Li Stenbolê 78 binçavkirî hatin berdan
- Rojane
- |
- 25 Çile 2026 09:34
- |
STENBOL - Li Stenbolê polîsan êrişî çalakiya li dijî êrişên ser Rojava de kir û gelek kes hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan 78 jê hatin berdan û tê payin 17 kes jî îro sewqî dozgeriyê bên kirin.
Li Stenbolê li dijî êrişên ser rojavayê Kurdistanê çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin. Polîsan, êrişî çalakvanan kir û Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Çinar Altan û nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ugurcan Boztaş jî di nav de 95 kes hatin binçavkirin.
Nûçegihanê me Ugurcan Boztaş jî di nav de 78 kes li emniyetê hatin berdan. Tê payin ku 17 kes jî îro sewqî dozgeriyê bên kirin. Di nava kesên dê sewqî dozgeriyê bên kirin de Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Çinar Altan jî heye.