‘Divê gelê Kurd bêhtir xwedî li Rojava derkeve’

Parve bike:

COLEMÊRG - Siyasetmedar û dayikên colemêrgî diyar kir ku hewceye kesek li dijî êriş û îşkenceyên li Rojava bêdeng nemîne û banga xwedîderketina li Rojava kir. 

 
Êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên ser rojavayê Kurdistanê tevî agirbesta hatiye ragihandin jî didome. Li Kurdistan, Tirkiye û gelek deverên cîhanê bertek û çalakiyên li dijî êrişan berdewam in. Di çalakiyan de tê gotin ku divê kesek li dijî binpêkirinên mafan ên li Rojava tên kirin, komkujî û îşkenceyan bêdeng nemîne. Hevserokê DEM Partiyê yê Colemêrgê Rojava'da Behçet Kanat, Hevşaredara ColemÊrgê Viyan Tekçe ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê Surme Demîr Arîfe Ozdemîr û endama Meclisa Şaredariya Colemêrgê Sevda Turan Dursun bang li gelê Colemêrgê û gelê Kurd kir ku li dijî êrişan bêhtir dengê xwe derxînin û piştevaniya xwe mezintir bikin.