûdê îdiayên ku Şamê "agirbest" îlan kiriye derewand. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Rayedarên girêdayî rêveberiya Şamê îdia dikin ku di vê qonaxê de li Şêxmeqsûdê agirbest hatiye ragihandin û hêzên me yên çekdar di Nexweşxaneya Xalid el-Fecr de ne. Her du îdia jî rastiyê nîşan nadin û bêbingeh in."
 
* Midurê Nexweşxaneya Şehîd Osman û dermanfiroşek hatin qetilkirin.
 
* Hêzên Ewlekariya Hundir "teslîmiyet" red kir û li otobusên ku Şamê anîbûn siwar nebûn. Herwiha hat aşkerekirin ku di otobusên ji Şêxmeqsûdê derketine de tu şervan nîn in.
 
* Endamên HTŞ’ê bi qêrîna tekbîran, cenazeyê endama Ewlekariya Hundir Denîz a ku di şer de jiyana xwe ji dest dabû, ji avahiyê avêtin xwarê.
 
* Şamê, spasiya DYA, Erebistana Siûdî, Qatar, Tirkiye, Îngiltere û Mesûd Barzanî kir ku "ji bo serweriya Sûriyeyê hesasiyet nîşan dane."
 
* Meclisa Gel a Şêxmeqsûdê ragihand ku agirbestekî qismî hatiye îlankirin. Piştî vê yekê sivîlên birîndar û zarokên li Nexweşxaneya Xalid Fecir sewqî Rojavayê hatin kirin.
 
11'Ê ÇILEYÊ
 
* Mazlûm Ebdî daxuyand ku bi navbeynkariya navneteweyî, li her du taxan peymana agirbestê pêk hatiye.
 
* Hêzên Ewlekariya Hundir ên ŞêxMeqsûdê ragihand ku Nexweşxaneya Xalid Fecir hatiye valakirin.
 
* Hat aşkerekirin ku Ziyad Heleb (Ziyad Qedûr) ê ku di Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundir de wezîfedar bû û teslîmiyet red kiribû, jiyana xwe ji dest daye. Heleb, li Kobanê bi girseyî hat oxirkirin.
 
12'Ê ÇILEYÊ
 
* Endamê Fermandariya Giştî ya HSD’ê Sîpan Hamo aşkera kir ku rayedarekî dewletê yê ku navê wî neda, mudaxileyî civîna Şamê ya ji bo Peymana 10’ê Adarê ku dihat hêvîkirin erênî encam bibe, kiriye û piştî vê yekê pêvajo hatiye rawestandin û êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest pê kirine.
 
* Şamê paşê dest bi sewqiyata leşkerî û alavên leşkerî yên giran ber bi xetên Meskenê û Dêr Hafirê ve kir.
 
* Hat ragihandin ku di êrişên Şamê yên li Şêxmeqsûdê de, ji heman malbatê 14 kes hatine qetilkirin.
 
13'Ê ÇILEYÊ
 
* KCK’ê hişyarî da ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tê sabotekirin û êriş dê bi Helebê ve sînordar nemînin.
 
* Devlet Bahçelî diyar kir ku ew qetilkirina sivîlên Kurd a li Helebê qebûl nake û HSD hedef girt. Bahçelî daxuyaniyên DEM Partiyê yên li dijî êrişan wekî “xemgînî û bi pirsgirêk” pênase kir.
 
* HSD’ê ragihand ku HTŞ’ê li ser Dêr Hafirê topbaran pêk aniye.
 
* Rêveberiya Xweser, li Reqa û Tebqayê biryara qedexeya derketina derve ya qismî da.
 
* Nûnerê Taybet ê DYA’yê yê Sûriyeyê Tom Barrack, li Enqereyê bi Hakan Fîdan re civiya. Der barê hûrguliyên hevdîtinê de daxuyaniyek nehat dayîn.
 
