Ên DAIŞ li Rojava tune kir: Dê dawiya HTŞ’ê jî li Kobanê be

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Şervanên YPG’ê yên Kobanê diparêzin, diyar kir ku Kobanê keleha berxwedanê ye û mîna DAIŞ’ê dê dawiya HTŞ’ê jî li Kobanê be. 

Êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên ser rojavayê Kurdistanê berdewam in. Li dijî van êriş û gefan, hem gel hem jî şervan li ber xwe didin. Yek ji bajarên berxwedan lê didome jî Kobanê ye. Kobanê, niha di dorpêçê de ye û bi roja ye ceyran, av û înterneta wê hatiye qutkirin. Krîza însanî ya li bajêr roj bi roj giran dibe û 5 zarokan ji sermayê jiyana xwe ji dest dan. Lêbelê tevî hemû êrişan jî Kobanê careke din xwe ji bo berxwedaneke dîrokî amade dike. 
 
Şervanên YPG’ê got “Roj roja berxwedanê ye” û anîn ziman ku Kobanê keleha berxwedanê ye û ji gel xwestin ku bi hêzên xwe bawer bin. YPG’iyan got: “Ev der Kobanê ye, keleha berxwedanê ye. Çawa ku DAIŞ li Kobanê têk çûbe, dê dawiya dûvika wê HTŞ’ê jî li Kobanê be. Ev der dê ji wan re bibi goristan. Em ê tola hemû hevalên xwe yên şehîd hilînin. Ew ê nekarin têkevin xaka Kobanê. Amadekariyên me tevek jî temam in. Lewma bila gelê me ji şervanên xwe û ji hêza xwe bawer be. Bila li cem şervanên xwe cih bigirin. Em bang li gelê xwe dikn ku tev li vê berxwedana şerefê bibin. Em ê tola xwe ji van çeteyên bi navê hikûmeta Sûriyeyê ku temsîliyeta DAIŞ’ê dikin hilînin.” 
 
'EM Ê HETA DAWIYÊ ŞER BIKIN’
 
Şervanekî din jî diyar kir ku dê tu caran gel bi tenê nehêlin, dê pêşengtiya wan bikin û dirûşma “Bijî Serok Apo" berz kir. 
 
Şervanekî din ê YPG’ê jî da zanîn ku ew ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer bikin û li ber xwe bidin. 
 
GELÊ KOBANÊ BANG KIR
 
Welatiyên Kobanê yên me xwe gihandiyê jî gotin ku dê tu caran dev ji parastina Kobanê bernedin û bal kişandin ser krîza însanî. 
 
Jineke kobanêyî diyar kir ku ceyran û ava wan nîne û got: “Yên vê li me dikin bêdînin, bêîmanin.” 
 
Welatiyên Kobanê yên di bin dorpêçê de anîn ziman ku divê ev dorpêça li ser bajar rabe û ji bo cîbicîkirina pêdiviyên gel ên weke ceyran, av û xurekan gav bên avêtin. 
 
MA / Dîren Yurtsever
 
Nûçeyên Têkildar
Dorpêça li ser Kobanê 27 roj e didome: Zarokekî jiyana xwe ji dest da
Dorpêça li ser Kobanê 27 roj e didome: Zarokekî jiyana xwe ji dest da

Li bajarê Kobanê ku 27 roj in di dorpêçê de ye, zarokê 12 salî Dildar Rêzan Hiso ku tedawiya wî li Helebê dihat kirin, ji ber rê girtî ne jiyana xwe ji dest da.

UNICEF û WFP'ê li Kobanê lêkolîn kirin
UNICEF û WFP'ê li Kobanê lêkolîn kirin

Şandeyeke UNICEF û UNWFP'ê ku serdana bajarê Kobanê kir, rewşa kesên ku bi zorê koçber bûne bi nûnerên rêxistinan re nîqaş kirin.

Amedî: Demildest Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê vekin
Amedî: Demildest Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê vekin

Amediyên ku li ser astengkirina kamyonên alîkariyê axivîn, xwestin ku Deriyê Sînor ê Murşîdpinar tavilê bê vekirin ku alîkarî ji bo Kobanê were şandin.

Kurdên li Stenbolê: Divê berxwedan bidome
Kurdên li Stenbolê: Divê berxwedan bidome

Welatiyên ku der heqê êrişên li ser Rojava axivîn, gotin divê yekitiya neteweyî ya Kurdan pêk were.

Welatiyên Cizîrê: Yekitiya me bi ser ket
Welatiyên Cizîrê: Yekitiya me bi ser ket

Welatiyên Cizîrê diyar kirin ku yekitiya gelê Kurd a li çar parçeyên Kurdistanê û seranserî cîhanê bi xwe re serkeftin aniye û gotin: "Em Kurd yek in, em ê bi ser bikevin."