Rojnameger Ozgur Avzem qala bûyerên li Kobanê kir

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Ozgur Avzem, diyar kir ku li Kobanê berxwedan tax bi tax, kolan bi kolan didome û divê her kes li dijî trajediya mirovî ji bo piştevaniyê berê xwe bidin Kobanê.

 
Êrişên HTŞ-DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li Rojava didomin. Li gelek deverên Rojava berxwedan didomin û Kobanê ji aliyê bakur ve Tirkiyeyê, ji aliyê başûr, rojhilat û rojava ve HTŞ, DAIŞ û komên girêdayî Tirkiyeyê ve hatiye dorpêçkirin, hem bi krîza mirovî re hem jî li dijî êrişan têdikoşe. Li bajêr ceyran, av û înternet hatiye birîn û 5 zarokan ji ber sermaye jiyana xwe ji dest dan. Rojnameger Ozgur Avzem ê ku geşedanên li Kobanê dişopîne, bûyerên sê rojên dawî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. 
 
Di nava hefteyekî dawî de êrişên li ser Kobanê zêde bûn. Di nava 3 rojên dawî de rewşa dawî ya Kobanê çawa ye?
 
Şervanên HSD, YPG û YPJ’ê li dijî HTŞ’ê û çeteyên Tirkiyeyê berxwedanekî bêhempa dan. Ruhê fedaî û îradeya bilind têkoşîna berxwedanê ya şervanan xurt dike. Li gorî agahiyên me ji çeperên şer wergirtî, li dijî şerê şervanên HSD, YPG û YPJ’ê çeteyan bi lez û bez pêl li laşê cenayên mirî kirine û reviyane.
 
Di peçvûnan de şaşiya herî mezin çi bû?
 
Li aliyê Xerbî ya xeta Sirînê pevçûn zêde bûn. Herwiha gundê Qil Heydê yê nêzî Sirînê. Liv î gundê şervanên HSD, YPG û YPJ’ê bênavber li ber xwe dan. Ji Qereqozakê heta gundê Çelebî êrişên çeteyan zêde bûn. Lêbelê gundê Çelebî yê girêdayî Kobanê û gundewarên wê nih di bin kontrola şervanan de ne. Nexasim plana çeteyan ew e ku ji çar aliyan ve Kobanê dorpêç bikin û bikevê. Lêbelê hemû êriş ji aliyê şervanên bi ruhê fedaî ber xwe didin ve hate şikandin. Çeteyan windahiyên mezin dan. Herwiha şervanan li ser cenzayên çeteyan gelek çekên giran, alavên leşkerî û wesayîtên bi zirx dest xistin Gelek kelûpelên leşkerî û wesayîtên zirxî yên ji envanterên Tirkiyeyê hatin îmhakirin. Ez dikarim bibêjim ku şervan bi taktîkên xurt û bi berxwedanekî xurt derbeyan li çeteyan dixe.
 
Rewşa niha çawa ye?
 
Niha li Kobanê û li qadên din êrişê rawestiyane. Niha agirbestek fîîlî heye. Rewşa vê agirbestê wekî parçeyekî ji peymana 18’ê Çileyê tê dîtin. Lêbelê hêj agirbest û peyman bi awayekî fermî nehatiye îmzekirin. Hevseroka Têkiliyên Daîreya Karên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê têkildarî vê yekê daxuyanî da. Lê hêj ne Şamê ne jî Tirkieyeyê daxuyaniyekî wiha nedaye. Nexasim ji bo peymana 18’ê Çileyê bê cîbicîkirin hevdîtin û muzakreyên bi rêya navbeynkaran tê payîn.
 
Bêyî van êrişan polîtîkayên şerê taybet di dewrê de ye. Çavdêriyên we yên der heqê vê yekê de çi ne?
 
 
 Ji bo nêrîna raya giştî biguherînin hewldanên dezenformatîf hene. 
 
Gelek malperên fermî yên çeteyan, nexasim dema êriş û berxwedanê de wekî Tirkiyeyê medyayay şer, şerê psîkolojîk bi rêve dibe. Ji bo HSD û Rêveberiya Xweser xirab nîşan bidin û bixin hedefa cîhanê hewl didin nûçeyên dezenformatîf diweşînin. Ji bo nêrîna raya giştî biguherînin heldanên dezenformatîf hene. Niha êriş rawestiyane lê medyaya Tirkiyeyê û ya girêdayî Şamê êriş dikin. Nexasim di Girtîgeha Eqtanê gotin vana ne DAIŞ in, sivîl û HSD’ê bi hezaran sîvîl di girtîgehê de radigire. Divê ji vana neyê bawerkirin. Herwija dibêjin ‘me êriş dane rawestandin, HSD êrişî me dike’. Divê  kes ji vana bawer neke. HSD, YPG û YPJ’ê tenê bersiva êrişên parastinê dan. Di encama piştgiriya hêzên kûrewî û herêmî ev êriş hatin destpêkiirn. Ev yek ji aliyê her kesê ve tê zanîn. Rêveberiya Xweser daxuyanî da û got ku di 6’ê Çileyê heta niha sûcên şer ên ku çeteyan kirine ji aliyê wan ve hatiye tomarkirin. Daneyên ku Rêveberiya Xweser û em dizanin tenê parçeyekî ji qirkirinê ne. Niha metirsiya qirkirina Kurdên Reqayê û gundewarên Kobanê heye. 
 
Kobanê niha hatiye dorpêçkirin û bi xetereyên cidî re rû bi rû ye. Jiyana gel li Kobanê çawa ye?
 