14'Ê ÇILEYÊ
 
* Agahiyên nasnameyê yên 5 şervanên ku li Şêxmeqsûdê çalakiya fedayî pêk anîbûn hatin aşkerakirin: Denîz Çiya (Zeynep Kirdelî), Hawar Qendîl (Dawûd Mihemed), Rojbîn Amara (Wîdad Mamo), Dilbirîn Qamişlo (Rojkar Nuhî) û Feraşîn Efrîn (Meryem Horo).
 
* Li bajarên Kurdistanê bertekên li dijî êrişan belav bûn.
 
15'Ê ÇILEYÊ
 
* HTŞ’ê li Dêr Hafirê kargeha şekir û qadên jiyanê yên sivîlan bombebaran kir.
 
* Di rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) de cih girt ku li Helebê ji ber êrişên HTŞ’ê 120 hezar kes koçber bûne û mal û kargehên kesên ku neçar mane koç bikin, tên talankirin.
 
* Wezareta Parastinê (ya Tirkiyeyê) piştgiriya xwe ya ji bo HTŞ’ê ya êrişkar, dubare kir.
 
* Biryar hat dayîn ku hemû deriyên li kantonên Tebqa, Reqa û Dêrazorê heta demekî nediyar bên girtin.
 
16'Ê ÇILEYÊ
 
* Koalîsyona Navneteweyî û HSD’ê li Dêr Hafirê civînek li dar xistin.
 
* Mazlûm Ebdî daxuyaniyek da û got: “Li ser vexwendina welatên dost û navbeynkaran, bi niyeta me ya baş a ji bo temamkirina pêvajoya entegrasyonê û li ser bingeha pabendbûna me ya ji bo pêkanîna xalên Peymana 10’ê Adarê; me biryar da ku em sibê saet di 07.00’an de hêzên xwe ji herêmên pevçûnê yên li rojhilatê Helebê vekişînin û li herêmên rojhilatê Çemê Firatê ji nû ve bi cih bikin.”
 
* Ahmed Şera "biryarnameyekî" nû weşand. Di biryarnameyê de hat diyarkirin ku Kurd "parçeyekî eslî yê nasnameya neteweyî ya Sûriyeyê ne."
 
17'Ê ÇILEYÊ
 
* Rêveberiya Xweser bersiv da biryarnameya Şera û diyar kir ku mafên gelan ne bi biryarnameyên demkî, lê bi destûrekî bingehîn a mayînde dikarin bên mîsogerkirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku çareseriya bingehîn a li Sûriyeyê bi "destûrekî demokratîk û nenavendî" pêkan e.
 
* HSD’ê ragihand ku wan hêzên xwe ji rojhilatê Helebê ber bi rojhilatê Firatê ve vekişandine.
 
* Tevî biryara agirbestê jî êrişên Şamê nesekinîn. Li Meskeneyê êriş hatin kirin.
 
* Li Kurdistanê çalakiyên protestoyî zêde bûn.
 
* HTŞ’ê li Dibsî Afnanê êrişî çeperên HSD’ê kir.
 
* Piştî vekişîna HSD’ê ya ji Dêr Hafirê, dîmenên talankirina malên sivîlan ji aliyê HTŞ’ê ve ketin ber kamerayan.
 
* Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê li seranserê herêmê qedexeya derketina derve îlan kir.
 
* Mazlûm Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Fermandara YPJ’ê Rohilat Efrîn, li Hewlêrê bi Nûnerê Taybet ê DYA’yê Tom Barrack re civiyan. Serokê KDP’ê Mesûd Barzani jî beşdarî hevdîtinê bû. Şandeya Rêveberiya Xweser di heman rojê de bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re jî civiya.
 
* Sîpan Hamo diyar kir ku di pêvajoyekî dîrokî re derbas dibin û got ku tê xwestin di navbera Kurd û Ereban de "fîtne" were derxistin.
 
18'Ê ÇILEYÊ
 
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, der barê hevdîtina ku di 17’ê Çileyê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kiribûn daxuyaniyekî nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Di hevdîtinê de rêzdar Ocalan diyar kir ku ew pabendî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk in û perspektîfa 27’ê Sibatê derbasdar e. Rêzdar Ocalan bal kişand ser geşedanên li Sûriyeyê û diyar kir ku ew ji ber şer û rageşiya pir bi fikar e. Ev rewş wekî hewildana sabotekirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand. Rêzdar Ocalan destnîşan kir ku hemû pirsgirêkên li Sûriyeyê tenê bi diyalog, muzakere û hişê hevpar dikarin bên çareserkirin û bang li hemû aliyan kir ku rolekî pozîtîf bilîzin.”
 
