Ji Kobanê ji bo derman banga lezgîn
- Rojane
- |
- 25 Çile 2026 11:12
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Aram Elî yê ku li Kobanê dermansaz e, diyar kir ku ji ber dorpêçê dabînkirina dermanan zehmet e û banga alîkariya lezgîn kir.
Li Kobanê ji ber dorpêça li bajêr pirsgirêka dabînkirina derman heye. Aram Elî yê ku li Kobanê dermansaz e û ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re axivî, diyar kir ku nexweşxaneyên ku berê xizmetguzariya tenduristiyê ji bo 800 kesan dida niha tenê dikare li rewşên lezgîn binêre.
Elî diyar kir ku Kobanê ji çar aliyan ve hatiye dorpêçkirin û ji ber dorpêçê di serî de dermanên zarokan derman nayê dabînkirin.
Elî rave kir ku dermanên tansiyon, penceşêr û diyanetê kêm bûne û beşa diyalîzê bi tevahî hatiye rawestandin. Aram Elî, anî ziman ku ji ber dorpêçê destur nayê dayîn ji bo derbaskirina kelûpelên bingehîn û dermanan.
Elî destnîşan kir ku ger rewşa wiha bidome dê krîzekî mirovî ya mezin li Kobanê rû bide û ev tişt got: “Şer didome. Hejmara birîndaran pir in û derfetê emeliyatê nîn e. Dermanên me pir hindik in. Hinek birîndar ji ber nebûna dermanan şehîd dibin.”
Elî, di dawiya axaftina xwe de ji bo rakirina dorpêçê bang kir.