‘Ez di xewnên xwe de jî gundê xwe dibînim’

Parve bike:

KONYA - Sadiye Keleş a ku ji ber ferzkirina cerdevaniyê qebûl nekirine gundên wan hatiye şewitandin û bi zorê ji gund hatine koçberkirin, diyar kir ku daxwaza wê ya herî mezin bi dawîbûna şer e û vegera warê wê ye.

Di salên 1990’î de ji ber ferzkirinên cerdevaniyê, operasyonên leşkerî, tundî û şewatên gundan bi hezaran Kurd bi zorê ji axa xwe hatin koçberkirin. Kurdên ku cerdevanî li ser wan hate ferzkirrin ji ber redkirina vê ferzkirinê rastî tundî, îşkence, kuştinên kiryar nediyar hatin û neçarî ji warê xwe koçber bûn. Sadiye Keleş a ku piştî şewata gundê wan ji neçar3i koçî Konyayê kirine, yek ji wan Kurdên ji warê xwe hatiye koçberkirin e. 
 
‘TIŞTÊN EZ JIYAM Jİ BÎRA MIN NAÇE’
 
 
Sadiye Keleş a ku ji gundê Zergan ê navçeya Kerboran a Mêrdînê ye û koçberî navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê bûne, anî ziman ku ji ber ferzkirina cerdevaniyê qebûl nekirine bi zorê ji axa xwe hatine koçberkirin û ev tişt got: “Di salên 1993’yan de bi helîkopteran bi ser gundê me de girtin. Dewletê got ‘an hûn ê bibin cerdevan an jî em ê gundê we bişewitînin’. Piştî ku me qebûl nekir malên me, ajalên me û warê me şewitandin. Dema em koçber bûn ez 13 salî bûm tiştên ez jiyam hêj wekî duh di bîra min de ne. Serê her malekî 50 leşker hebûn. Di mala me de tenê bantên dengbêjên Kurd hebûn me ew veşar. Sê roj û sê şev tevî ku em bi rojî bûn nehiştin em derkevin derve, em di malê de birçî bûn. Li bav û birayê min îşkence kirin. Piştre gund3e me hat bomberankirin; jin û zarok hatin qetilkirin. Tundiya dewletê ya li ser gund roj bi roj zêde dibû. Bav û birayê min her roj dibirin qerekolê û li wan îşkence dikirin. Em zarok bûn bi tirsê mezin bûn.” 
 
 ‘XWESTIN EM PKK’Ê SÛCDAR NÎŞAN BIDIN’
 
Sadiye Keleşê anî ziman ku ji ber ferzkirina cerdevaniyê qebûl nekirine gundê wan hatiye şewitandin û leşkeran bangî gundiyan kiriye ku bibêjin PKK’ê gund şewitandî û dê berdêla wê de pere bidin wan. Sadiye Keleş di berdewamiya axaftina xwe de got: “Hem gund şewitandin hem jî xwestin em PKK’ê sûcda nîşan bidin. Xwestin em îmzeyê biavêjin lê me qebûl nekir. Em li dû doza xwe ne; me got em ne pere dixwazin ne jî tiştekî din.”
 
‘TUNDÎ Û NÎŞADPERESTÎ DOMAND’
 
Sadiye Keleşê qala zehmetiyên piştî koçberbûna ji Mêrdînê kir û wiha pê de çû: “Dema em hatin Konayayê me bi Tirkî nizanibû, xwendin û nivîsa me tune bû. Çand û zimanê me cuda bû. Dema em hatin Konyayê em bi nîşadperestiyê re rû bi rû man; dora tendûrê nedidan me. Me li vir jî di nava xebatên pariya xwe de cih girt û me têkoşîna xwe domand. Em li Mêrdînê jî di bin tundiyê de bûn li vir jî di bin tundiyê de ne.” 
 
 ‘EZ DI XEWNÊN XWE DE JÎ GUNDÊ XWE DIBÎNIM’
 
Sadiye Keleşê rave kir ku daxwaza wê ya herî mezin bidawîbûna şer û vegera warê wê ye û wiha axaftina xwe anî: “Hevjîn û kurê min li Îtalyayê ne, ez û sê zarokên xwe li vir man. Sedemê çûyîna wan nîşadperestî û tundiyên li ser me bûn. Heta vî emrî min serî netewand. Em dixwazin li warê xwe bi azad bijîn. Me êşên mezin kişand. Ev 23 sal in ez li Konyayê me, her tim di xewna xwe dibinim ku ez gundê xwe me.”
 
MA / Zeynep Topdemîr