* HTŞ ligel DAIŞ’iyan û komên din ên paramîlîter berê xwe dan Tebqa, Reqa û Dêrazorê.
 
* Rêveberiya Xweser ku seferberî îlan kiribû, peyama "Ji bo parastina nasnameya me tenê vebijarkek heye, ew jî berxwedana gel a şoreşgerî ye" da.
 
* Hevdemê êrişên HTŞ’ê yên li gundewarê Reqayê, hucreyên DAIŞ’ê jî ketin tevgerê.
 
* Mazlûm Ebdî diyar kir ku tevî hemû hewildanên wan ên ji bo rawestandina şer û aramkirina rewşê, êriş berdewam dikin û got: "Em ji gelê xwe re radigihînin ku hewildanên me yên aştiyê bi alîkariya aliyên navneteweyî berdewam dikin. Ji ber vê yekê, em bang li gelê xwe dikin ku bi wêrekî li dora şervanên xwe bicivin."
 
* KCK’ê daxuyand: “Ev êriş komployek li dijî tevahiya Kurdan e. Divê hemû Kurd van êrişan li dijî xwe bibînin. Divê gelê me bersiva banga seferberiyê bide.”
 
* Êrişên li ser Bendava Tişrînê dest pê kirin. Komên paramîlîter windahiyên giran dan.
 
* Ji hesabê fermî yê Serokatiya Sûriyeyê, wêneyê nivîsa peymana ku ji aliyê Ahmed el-Şera û Mazlûm Ebdî ve hatibû îmzekirin hat parvekirin û hat gotin: “Serokkomar Ahmed el-Şera, peymana agirbestê û entegrasyona tam a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a nav saziyên dewleta Sûriyeyê îmze kir.” Lêbelê HSD’ê der barê mijarê de tu daxuyanî neda.
 
* Endama Konseya Serokatiya PYD’ê Foza Yusif bang kir ku bila daxuyaniyên ji aliyê HSD’ê ve tên dayîn esas bên girtin.
 
* Piştî ragihandina seferberiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, welatiyan ji bo parastina herêmên xwe çek hildan û ligel şervanan dest bi nobedê kirin.
 
* Berdevkê hikûmeta Almanyayê ragihand ku Ahmed el-Şera serdana xwe ya ji bo Berlînê betal kiriye.
 
* Mazlûm Ebdî der barê êrişên HTŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê û hevdîtina bi Şamê re daxuyaniyek da û ev tişt got: “Ji 6’ê Çileyê ve em di nav şerekî de ne. Ev şer li ser me hat ferzkirin. Gelek şehîd û birîndarên me hene. Em şehîdên xwe bi bîr tînin. Berî ku ez sibê herim Şamê, min xwest hinek agahiyan bidim gelê me. Berî her tiştî ev şer li ser me hat ferzkirin. Ji bo ku ev şer mezin nebe û nebe şerekî navxweyî, ku wiha hatibû amadekirin, me biryara vekişîna ji Reqa û Dêrazorê ber bi Hesekê ve da. Em ê heta dawiyê destkeftiyên xwe biparêzin. Çi ji destê me tê em ê bikin, hêza me ya ji bo vê heye. Ev berxwedanek e, çawa ku me di 14 salên derbasbûyî de bi ser xist, ez bawer dikim em ê ji niha û pê de jî bi ser bixin.” Ebdî diyar kir ku piştî ji Şamê vegerin, ew ê naveroka peymanê aşkera bikin.
 
* Derket holê ku Şamê ji bo di êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dezenformasyonê çêbike, "yekîneya medyayê" ava kiriye. Hat tespîtkirin ku îdiayên kesên çekdar ên bi êleka "Press" li Hesekê belav kirine, ne rast in.
 