Çavê hemû cîhanê li ser Kobanê û Roajva ye. Berxwedana gel a rêxistinkirî tax bi tax, gund bi gund, kolan bi kolan didome. Nexasim gelê Kobanê li gel şervanan  e û pişgiriya wan xurt e. Dorpêça li ser Kobanê berfireh dibe. Di vê demsala zivistanê de berxwedana jiyanî ya gelê Kobanê didome. 
 
Ceyran, av û înternet tune?
 
Ji ber êrişên çeteyan li navenda bajêr û li gundan ceyran, av û înternet bi tevahî hatiye birîn. Dorpêç berfireh dibin.
 
Ji ber êriŞên çeteyan li navenda bajêr û li gund ceyran, av û înternet bi tevahî hatiye birîn. Dorpêç berfireh dibin. Ji ber vê rewşê 5 zarokên Kobanê ji ber sermê jiyana xwe ji dest dan. Ceyran, av û pêdiviyên bingehîn nîn in. Ev pêdiviyên bingehîn nayên dabîn kirin. Pirsgirêka herêi mezin, sotemenî, av, xwarin û derman in. Mixabin gelê Kobanê bi derfetên kêm jiyana xwe didomînin. Li ser sobê berfê dihelînin û pêdiviyên xwe dabîn dikin.
 
Rewşa nexweşxaneyan çawa ye?
 
Ez dikarim bibêjim ku li nexweşxaneyan dermanên bingehîn tune û komên tenduristiyê zehmetiyê dikşînin. Gelê Koabnê ji bo tedawiya şervanên ku di çeperên şer de birîndar bûne û sivîlên ku di êrişan de birîndar bûne, di seferberiyê de ne. Nexasim dema hewcehî bi xwînê çibe ruhê fedaî di asta herî xurt de ye.
 
Niha bi giştî rewşa Kobanê çawa ye?
 
Ceyran hatiye birîn, tevî taritiyê gelê Kobanê bi ruhê sala 2014’an bi awayekî xurt li ber xwe dide. Berxwedaniyek bêhempa û piştevaniyek heye ku em dibin şahidê wê û bi kameran ve tomar dikin. Berxwedana gel a ku bi pêşengiya şervanan ve tê kirin tevî jin, ciwan û kalan her her kes carekî din nîşanê cîhê didin ku ev der sembola berxwedanê ye.
 
Di sala 2014’an de ji bo Kobanê ruhekî xurt ê piştevaniyê derketibû holê. Niha bendewariyên gelê Kobanê çi ne? 
 
 
Ji bo gelê bakurê Kurdistan3e bang heye. Dixwazin her hes bibe yek û berê xwe bidin Kobanê. Niha ji bo vekirina alîkariyên mirovî bendewariya alîkariya mirovî heye.
 
Hemu gelê ku bi me re diaxive banga wan a ji bo bakurê Kurdistanê heye. Ji bo gelê bakurê Kurdistan3e bang heye. Dixwazin her hes bibe yek û berê xwe bidin Kobanê. Niha ji bo vekirina alîkariyên mirovî bendewariya alîkariya mirovî heye. Ji bo gîhaştina alîkariya mirovî divê koridor vebe. Niha di serî de ji bo DEM Partiyê, hemû rêxistinên sivîl û hiqûqnasan bang heye ku ji bo deriyê Murşitpinarê vebe. Nexasim ev erkek mirovî û wijdanî ye û gel li bendê ye ku pêdiviyên wan ên bingehîn bên dabînkirin. Piştevaniya gelê Kobanê bi hev re didome. Bi na û xurek bi awayekî kolektîf li hev par dikin. Li Kobanê tenê şervan şer nakin, ji heft salî heta heftê salî bi hunermend û dikanadaran her kes şer dikin. Kobanê di bin dorpêçê de jî mînaka herê baş a piştevaniyê nîşan dide. 
 
MA / Dîren Yurtsever
 
Nûçeyên Têkildar
Dorpêça li ser Kobanê 27 roj e didome: Zarokekî jiyana xwe ji dest da
Dorpêça li ser Kobanê 27 roj e didome: Zarokekî jiyana xwe ji dest da

Li bajarê Kobanê ku 27 roj in di dorpêçê de ye, zarokê 12 salî Dildar Rêzan Hiso ku tedawiya wî li Helebê dihat kirin, ji ber rê girtî ne jiyana xwe ji dest da.

UNICEF û WFP'ê li Kobanê lêkolîn kirin
UNICEF û WFP'ê li Kobanê lêkolîn kirin

Şandeyeke UNICEF û UNWFP'ê ku serdana bajarê Kobanê kir, rewşa kesên ku bi zorê koçber bûne bi nûnerên rêxistinan re nîqaş kirin.

Amedî: Demildest Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê vekin
Amedî: Demildest Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê vekin

Amediyên ku li ser astengkirina kamyonên alîkariyê axivîn, xwestin ku Deriyê Sînor ê Murşîdpinar tavilê bê vekirin ku alîkarî ji bo Kobanê were şandin.

Kurdên li Stenbolê: Divê berxwedan bidome
Kurdên li Stenbolê: Divê berxwedan bidome

Welatiyên ku der heqê êrişên li ser Rojava axivîn, gotin divê yekitiya neteweyî ya Kurdan pêk were.

Welatiyên Cizîrê: Yekitiya me bi ser ket
Welatiyên Cizîrê: Yekitiya me bi ser ket

Welatiyên Cizîrê diyar kirin ku yekitiya gelê Kurd a li çar parçeyên Kurdistanê û seranserî cîhanê bi xwe re serkeftin aniye û gotin: "Em Kurd yek in, em ê bi ser bikevin."