NAVENDA NÛÇEYAN - Karavana Gelan bi tevlibûnên nû ber bi Kobanê ve diçe. Enternasyonalîstên li Torînoyê tev li karavanayê bûn, got: “Werin em bi hev re vê bêdengiyê têk bibin.”
Êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên li ser rojavayê Kurdistanê berdewam in. Li hêla din bajarê Kobanê jî di bin dorpêçê de ye. Bêdengiya dewletên rojavayî ya li dijî êriş û dorpêçê didome. Peoples’ Caravan (Karavana Gelan) ji bo şikandina vê bêdengiyê dest bi rêwîtiyê kiriye.
Enternasyonalîstên ku ji bajarê Torino yê Îtalyayê tev li Karavana Gelan bûne, bi daxuyaniya çapemeniyê sedemên beşdarbûna xwe ragihandin.
Daxuyaniya enternastonalîstan wiha ye: “Silav, em li Torino ne, îro em li vir in, li bajarê Torino yê bakurê Îtalyayê. Wek beşek ji Rêya Başûrê Ewropayê, îro em ji vir dest bi rêwîtiya Peoples’ Caravan (Karavana Gelan) dikin. Ji bo gihîştina Kobanê, parastina şoreşa Rojava û parastina gelan.”
‘WERIN EM BI HEV RE BÊDENGIYÊ BIŞIKÎNIN’
Fabio yê ji Torinoyê tev li Karavana Gelan bûye got: “Silav, navê min Fabio ye, ez ji Îtalyayê me û îro ji bo agahdarkirina li ser konvoya ku dest bi rêwîtiyê dike dinivîsim. Em hemûyan vedixwînin ku piştgiriyê bidin konvoyê û Şoreşa Rojava. Werin em bi hev re bêdengiyê bişkînin.”
‘WELATÊN ROJAVAYÎ HEVKARÊN SÛC IN’
Damien yê enternasyonalîst ku ji bajarê Lyon yê Fransayê derketiye û gihîştiye Torinoyê:
“Silav, navê min Damien e, 25 salî me, li Lyonê dijîm û îro ez beşek ji konvoya ku ber bi Kobanê ve diçe me. Duh em ji Lyonê derketin û em diçin bajarê Kobanê yê Bakur-Rojhilatê Sûriyê ku bi gelemperî wek Rojava tê binavkirin. Ev herêm pir balkêş e, ji ber ku nêzî panzdeh sal in komên cuda yên mirovî hewl didin pergaleke hem dostê jîngehê hem jî rêzdar li demokrasiyê ava bikin û li ser bingehek demokratîk û civakî bi hev re bijîn. Ji çend hefteyan ve hikûmeta Colanî ya li Sûriyê, ku bi bîrdoziyên îslamî re nakokiyên mezin hene û ji aliyê endamên El-Qaîdeyê ve hatiye lawazkirin, êrişî vê herêmê dike.
Ev hikûmet bi armanca avakirina netew-dewleteke êrişî Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dike. Di vê pêvajoyê de komkujiyên li dijî her cure mirovî, bi taybetî jin û kêmneteweyên etnîkî pêk tîne. Ji ber vê yekê ji wê demê ve li seranserê Ewropayê mirov seferber dibin û ji gelek bajarên Ewropayê konvoyên cuda derdikevin û li Kobanê dicivin. Armanc ew e ku em biçin wir û zextê li wan bikin -zexta medyayê, zexta siyasî- da ku elît vê pirsgirêkê wek berpirsiyariya xwe bibînin û medya van agahiyan têr bike nûçe. Tiştê ku îro diqewime ew e ku cihê ku ji bo hemû gelên cîhanê yên ku ji bo demokrasî û azadiyê têdikoşin û şer dikin çavkaniya hêviyê ye, ji aliyê mirovên ku bi temamî ji aliyê rojava ve têne piştgirîkirin ve bi tundî tê êrişkirin. Rojava tiştekî nabêje, bi temamî sûcdar e, Trump jî van komkujiyan bi temamî piştgirî dike. Ji ber vê yekê em hemû kesên ku van dîmen û bûyeran dibînin vedixwînin ku tevli vê konvoyê bibin ku sibê li bajarê Viyana yê Avusturyayê dicive û piştre ber bi Tirkiye û Sûriyê ve didome. Her wiha em teşwîq dikin ku hûn vê yekê bi yên din re parve bikin, bi rastî biaxivin û alîkarî ji konvoyê re bikin.”