19'Ê ÇILEYÊ
 
* HTŞ’ê li Reqayê êrişî Girtîgeha Eqtanê kir ku bi hezaran endamên DAIŞ’ê lê dihatin ragirtin.
 
* HSD’ê ragihand ku tevî biryara "agirbestê" ya Şamê jî, li Eyn Îsa, Şeddadê û Reqayê êriş berdewam dikin.
 
* Zextên li ser Çapemeniya Azad jî zêde bûn. Hesabên medyaya dîjîtal ên Ajansa Mezopotamyayê, JINNEWS, Rojnameya Yeni Yaşam û Ajansa Welat hatin astengkirin. Herwiha hesabên X’ê yên bi dehan rojnamevanan hat astengkirin.
 
* HSD’ê ragihand ku Girtîgeha Şeddadê ya ku bi hezaran endamên DAÎŞ’ê lê ne, di bin êrişan de ye.
 
* Endamên HTŞ’ê cihê Heyva Sora Kurd a ku saziyekî tenduristiyê ye, şewitandin.
 
* HTŞ’ê dest bi dorpêçkirina Kobanê kir.
 
* Mazlûm Ebdî li Şamê bi Ahmed el-Şera re civiya.
 
* HSD’ê ragihand ku di êrişên HTŞ’ê de, Girtîgeha Şeddadê ya ku 2 kîlometre dûrî baregeha Koalîsyona Navneteweyî ye û endamên DAIŞ’ê lê ne, ji bin kontrola wan derketiye.
 
* HSD’ê diyar kir ku Tirkiyeyê bi balafirên bêmirov (SÎHA) û topbaranê êrişî Hesekê kiriye.
 
* Foza Yusifê daxuyand: “Hikûmeta Demkî ya Şamê teslîmiyeta tam li ser me ferz dike û tu daxwazên me qebûl nake. Me jî biryara berxwedanê da.”
 
* Fermandariya Giştî ya HSD’ê ku ragihand êriş berdewam dikin û ev bang kir: “Banga me ji bo hemû ciwanên me yên li Rojava, Bakur, Başûr, Rojhilatê Kurdistanê û Ewropayê ye. Bibin yek, sînorên dagirkeran rakin û tevlî berxwedanê bibin.”
 
20'Ê ÇILEYÊ
 
Fermandarê HPG’ê Murat Karayılan der barê êrişan de got: “Berdêla wê çi dibe bila bibe, em ê we qet bi tenê nehêlin. Wekî tevger, çi hewce be em ê bikin.”
 
* Li bajarên Herêma Federe ya Kurdistanê li dijî êrişan çalakiyên protestoyê dest pê kirin. Li Silêmaniyê gelek kes ji bo piştgiriya berxwedanê ber bi Rojavayê ve bi rê ketin.
 
* Komên girêdayî HTŞ’ê, li herêma Dêrazorê du jinên endamên YPJ’ê revandin.
 
* Bajarê Kerkûkê jî bersiv da banga seferberiya giştî û ber bi Rojavayê ve bi rê ket.
 
* Serokê YNK’ê Bafil Talabanî êrişên Şamê şermezar kir û peyama “Gelê Kurd dê bêdeng nemîne” da.
 
* Li Nisêbînê bi hezaran kes ber bi sînorê Qamişloyê ve meşiyan. Bi sedan kes ji sînor derbas bûn û gihîştin Qamişloyê.
 
* Ji Şandeya Îmraliyê Faîk Ozgur Erol diyar kir ku mijara sereke ya Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî de Rojava bûye û got: “Hemû nirxandin û hewildana wî ji bo bidawîkirina rewşa şer û gihîştina aramiyekê bû ku muzakere dest pê bikin.”
 
* Li gundewarê Hesekê li gelek nuqteyan şer berdewam kir, êrişên ser Kobanê bi giranî hatin şikandin.
 
* Ciwanên Ermenî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çek hildan û tevlî seferberiyê bûn.
 
* Mazlûm Ebdî destnîşan kir ku ew vekişiyane herêmên Kurdan û parastina van deran "xeta sor" e. Ebdî ji bo girtîgehên DAÎŞ’î lê bûn bang li Koalîsyona Navneteweyî kir.
 
