Ji HRANA’yê raporeke nû: Protesto kêm nebûne, Îranê zext giran kir

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - HRANA’yê raporeke nû parve kir û got ku di çalakiyên li Îran û rojhilatê Kurdistanê de herî kêm 5 hezar û 459 kesan jiyana xwe ji dest dane, 40 hezar û 887 kes hatine binçavkirin, protesto kêm nebûne û rejîma Îranê zextên xwe giran kiriye. 
 
Ajansa Mafên Mirovan (HRANA), têkildarî çalakiyên protestoyî yên li Îran û rojhilatê Kurdistanê raporeke nû weşand. Li gorî raporê; di çalakiyên li Rojhilat û seranserî Îranê de herî kêm 5 hezar û 459 kes ji hêla rejîma Îranê ve hatine qetilkirin. Her wiha 40 hezar û 887 kes hatine binçavkirin û 7 hezar û 403 kes jî birîndar bûne. Hat ragihandin ku ji kesên hatine qetilkirin 5 hezar û 149 kes jê çalakvan in. Li gel vê; 60 zarokên di bin temenê 18 salî de jî hatine qetilkirin. 
 
HRANA’yê, da zanîn ku protesto kêm nebûne, rejîma Îranê înternet girtiye, welatiyan binçav dike û zextên xwe giran dike. Di heman raporê de hate destnîşankirin ku 11 hezar û 23 kes li saziyên ewlehiyê yên dewletê hatine vexwendin. 
 
Di 28’ê Kanûna 2025’an de li seranserî Îranê û rojhilatê Kurdistanê li dijî krîza aborî û pirsgirêkên siyasî û civakî çalakiyên protestoyî hatin destpêkirin. Çalakî, hêj berdewam in. Tevî ku rejîma Îranê bi rêbazên herî tund êrişî çalakvanan dike jî protesto roj bi roj berfirehtir dibin.