* Fermandariya Giştî ya HSD’ê ragihand ku bi HTŞ’ê re peymana agirbestê hatiye çêkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em radigihînin ku em biryardar in peymana agirbestê ya bi hikûmeta Şamê re bi cih bînin. Heya ku êrişî hêzên me neyê kirin, em ê dest bi tu tevgera leşkerî nekin. Herwiha em ji bo înîsiyatîfên siyasî, çareseriyên bi muzakere û diyalogê vekirî ne.”
 
* Tom Barrack, peymana 18’ê Çileyê ya ku HTŞ’ê bi awayekî yekalî ragihandibû parast û îtîraf kir ku wezîfeya "dabînkirina ewlehiya" girtîgehên DAIŞ’ê ji HTŞ’ê re hatiye hiştin û got: “Ev entegrasyona ku ji aliyê dîplomasiya DYA’yê ve tê piştgirîkirin, ji bo Kurdan şansa herî mezin e ku di nav dewleteke Sûriyeyê ya naskirî de mafên mayînde û ewlehiyê bi dest bixin.”
 
21'Ê ÇILEYÊ
 
Li Qamişloyê, nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd hat hedefgirtin.
 
* Li Hesekê û Kobanê êriş hatin şikandin û hewildanên ketina nava çeperan hatin astengkirin.
 
* Karwana sêyemîn a gel, ji bo tevlîbûna seferberiyê ji Silêmaniyê ber bi Rojavayê ve bi rê ket.
 
* Goristana şervanên Ereb ên HSD’ê ku di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de şehîd bûbûn, ji aliyê HTŞ û endamên DAIŞ’ê ve hat texrîbkirin.
 
* Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan, êrişên HTŞ’ê wekî “mafdar û rewa” dît.
 
* Şandeyekî leşkerî ji Tirkiyeyê çû ser sînorê Kobanê-Pirsûsê û li wir çavdêrî kir.
 
* Şandeya DEM Partî û DBP’ê derbasî Rojavayê bûn û dest bi hevdîtinan kirin.
 
* Tayyip Erdogan û Devlet Bahçelî, bi rojeva Sûriyeyê li Koşka Serokkomariyê civiyan.
 
* Tumena 76’an ku di nav komên êrişî Rojavayê dikin de ye, vîdyoyek li Qereqozaxê kişand û ew "diyarî MÎT’ê û cîhana Tirk" kir. Komên HTŞ’ê li başûrê Çilaxayê genimê di sîloyan de talan kirin.
 
* Înterneta Kobanê hat birîn.
 
HSD’ê ragihand ku HTŞ’ê 6 caran agirbest binpê kiriye.
 
* Piştî êrişan, DAIŞ li herêmê dîsa ket tevgerê. Haşdî Şabî hêzên xwe sewqî sînorê Îraq-Sûriyeyê kir.
 
22'YÊ ÇILEYÊ
 
* Axaftina Şara ya di Foruma Aborî ya Cîhanê (WEF) a li Davosê de hat betalkirin.
 
* Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyand: “Daxistina ala Komara Tirkiyeyê provokasyon e. Tê fêmkirin ku piştî vê provokasyonê, hedefgirtina Tevgera me, DEM Partî û Kurdan ji bo armancekê tê kirin.”
 
* Li Reqayê, jêkirin û nîşandana porê hûnandî yê şervanekê bû sedema bertekên mezin. Jinan bi vîdyoyên weşandin ve peyama "Porê me sembola rûmet, bîr û berxwedanê ye" dan.
 
* Bi hezaran kesên ku li Pirsûsê civiyan, ber bi sînorê Kobanê yê di bin dorpêçê de ye meşiyan.
 
* Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed, li Hewlêrê hem bi Tom Barrack û hem jî bi Nêçîrvan Barzanî re civiyan.
 
* Li Silêmaniyê bi hezaran kes li dijî êrişên dagirkeriyê yên li ser Rojava derketin qadan û peyama "Kurd yek in" dan.
 
* Fermandara YPJ’ê Nesrîn Abdullah got: "Agirbest nîn e. Agirbestê wekî lîstikekê bi kar tînin. Dixwazin bi vî rengî pêş bikevin."
 
* Malbatekî Kurd a 5 kesî ku ji gundê Korkê yê Kobanê bûn, dema dixwestin ji Reqayê derkevin hatin qetilkirin.
 
23'YÊ ÇILEYÊ
 
* HSD ji Girtîgeha Eqtanê vekişiya û derbasî Kobanê bû.
 
* Serokê KDP’ê Mesûd Barzanî daxuyand: “Kobanê axa Kurdistanî ye û nabe ku destdirêjî lê were kirin.” Barzanî di heman rojê de got: “Heke planek hebe ku êrişî Kurdan bikin û wan li herêmê tune bikin, wê çaxê em hemû yek in.”
 
* Malpera VeSyria piştrast kir ku dîmenê bilindkirina ala DAIŞ’ê ya li Reqayê, dîmenekî nû ye.
 
* Hesekiyên ku di çarçoveya seferberiyê de çek hildan, tabûra “Şehîd Berxwedan” ava kirin û tevlî YPG’ê bûn.
 
* Di zebitnameyên Meclisê (TBMM) de hat dîtin ku Abdullah Ocalan der barê nîqaşên Sûriyeyê de gotina dawî kiriye. Abdullah Öcalan got: “Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe, dosyaya Sûriyeyê nayê çareserkirin.” Her wiha destnîşan kir ku statuya HSD’ê nabe ku ji hevsengiyên leşkerî yên demkî re were hiştin.
 
24'Ê ÇILEYÊ
 
* Welatiyên Qamişlo, Amûdê û Dirbesiyê ber bi bajarê Hesekê ve bi rê ketin ku lê berxwedan û êriş berdewam dikin.
 
* Hevseroka Heyva Sora Kurd Hediye Abdullah ragihand ku li Kobanê 4 zarokan ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dane. Her wiha banga lezgîn a "vekirina korîdora mirovî ji bo Kobanê" hat kirin.
Nûçeyên Têkildar
'Beşdarbûna Konferansa Munîhê tê wateya naskirina hêzeke siyasî'
'Beşdarbûna Konferansa Munîhê tê wateya naskirina hêzeke siyasî'

Rojnamevan Fehîm Işik diyar kir ku beşdarbûna Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed di Konferansa Munîhê de tê wateya naskirina hêzeke siyasî.

Mazlum Ebdî: Em daxwaza sîstemeke ku Kurd xwe birêve dibin dikin
Mazlum Ebdî: Em daxwaza sîstemeke ku Kurd xwe birêve dibin dikin

Mazlum Ebdî, diyar kir ku rêveberiya Şamê di mijara “nav û têgehan” de pirsgirêkan dijî û got ku daxwaza wan a sereke ew e ku Kurd bi xwe herêmên xwe birêve bibin.

Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê re civiyan
Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê re civiyan

Nûnerên Kurd Îlham Ehmed û Mazlum Ebdî di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munihê de bi Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johannes Wadephul re hevdîtin kir.

Dorpêça li ser Kobanê 27 roj e didome: Zarokekî jiyana xwe ji dest da
Dorpêça li ser Kobanê 27 roj e didome: Zarokekî jiyana xwe ji dest da

Li bajarê Kobanê ku 27 roj in di dorpêçê de ye, zarokê 12 salî Dildar Rêzan Hiso ku tedawiya wî li Helebê dihat kirin, ji ber rê girtî ne jiyana xwe ji dest da.

Zubeyde Zumrut: Heta Rêber Apo azad nebe dê komplo bidomin
Zubeyde Zumrut: Heta Rêber Apo azad nebe dê komplo bidomin

Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrutê diyar kir ku komploya 15'ê Sibatê û komploya li dijî Rojavayê bi saya Abdullah Ocalan û Kurdan hatine pûçkirin û got: "Heta ku Rêber Apo azad nebe, em ê bi komployên bi vî rengî re rû bi rû bimînin.